Diyarname
Di Turkcell Super Lîga Tirkiyeyê de Sivasspor têk çû, Beşîktaşspor bi 4-1 Ankaraspor têk bir û bû lîderê nû.
Ji bilî maça Kayseri û Gaziantep hemû maçên di Turkcell Super Lîga Tirkiyeyê de hatin lîstin. Encam bi vî awayî çêbûn:
Gençlerbirligi - Hacettepe: 3 - 1
Sivasspor - İstanbul B.B.: 1 - 2
Ankaraspor - Beşiktaş: 1 - 4
Fenerbahçe - Denizlispor: 1 - 0
Galatasaray - Ankaragucu: 1 - 0
Kocaelispor - Trabzonspor: 1 - 3
Bursaspor - Konyaspor: 3 - 0
Eskişehirspor - Antalyaspor: 2 - 0
Heta berî lîstina van maçan Sivasspor yekemîn bû lê li hemberî İstanbul B.B'yê têk çû. Tîmê duyemîn Beşîktaş di rêza duyemîn de bû û bi serketina li hemberî Ankarasporê re pûanên xwe derkxist 62'yan û bû yekemîn.
Ji bo bi dawîbûna lîgê ya ji bo îsal sê hefte mane û di dawiya sê hefteyan de dê şampiyon diyar bibe. Heta niha avantaj di destê Sivasspor de bû û niha avantaj ket destê Beşîktaşê.
Her wiha piştî sê hefteyan sê tîmên ku dê ji Lîga Super bikevin jî diyar bikin. Ji niha de diyar bû ku Hacettepe dikeve, wekî tîmê duyem jî hema bibêje Kocaelispor ketiye.
Wekî notek: Ji tîman zêdetir siûda Beşîktaş û Sivassporê ji bo şampiyoniyê heye. Sivasspor bi nasnameya xwe ya neteweperest tê nasîn, Beşîktaş jî bi nasnameya xwe ya 'Tîma gel', helbet zêdetir ji aliyê hezkiriyên wê ve tê nasîn. Di çalakiyên 1'ê Gulanê ya pîrozkirina Roja Kedkarên Cîhanê de alîgirên Beşîktaşê jî bi alên xwe derketin qada Taksîmê û 1'ê Gulanê tevî karkeran pîroz kirin.


