Diyarname
Tîma Jinan a Fûtbolê ya Amedsporê di encama maçên bendavê de bi ser ket û bû şampiyon. Bi vê şampiyoniyê tîm ji Lîga 3'yemîn derbasî Lîga 2'yemîn a Tirkiyeyê bû.
Tîma Jinan a Fûtbolê ya Amedsporê di Lîga 3'yemîn Koma 8'emîn de dilîst. Tîmê bi 55'an pûanan bi yekemînî lîg temam kir û ji bo derbasî Lîga 2'yemîn bibe mafê lîstina "Maçên Bendavê" bi dest xist. Di van maçan de tîm her bi ser ket û maça dawî roja 4'ê vê mehê li Konyayê ligel Bursa Halk Oyunlari lîst. Tîma Amedê bi 5-3 bi ser ket û derbasî Lîga 2'yemîn bû. Berî vê maçê tîma Amedê di Maçên Bendavê de Denizli Hanbat spor têk biribû.
Tîmek din ku wê jî Maçên Bendavê dilîst Tîma Fatih Vatanspor ew jî ligel tîma Amedê derbasî Lîga 2'yemîn bû.
.jpg)


