Diyarname
Yek ji girîngtirîn helbestvanê kurd Abdullah Peşêw e. Wî heta niha deh pirtûkên helbestan weşandine. Niha ji wan 4 jê ji soranî kirin kurmancî û wekî cildeka 1'em weşandin.
Weşanên Peywend bi rêzeya "Hemû Berhemên Abdulla Peşêw" gavek girîng avêt û dest pê kir helbestên wî ji soranî kirin kurmancî. Di her gavê de (werger, gotina dawî, sazkirina rûpelan heta bergê) ligel Peşêw tevgeriyan û her ku Peşêw erê kir ber bi gavek din ve çûn. Zulkuf Ergun helbestên Peşêw ji soranî kirine kurmancî. Di vê gavê de çar pirtûkên pêşî wekî pirtûkek, bi cildek stûr û xweşik hatine çapkirin. Pirtûk bi navê "Şevnameya Şaîrekî Têhnî" hatiye weşandin û di vê cilda 1'em de ev çar pirtûkên Peşêw cih digirin: "Hêsîr û birîn", "Pûta Şikestî", "Şevnameya Şaîrekî Têhnî" û "Diwazdeh wane ji bo zarokan û çend şiîrên qedexe".
Di dawiya vê cildê de hin wêneyên Peşêw ên ji demên cur bi cur jî wekî albumek di pirtûkê de hatiye bi cih kirin.
Peşêw ku di sala 1946'an de li Hewlêrê hatiye dinê, helbesta xwe ya pêşî di sala 1963'yan de nivîsiye ku di rojnameyeke li Hewlêrê de hatiye weşandin û dîwana xwe ya pêşî jî di sala 1967'an de li Kerkûkê weşandiye. Heta niha 10 pirtûkên wî yên bingehîn hatine weşandin. Helbestvanê mezin Abdulla Peşêw li Fînlandiyayê dijî.
Û vaye helbestek ji dîwanê:
"Waneyê Heftem
Zarokno,
Destgirtiya min kevokeke Diyarbekirê ye.
Evîndara çiya û qaqiboya kewê û rengê berfê ye
Bo veguhestina wê
Min zincîreya çiyan xelek xelek birî.
Min salname per per dirî."


