Diyarname
Di dîroka dengbêjiya kurdan de Evdalê Zeynikê pîrê dengbêjên kurd e. Niha li ser Evdalê Zeynikê belgefîlmekî hat kişandin.
Rojnameger û nivîskar Bulent Gunduz li ser dengbêjê navdar, pîrê dengbêjan Evdalê Zeynikê belgefîlmekî kişand. Belgefîlm yekem car di 26’ê vê mehê de wê li Parîsê derkeve pêşberî temaşevanan.
Ji bo kişandina belgefîlm Gunduz tevî komeke ji 15 kesan pêk hatî çû gundê Kosa ku girêdayî navçeya Qereyazîya Erzeromê ye. Komê hem li wê derê hem jî li gundê Qanciya ku gora Evdalê Zeynikê li wê derê ye dîmen ji bo belgefîlm kişand.
Mîrê bilurê Egîdê Cimo ji Êrîvanê hat gundê Kosa û li gundê Qancîya li ser gora Evdalê Zeynikê kilamên Evdal bi enstrumantên xwe yên herî baş ve lê xist. Dengbêj Zahiroyê Mûşê, Xenîyê Qereyazîyê, dengbêj Apê Bekir, Marûf, Gazin, Şemdîn û Nivîskar Haydar Gunduz bi kilam û leyzên xwe yên bêhempa reng dan belgefîlmê Evdalê Zeynikê. Ji bo zindîkirina rola Evdalê Zeynikê dengbêj Xeniyê Qereyaziyê lîst.
Ji bo belgafîlm bi dehan kesî re hevpeyvîn li gund û bajarokên Serhedê hatine kirin, li Ewropayê bi alîkariya nivîskar Gunay Aslan, hunermend Delîl Dîlanar û hin kesên din li ser felsefeya dengbêjiyê ya Evdalê Zeynikê hate sekinîn û ev yek li belgefîlm hatin kirin.
Bi giştî li Wan, Bazîda Agiriyê, Çiyayê Araratê versîyona Îdir û Bazîdê, li Îdir, Agirî, Toprakkale, Tûtax, Xamûr û li Xinûs, Tekman, (Tatos) Qereyazî, Belçîka û Parîsê her wekî din li Serhedê gelek gundên ku Evdal lê geriya ye belgefîlm hat kişandin. Her wi
ha derhêner di belgefîlm de jinên dengbêj jî derxistiye pêş.
Belgefîlm di bin derhêneriya Gunduz de ji aliyê Post-produksiyon ve hatiye kişandin û muzîka wî hunermend Delîl Dîlanar çêkiriye.
Derhêner Bulent Gundez ji bo belgefîlm wisa dibêje: “Hûnê xwe di nav temaşeyên ku sed sal berê Evdal lê jiyaye de hîs bikin.”
Belgefîlmê zimanê wî bi kurdî pêşî wê li Parîsê galaya xwe li dar bixe û dûre li Tirkiyeyê li hin cihan bê nîşandayîn. Li Tirkiyeyê dê bi jêrnivîsa tirkî bê nîşandayîn.
Kunye:
Nav: Evdalê Zeynikê
Derhêner: Bulent Gunduz
Derhênerê Dîmenê. Ercan Ozkan
Dem: 72 deqîqe
Ziman: Kurdî
Galaya fîlm:
CÎH: CLUB DE L’ETOİLE
14 RUE TROYON
75017 PARIS
DÎROK: 26.01.2010
SAET: 18.00
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


