Diyarname
Salên borî li Meclisa Tirkiyeyê xebat ji bo çêkirina Zagona Bingehîn a nû komîsyon hatin çêkirin, xal hatin nîqaşkirin, li ser hin xalan li hevkirin çêbû lê di dawiyê de tu tiştek jê derneket. Piştî hilbijartina 1'ê sermaweza 2015'an hikumeta AKP'ê dibêje em zagonê biguherînin û ji bo vê yekê jî bang li partiyên li meclisê kir ku ew jî endaman bidin komîsyonê. CHP û MHP'ê endamên xwe yên ku dê di nav komîsyonê de cih bigirin eşkere kirin. Niha HDP'ê jî 3 mebûsên xwe ji bo vê yekê peywirdar kirin.
HDP'ê bi daxuyaniyek nivîskî îro eşkere kir ku wan mebûsa Edeneyê Meral Daniş Beştaş, Mebûsê Mêrdînê Mithat Sancar û mebûsê Stenbolê Garo Paylan ji bo di nav komîsyona çêkirina zagona bingehîn de cih bigirin peywirdar kirine.


