Diyarname
ÎFSAK îro 22'yemîn car Festîvala Kurtefîlman a Navneteweyî li dar dixe. Festîvala ku heta 11'yê mehê dê lidar be, kurtefîlm li Salona Enstîtuya Goethe (li Beyogluya Stenbolê ye) dê bêne nîşandayîn.
Festîval ev du sal e Xelata Kedê ya Sînemayê dide kesên keda wan ketiye nava sînemayê ku îsal vê xelatê dide rexnegira sînemayê Sevin Okyay û dîrokzanê sînemayê Giovanni Scognamillo.
Çalakiyên di festîvalê de û nîşandayîna kurtefîlman bê pere ye. Di nav bernameyê de hilbijêrek ji fîlmên metrajdirêj, belgefîlm û kurtefîlmên Belmin Soylemez jî hatine bi cih kirin. Belmîn Soylemez ku li Tirkiye û derveyî Tirkiyeyê bi fîlmên xwe xelat girtine niha ew fîlm bi ser vê festîvalê re careke din xwe digihînin temaşevanan.
Hilbijêrek din a li nav festîvalê jî li ser belgefîlmên derhêner Hasan Ozgen e. Ozgen ji bo pêşketina belgefîlmên Tirkiyeyê ked daye, belgefîlm kişandine. Her wiha belgefîlmên nivîskar û derhenêr Umit Kivanç jî di vê çarçoveyê de têne nîşandayîn.
Hilbijêra kurtefîlman a Hîsarê, fîlmên ji Kurtefîlmên Festîvala Fîlman a Nunberg Tirkiye-Almanyayê hatine hilbijartin jî ketine nava bernameyê.
Ji gotûbêjan yek jê jî gotûbêja Hasan Ozgen, Umit Kivanç, Zeynep Unal e ku moderatoriya we dê Riza Kiraç bike.
Di festîvalê de pêşbaziya kurtefîlman jî heye ku kurtefîlmên bi ser bikevin dê roja 12'yê mehê xelatên xwe bigirin û ev kurtefîlm rojên 17-18'ê mehê li Navenda Çanda Bariş Manço ya li Kadikoyê dê careke din bêne nîşandayîn.
Ji bo hemû bernameyê:


