Diyarname
Daxwaza Zanîngeha Stenbolê ya avakirina "Navenda Lêkolîna Zimanê Kurdî" ji aliyê YOK'ê ve hate erêkirin.
Serokê Lijneya Hîndekariya Bilind (YOK) Prof. Dr. Yusuf Ziya Ozcan da zanîn ku wan daxwaza Zanîngeha Stenbolê erê kiriye.
Ozcan li ser pirsa rojnamegerekî ya li ser mijarê wisa got: "Ji Zanîngeha Stenbolê daxwaza vekirina Navenda Lêkolînê ya Zimanê Kurdî hatibû. Me ev daxwaz erê kir. Ew dê kengê, di nav çiqas demî de vê navendê vekin ez nizanim. Daxwaz hat, me di civîna YOK'ê de ev daxwaza wan nirxand û erê kir. Ev erêkirin me ragihand Zanîngeha Stenbolê".
Wekî notek: Di sala 2001'ê de bi dehezaran xwendekaran xwestibû ku li zanîngehan beşên zimanê kurdî vebin û bi vî awayî daxwazname dabûn rektoriyan. Payîza borî de Baroya Amedê serî li Zanîngeha Dîcleyê dabû û xwestibû ku li zanîngehê Beşa Kurdolojiyê vebe. Her wiha ev nêzî salekê ye mijara vekirina Kurdolojiyê ya li zanîngehan di rojeva Tirkiyeyê de bû.


