logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

BELÊ HELEBÇEYÊ*

Bi hesreta kilên ku di çavên keçên te de zuha bûye te hembêz dikim. Nizanim ez ê bi kîjan nav û nasnavî navê te hildim.

  • Dîrok: 15/03/2016
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Sîdar Jîr

Bi hesreta kilên ku di çavên keçên te de zuha bûye te hembêz dikim. Nizanim ez ê bi kîjan nav û nasnavî navê te hildim. Lê vê yekê baş dizanim ku hemû nav û nasnavên te bi kul in, bîrîn in, qîrîn in… zêmareke piştî ewrekî fetisokî û cûnik e. Erê qîza di destê ereban de ber jiberçûyî ye… wekî niha tê bîra min; gava xwişk û birayên min li stargehên ser sînga te zingilzava ji bo ciwaniya xwe çêdikirin…. Lê yek jî ji wan bi miradê xwe şa nebûbû. Hemû ji bo guliyên te bûbûn gorî… yek bi yek, hezar bi hezar, heta pênc hezaran!..

Ev hijdeh sal in ku gulî li gerdena keçên te geriyanê qîza di destê ereban de ber jiberçûye! Nizanim ew lêvên keç û xortên te yên ji wê bêhna fetisokî hişkolekî bûbûn bi giyan bûne yan na? Nizanim kilên di çavên keçên te de dîsa diherikin Mezopotamyayê, nizanim kulîlkên wan zingilzavayên ku yarên wan ên qederqemer bi hêvî ji bo wan guliyên wan ên li qirikê geriyayî dihûnan ji nû ve şîn tên an na?!. Nizanim azadiya te êşa di dilê te de aş kir an na, nizanim tu hatiyî ser derba xwe stûxwara min! Belê, dibêjin Helebçe azad bûye. Hê jî bawer nakim. Bi tirs im. Dibêjin Helebçeyê xwe ji nû ve dixemilîne, rast e gelo? Gelo ev hêviyeke yan rastiyek e goristana pênc hezar batînokan?!

Zarok bûm, digotin Helebçeyê bûye cangoriya welêt tevli zarokên xwe. Êdî ji bilî mirinê tu nasnav nedihat ber navê te yê ricifokî.

Helebçeyê! Ka ji kerema xwe bipeyive lê!.. Ka ji min re qala çavên xwe bike, qala hevtemenê min bike, qala kilên di çavên banûyên te de hişk bûye bike. Qal bikî û bila biskên banûyên gulî li qirikê geriyayî rûyê min mist bidin da ku ez bawer bikim ku tu azad bûyî, da ku tirsa di dilê min de pûç derkeve.

Erê Helebçeyê! De ka bibêje, gelo bilbizêq dîsa şîn hatine li gerdena te?!. Dîsa bêhna endilko tê ji gerdena keçên te yên ku stûxwar mabûn? Bibêjî Helebçeyê bibêjî… bibêjî û bibilînî strana azadiyê. Bila darbestên zarokên te yên ku li Amedê, Qamişloyê, li Mehabadê bi kulîlkan dihatin xemilandin jî bibihîzin Helebçeeee!..

Tu dizanî, gava agir li wir dibariya, tiştê herî xerab hatibû serê xwişk birayên te yên li jor û li jêr hemû dîl bûn di destê maran de… devê wan maran li kevirên reş bikeve! Tu dizanî çiqas zor e ku mirov ji bo te tenê bikaribe bigirî. Girî jî di qirika mirov de dibû wekî kilora maran. Mirov nikarîbû biliviya…

Gelo li Santiagoyê haya tu kesî ji pênc hezar batînokan çêbû, yan jî li warê dadgêran li Berlînê? Na Helebçeyê na, dizanim ku tu yê bibêjî –NA.Helebçeyê, ev cara pêşîn e ku min bi wêrekî ji te re, bi tirs çend rêzik nivîsiye. Nizanim çima hijdeh sal şûnde. Nizanim te bihîst Helebçeyê? Hijdeh sal şûnde li jorê dilê min jî bi dehan cangorî hebûn di meha Adarê de. Hîna sê-şeş-heşt salî bûn Helebçeyêêêê!.. Mîna wan pitokên ku devê wan di pêsîra dayika wan de û li ser sînga tê hişk bûbûn. Darbestên wan jî bi kulîlkan hatin xemilandin û çûn cem berxikên ku ji ber te çûbûn. Ew jî mîna pênchezaran bêsewt û bêxweda û bêxwedîbûn! Belê, Helebçeyê belê…Nizanim piştî ku tu xwîn giriyayî û şûn de te çavên xwe bi xwînê kil kiriyî gelo, serê biskên te yên kut e bi ser pênchezaran de kur kiribû gihîştiye ser sînga te dîsa?..

Nizanim çima dipirsim, lêbelê dizanim ku keçên kurd di hijdehsaliya xwe de agir bi dilê evîndarên xwe dixin Helebçeyê. Bi hesreta kilên di çavên keçên te de zuha bûne têm çavên te yarê. *16.03.2006

15.03.2006, Azadiya Welat

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Polisan di merasima cenazeyan de kesekî din birîndar kir

ad

Fermandarê pêşmergeyan ê li Kobanî sipasiya YPG'ê kir

ad

Catalunya Es Espanya

ad

Fotoyên ji maça Diyarbekir BB'yê

ad

Başûr: Em bê şert ji diyalogê re amadene lê, dest ji referandûmê bernadin

ad

Ji Bo Ked û Demokrasiyê Yekitiya Hêzê hat avakirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname