logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

Dersên ku ji "50 mirovên mirî" bêne girtin

Fîlmekî çiqas dikare rewşa ajanên ku ji bo her du aliyan dixebitin bîne ziman? Fîlmê "50 mirovên mirî" li ser vê yekê di

  • Dîrok: 11/04/2009
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Cemil Oguz

Fîlmekî çiqas dikare rewşa ajanên ku ji bo her du aliyan dixebitin bîne ziman? Fîlmê "50 mirovên mirî" li ser vê yekê dixebite û çîroka Martin McGartland ê IRA'yî ku hem ji bo IRA'yê hem jî ji bo îstîxbarata Îngilistanê dixebite tîne ziman.

Artêşa Rizgariya Îrlandayê bi navê ku herî zêde tê nasîn  IRA (Irish Republican Armynin) ji bo Bakurê Îrlandayê ji Qraliyeta Yekbûyî veqete û bibe serbixwe di sala 1969'an hate avakirin. IRA'yê heta sala 2005'an têkoşîna xwe ya çekdarî dom kir û ji wê rojê vir de zêdetir baskê xwe yê siyasî Sinn Fein derxistiye pêş.

IRA ku di salê 1970'yî de bi bûyerên ku li Belfastê derketin hêzdar bû, di sala 1980'yan de navê wê li hemû dinyayê belav bû. IRA ku bi çalakiyên birçîbûnê, çalakiyên bombeyî rojeva dinyayê mijûl kiribû bi ajanên ku îstîxbarata Îngilistanê şandine nava wê jî rojeva dinyayê mijûl kir û ev yek hê jî diddome. Heta niha gelek navên di nav IRA'yê de ku ji bo îstîxbarata Îngilistanê dixebitin derketin holê, li ser wan fîlm hatin kişandin. Mînaka dawî jî fîlmê "50 mirovên mirî" (FIFTY DEAD MEN WALKING) ye ku niha di 28'emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê de tê nîşandayîn.

Fîlmê "50 mirovên mirî" ku di Festîvala Vencover 2008 de Xelata Fîlmê Herî Serketî girt çîroka Martin McGartland ku hem di nav IRA'yê de têdikoşiya û gav bi gav pêş ve diçû, hem jî ji bo îstîxbatara Îngilistanê dixebitî pêşkêş dike.

Di sala 1987'an de ajaneke îngilîz li Rojavaya Belfastê Martin McGartlandê ciwan ji bo ku ji nav IRA'yê agahiyan jêre bîne digire kar û McGartland heta 1991'ê vî karî dike. McGartland dema ji bo her du aliyan dixebite dikeve ser rêyeke ku nikare êdî jê vegere. IRA bibihîze kesek ajan e teqez wî/ê dikuje û ger navê wî jî bê bihîstin êdî dê ew "kesek mirî" be.

Mirov dikare çawa li her du aliyan jî bixebite, îstîxbaratek çawa kesan dişîne nava rêxistinek di fîlmê de mirov dikare bi rehetî bibîne; di heman demê de xidariya, bêrehmiya her du aliyan jî xwe nîşan dide.

Her çiqas fîlm car bi caran alîgirê îngilîz bixuye jî bi giştî bi awayekî objektîf meseleyê pêşkêş dikeb

Fîlmê ku ji pirtûkê bi heman navî hatiye girtin derhêneriya wî Kari Skogland kiriye û Ben Kingsley, Jim Sturgess, Kevin Zegers têde lîstiye.

Jim Sturgess ku bi rola Jude yê di fîlmê "Across the Unuverse" gaveke mezin avêt nav sînemagerî, çîroka Martin McGartlandê ku di sih salên dawî yên Bakurê Îrlandayê de xwedî taybetiyeke cihê ye dilîze. Ji bo kesên ku ji sînemaya polîtîk hez dikin fîlmekî girîng e "50 mirovên mirî".
Wekî notek: Martin McGartland ku jiyana wî bûye mijara fîlm hê jî dijî û xwe ciheke veşartiye.

Fîlmê ku di 6 û 9'ê mehê de li festîvalê hat nîşandayîn di 12'yê mehê de jî dê bê nîşandayîn. Ji bo yên ku bixwazin di 12'ê mehê saet 19.00 de li City Life ya Nişantaşiyê tê nîşandayîn.

***

Nûçeyên din ên li ser 28'emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê:

- John Malkovich tê Stenbolê

- "Welcome" û penaberên kurd

- Festîvala Fîlman a Stenbolê dest pê kir 

- Bilêtên fîlman li benda we ne

- Bernameya Festîvala Fîlman a Stenbolê eşkere bû

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 26 10 2026

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

news
  • 23 10 2026

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

news
  • 21 10 2026

Festîvala Şanoyê deriyên xwe vedike

news
  • 21 10 2026

Fûara Pirtûkan a Hewlêrê vebû

news
  • 20 10 2026

Fîlmên Pêşbaziya Neteweyî ya Bogazîçî eşkere bûn

news
  • 18 10 2026

Fîlmên 'Pêşbaziya Neteweyî' yên Festîvala Enqereyê diyar bûn (Ene xebere bi zazakî û kurmancî ya)

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Li Başûr û Rojavayê Sûriyeyê 20 klûb hatine avakirin

ad

Bridget Jones sisê tê

ad

Tiştên aîdê Marilyn Monroe têne pêşkêşkirin û firotin

ad

Weqfa Îbrahîm Ehmed Xelata Rûmetê da Selahattin Demîrtaşî

ad

Ji Berken Bereh pirtûkek helbestan a evînî: Ji dûriyê re

ad

Di Documentarist de roja dawî û pêşniyarên me

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname