Diyarname
Walîtiyên Culemêrg, Riha, Mêrdînê çalakiyên pîrozbahiya Newrozê qedexe kiribûn niha bajarên Stenbol, Şirnex, Mêrsîn, Dêrsim û Qers jî li wan hat zêdekirin.
Stenbol
Komîteya Amadekar a Newrozê ji bo li Bazara Gel a Bakirkoy Newrozê pîroz bike serî li Walîtiya Stenbolê dabû. Lê Walîtî ragihand komîteyê ku ew destûrê nadin. Li ser vê yekê Serokê Komîteya Amadekar Suat Çorlu û endamên komîteyê ligel Hevserokên HDP'ya Stenbolê Ayşe Erdem û Cesim Soylu û Mebûsa HDP'ê ya STenbolê li avahiya HDP'ê daxuyanî dan çapemeniyê.
Serokê Komîteyê Çorlu got walîtî bi van gotinan Newroz qedexe kiriye: "Li welatê me piştî êrîşên terorê û xesasiyeta li nav civakê derketiye holê, ji bo yên beşdarî çalakiyê bibin jî di nav de îhtîmal e ewlehiya civakê xira bibe loma guncan nehatiye dîtin."
Her wiha Çorlu got ku Emniyetê gotiye derveyî 21'ê Adarê tu roj ew destûrê nadin, li ser vê wan gotiye wisa be ew dê roja 21'ê mehê pîrozbahî bikin lê dîsa destûr nedane. Çorlu got ku ew vê biryarê napejirînin û bi diruşma "Her der Newroz, her der berxwedan" ew bang li gel dikin ku li her navçeyê Newrozê pîroz bikin.
Bajarên qedexe
Serê pêşî Walîtiyên Culemêrg, Riha, Mêrdînê çalakiyên Newrozê qedexe kiribûn. Walîtiya Mêrdînê ji bo 30 rojan çalakî qedexe kiribûn. Piştî van bajaran li Farqîna Amedê, li Mêrsîn, Dêrsim, Qers û Bazîda Agirî jî biryara qedexeyê hat.
Ayhan ji Wezaretê pirsî
Mebûsê HDP'ê Îbrahîm Ayhan li ser qedexeya çalakiyên Newrozê pirsiyarnameyek da Wezareta Karên Hundir û bersiva pirsên, "Sedemên bingehîn ên qedexekirina Newrozê çi ne? Bûyerên ku mimkûn e di rojên 17-18-1920'ê adarê de çêbibin, çawa diyar e dê 21'ê mehê çênebin?"
**
Nûçeya eleqedar:
- Qedexe bi ser qedexeyan de tê
**
REKLAM
- Ji Kurt Tarîhî 'Kurd û Kurdistan'


