logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

Termên îdarî

Ezê berêkê da van têgîn û peyvên ku ji sedî heştêyê wan bi şaşî hatine wergerandinê, ji nûve vergerînim û li cîhê pêdivî

  • Dîrok: 02/03/2011
  • Beş: NÎQAŞ

Perwîzê Cîhanî 

Ezê berêkê da van têgîn û peyvên ku ji sedî heştêyê wan bi şaşî hatine wergerandinê, ji nû ve vergerînim û li cîhê pêdivî da şirove bikim. Her çend ku ridên û meqes û mûkar ketîye destên nûkaran, lê emê jî kevkîyekî bavêjin vê keloçka xiloxaro. Xudê dawîya zimanê kurdî bîne ser xêrê û evê malika helbesta Xanî bibihê û bipejirîne, ku dibêje:
Ya reb mede destê xelkê nasaz
Vî şahidê dilrubayê tennaz

Fermo ev e pêncî peyvên despêkê. Peyvên dî jî dê bere bere bên venêrrînê.
Her bijîn
 

Têgînên Dîwanî
Şemaya Kargêriyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (Diyarbakır Büyükşehir Belediyesi Yönetim Şeması)
Nimûndeya Kargêrîya Şaredarîya Bajarê Mezin- Amedê

Balkêşî:
• Schema peyvek înglîsî ye, kurdî ya wê nimûnde ye. Nimûnde ji radera nimandin tê.
• Li hevbendîya navên jorê da pêdivî nîne ku em veqetandek yan pênaseya mêzatîyê li pêş navê Amedê da bînin. Li bara rêzimanî da peyva Amed li vê hevbendîyê da dibe (aposition) ji bo hevnbenda „bajarê mezin“ .  Ji xwe berî wê peyvê, sê peyvên şema (nimûnde), kargêrî û şaredarî yê  veqetandek (pênaseya) mêzatîyê vergirtine û hevbenda „bajarê mezin“ şiroveye ji bo Amedê û Amed aposition e ji bo « Bajarê mezin », êdî pêdivî nîne ku veqetandeka mêzatîyê li pêş peyva Amedê da bê.

• Li  cîhê şube ya erebî/turkî da sê peyvên kurdî yên resen hene: şax, çiq, pişk. Mirov dikare ji hersêkan yekê bibijêre.
• Li cîhê Müdürlüğü ya turkî da ji mêjveye ku kurd peyva birêveberî yan jî kurtkirî rêveberî/rêvebirî  bi kar dibin. Duruste ku peyva gerînendetî  kurdî ye, lê ew peyveke giranrabêj e, wate telefuza wê giran e û herwisan  kurd zor kêm ewê peyvê bi kar dibin. Hemû kurd peyvên rêber û rêveber û rêveberatîyê nas dikin.

1. GERÎNENDETIYA PÊŞXISTINA DERFET Û PARDARIYÊ (Kaynak Geliştirme ve İştirakler Şube Müdürlüğü
Rêvebirîya şaxê pêşxistina jêder û hevparîyê
2. ALÎKARÊ SEKRETERÊ GIŞTÎ (DARAYÎ) (Genel Sekreter Yardımcısı (Mali)
Destiyayrê rêvebirîya giştî pişka darayî yê
3. ALÎKARÊ SEKRETERÊ GIŞTÎ (KARGÊRÎ) (genel sekreter Yardımcısı (İdari)
Destiyayrê rêvebirîya giştî pişka dîwanî
4. ALÎKARÊ SEKRETERÊ GIŞTÎ (TEKNÎK) (Genel Sekreter Yrd. (Teknik)
Destiyayrê rêvebirîya giştî, pişka teknîkê
5. CIVATA ŞAREDARIYA BAJARÊ MEZIN (Büyükşehir Belediye Meclisi)
=
6. ENCUMENA ŞAREDARIYÊ (Belediye Encümeni)
=
7. GERÎNENDETIYA ARŞÎV Û KARÊN NIVÎSÊ (Yazı İşleri ve Arşiv Şb.Md.)
Rêvebirîya şaxê nivîsar û nivîshildankê
nivîshildank= arşîv 
8 . GERÎNENDETIYA ASTENGDARAN (Engelliler Müdürlüğü)
Rêvebirîya nivîşkanan
Eger engellî bi wateya kesên ku pirsgirêkên wan yên civakî û ramiyarî hene bête gotin, peyva astengdar baş e, lê eger engellî bi wateya kesên ku pirsgirêkên wan yên bedenî hene hatibe gotinê, peyva nivîşkan baştir e.
9. GERÎNENDETIYA AVADANÎ Û BAJARSAZIYÊ (İmar ve Şehircilik Şb. Müdürlüğü)
Rêvebirîya bajarsazî û avadanîyê
10. GERÎNENDETIYA AVÊTIYÊN HIŞK Katı Atık.Şb. Müdürlüğü.
Rêvebirîya karûbarên kirs û kewalên hişk
(Rêvebirîya karûbarên bermayîyên hişk)
11. GERÎNENDETIYA BUDCE Û FÎNANSÊ (Bütçe ve Finans Şube Müdürlüğü)
Rêvebirîya şaxê darayî û bûdceyê/bûdcê
12. GERÎNENDETIYA BUROYA PARASTIN PÊKANÎN Û VENÊRÎNÊ KUDEB (Koruma Uygulama ve Denetim Bürosu Şube Müdürlüğü)
Rêvebirîya şaxê nivîsîngeha bernamerêjî û hêvişandin û venêrrînê
13. GERÎNENDETIYA CIVAT Û ENCUMENÊ (Meclis ve Encümen Müdürlüğü)
Rêvebirîya civat û encumenê
14. GERÎNENDETIYA ÇAND Û TURÎZMÊ (Kültür ve Turizm Müdürlüğü)
Rêvebirîya ferhengî û geştiyarîyê
Balkêşî:
Peyva çand, peyvek nûsazbûyî ye, ku ji wateya duwem ya peyva culture ya înglîsî hatîye wergerandinê. Lê hê ji mêjve ye, ku kurd û îranî peyva ferhng li cîhê kultura înglîsî da bi kar dibin. Peyva ferheng ya ku niha kurd û îranî bi kar dibin ji zimanê pehlevî hatîye vergirtinê. Ferheng wate hemû rê û rism û rabûn û rûniştin û ziman û toreya gel yan neteweyekê. Peyva ferheng ya ku em ji bo pirtûka peyvan jî bi kar dibin, li binêşê da navê wê ferhnga peyvan e,  lê bi kurtî bûye ferheng. Niha jî fars dibêjinê ferhengê zeban yan ferhengê luxat… Peyva çand li kurdî da zortir ji çandinî û berhemên cotkarîyê û werzigarîyê ra tê gotinê. Baştir e kurdên bakûr jî  peyva ferheng bi wateya kulturê bi kar bibin. Wek hate gotinê peyva çand wateya duwem ya kulturê ku kiştûkal û çandinî ye  dide, ne rê û rism û tore û ziman…
Tûr jî di kurdî da tê bi wateya geşt û gerîyan û seyranê. Ew jî ji mêjveye ku kurd ji tûrîzmê ra geştiyarî dibêjin.
15. GERÎNENDETIYA ÇÊKIRIN Û SEXBÊRIYÊ
(Yapım ve Bak. Şube Müdürlüğü)
Rêvebirîya çêkirin û sexbêrîyê
16. GERÎNENDETIYA DABÎNKIRIN Û SEXBÊRIYA MAKÎNEYAN (Makine İkmal Bakım Onarım Şube Müd)
Rêvebirîya bidesxistin  û nûjenkirina  makîneyan
Balkêşî:
peyva dabîn ku soranî bi kar dibin, ji taimîn/teimîn ya erebî hatîye terişandinê û rîşeya wê li zimanê kurdî da tune ye. Kurd dibêjin me filan tişt bi dest xist, yan bi destve anî.
17.GERÎNENDETIYA DAHATAN (Gelirler Müdürlüğü)
Rêvebirîya dahatan
18. GERÎNENDETIYA DESTEKA GUHÊZBAR Û EMBARKIRINÊ (Taşınır Destek ve Stok Şb. Md.)
Rêvebirîya şaxê arîkarîya guhestin û embarkirinê
19. GERÎNENDETIYA DESTÛRDANÊ (Ruhsat Şube Müdürlüğü)
Rêvebirîya şaxê destûrdanê
20. GERÎNENDETIYA GIŞTÎ YA KARGÊRIYA AV Û SOLÎNAN A AMEDÊ (Diyarbakır Su Ve Kanalizasyon İşleri Genel Müdürlüğü) (DİSKİ)
Rêvebirîya karûbarên giştî ya av û kêzînên Amedê
Balkêşî:
(peyva kêzîn li kurdî da bi wateya kanalên avê ye. Li folkora kurdî da jî gelek caran hatîye. Bo nimûne:
Hesenîko qurban kanîya gundê me (bi) kêzîn e, destekî min cere yek misîn e…Hesenîk û Asê)
21. GERÎNENDETIYA GORISTANAN (Mezarlıklar Müdürlüğü.)
Rêvebirîya goristanan
22. GERÎNENDETIYA HALAN (Haller Müdürlüğü)
Rêvebirîya pişka meydanên mêwe û pincaran
23. GERÎNENDETIYA HÊŞÎNGEH (Yeşil Alanlar ve Fidanlık Şb. Müdürlüğü.)
Rêvebirîya karûbrên şênatî û hêşîngehan
Balkêşî:
peyva şên li kurmancî da xudanê çend wateyan e. yek ji wateyên wê xweşikî û ciwanîya keskatî û bi darûbarbûnê dide. Bo nimûne dibêjin: filan gund gundekî şên e. wate darûbar û keskatî û gul û gîyahên wê hene. Peyva şên digel şayîyê da jî tê: filankes îro pirr şên û şa dîyar dike. Şêna kurdî beranberî Xurrema farsî ye, ku hem bi wateya keskatîyê ye û hem jî bi wateya şadî û rûgeşîyê tê.
24. GERÎNENDETIYA HEVAHENGIYA VEGUHASTINÊ (Ulaşım Koordinasyon Müdürlüğü)
Rêvebirîya…
25. GERÎNENDETIYA JÊRXAN Û HEVAHENGIYÊ (Altyapı Koord. Şube Müdürlüğü)
Rêvebirîya şaxê hevahengîya jêrxanan
26. GERÎNENDETIYA JIMÊRYARIYÊ (Muhasebe Şb.Md.)
Rêvebirîya jimêryarîyê
27. GERÎNENDETIYA JIN Û MALBATAN (Kadın ve Aile Müdürlüğü.)
Rêvebirîya jinan û malbatê
28. GERÎNENDETIYA KARÊN DANESAZIYÊ (Bilgi İşlem ve Bilgi Yönetimi Müdürlüğü)
Peyva danesazî mirovî ji wateya wê ya binêşeyî dûr dixe. Rastîya wê sazdan e.
Rêvebirîya karûbarên zanistî û zanista kargêrîyê
Yan jî: rêvebirîya karûbarên sazdanên zanistî û kargêrîyê
29. GERÎNENDETIYA KARÊN ÎDARÎ (İdari İşler Şube Müdürlüğü)
Rêvebirîya şaxê karûbarên dîwanî
30. GERÎNENDETIYA KARÊN PERWERDEHIYÊ (Eğitim işleri Şube Müdürlüğü)
Rêvebirîya şaxê karûbarên perwerdehîyê
31. GERÎNENDETIYA KARÊN TENDURISTIYÊ (Sağlık İşleri Şb. Müdürlüğü)
Rêvebirîya…
32. GERÎNENDETIYA KARÊN VETERÎNERÎ Û VENÊRÎNA XWARDEMENIYÊ (Veteriner İşl. ve Gıda Kont. Müdürlüğü)
Rêvebirîya karûbarên sexbêrîya xarekê û terşvenêrîyê
Balkêşî  1. :
peyva xwardemenî ji bo gel peyvek nenas e. Lê peyva xarek ji radera xwarinê tê û nav e ji bo xwarinê. Xwarin rader e, hem  jî nav e. Lê  xarek tenê nav e û li cîhê gida ya turkî ku ew jî ji xedhaغذا  ya erebî hatîye wergirtinê digre. Peyva xarek peyvek kurdî ya resen e û gelk caran li  folklora kurdî da jî hatîye . Bo nimûne gotinek pêşîyan dibêje : kirik û xarek bira ne.
Peyva terşvenêrî peyvek hevbend e, ku ji çar pişkan pêk tê: treş+ve+nêr+î
Pişka yekem wate heywan bi giştî û pez bi taybetî. Pişkên dî jî dibe venêrînî, ku wateya wê dîyare. Mirov dikare vê peyvê li cîhê beytarî ya erebî da bi kar bibe. Terşvenêr wate beytar. Li gundê me da du terşvenêr hene. Ew li terş û tiwalên gundîyan vedinêrrin.
Balkêşî 2.
Li kurdî da, kesên ku bisporê hespan bin, ji wan ra  „MEYTER“ dibêjin. Peyva beytara erebî û meytera kurdî bêgotin yek ji yeke din hatîye vergirtinê, lê lêkolînek berfireh pêdivê, da ku mirov bipeytîne, ka kîjan ji kîjanê hatîye  vergirtinê.

33. GERÎNENDETIYA KARÊN XIZMETKIRÎNÊ (Hizmet Alımı İşlemleri Müdürlüğü)
Rêvebirîya xizmet û amadekarîyê
34. GERÎNENDETIYA KARGÊRIYA OTOBUSAN (Otobüs İşletme Şb.Müdürlüğü)
Rêvebirîya karûbrên otobûsan
35. GERÎNENDETIYA KIRÎNÊ (Satın Alma Şube Müd)
Rêvebirîya pişka karûbarên kirrîn û firotinê
36.GERÎNENDETIYA KONSERVATUARÊ (Konservatuar Şube Müdürlüğü)
Rêvebirîya…
37.GERÎNENDETIYA LÊGERÎN Û RIZGARKIRINÊ (Arama Kurtarma Müdürlüğü)
Rêvebirîya pişka lêgerîn û rizgarîyê/rizgarkirinê
38. GERÎNENDETIYA MIDAXILEYÊ YA AGIRKUJIYÊ (İtfaiye Müdahale Şb. Müd)
Midaxile peyvek erebî ye.
Rêvebirîya pişka hawarî û agirkujîyê
39. GERÎNENDETIYA NIVÎSGEHA TAYBET (Özel Kalem Şube Müdürlüğü)
Rêvebirîya pişka defterdar û venivîsan
40. GERÎNENDETIYA NÎGARSAZÎ Û VESAZKIRINA BAJÊR (Kentsel Tasarım ve Dönüşüm Şube Müdürü)
Rêvebirê  pişka nitilandin û ciwansazîya bajarî
41. GERÎNENDETIYA OTOGAR Û OTOPARKAN (Otogar ve Otoparklar Müdürlüğü)
=
42. GERÎNENDETIYA PAQIJIYA JÎNGEHÊ (Çevre Temizliği Şb.Md.)
Rêvebirîya pişka paqijiya jîngehê
43. GERÎNENDETIYA PARASTIN Û EWLEKARIYÊ (Koruma ve Güvenlik Şb.Md.)
Rêbebirîya …
44. GERÎNENDETIYA PARASTIN Û VENÊRÎNA JÎNGEHÊ (Çevre Koruma Kontrol Şb.Md)
Rêvebirîya…
45. GERÎNENDETIYA PERWERDEHIYA PÎŞEYÎ (Mesleki Eğitim Müdürlüğü.)
Rêvebirîya…
46. GERÎNENDETIYA PERWERDEHÎ Û ŞIYANMENDIYA MIROVÎ (İnsan Kaynakları Şb. Müdürlüğü)
Rêvebirîya perwerde û şîyanmendîya mirovî
47. GERÎNENDETIYA PÊŞXEBATA PROJE Û AVAKIRINÊ (Etüt Proje ve Yapım Şube Müdürlüğü)
Rêvebirîya lêhûrbûna bernama avahîsazîyê
48. GERÎNENDETIYA PÊWENDIYÊN GIŞTÎ (Halkla İlişkiler Müdürlüğü)
Rêvebirîya peywendîyên giştî
49. GERÎNENDETIYA PÊZANÎNÊN COGRAFÎ Û NEXŞESAZIYÊ (Harita ve Coğrafi Bilgiler Müdürlüğü)
Rêvebirîya agadarîyên erdnigarî û nexşekêşanê
Balkêşî:
Li zimanê kurdî da peyva nexşekêşan yan nexşekişandin heye, nexşesazî tuneye. Saz ji rîşala duwem ya saxitenê tê. Saz zortir ji bo karên saxtumanî û ramîyarî tê bi karbirnê. 
50. GERÎNENDETIYA PIRTÛKXANEYAN (Kütüphaneler Şube Müdürlüğü)
Rêvebirîya pişka pirtûkxaneyan

perwiz3@hotmail.com

 

***

 

Nivîsên di vê NÎQAŞ'ê de hatine weşandin:

-  Beghyanî Shadî Sharîn: Ji bo Komîsyona Zimannasan
- Perwîzê Cîhanî: Çend gotinên min li ser peyvên şanoyê
- Çiya Mazî: Ne hewceye ji bo peyvek mirov bêje “xwelî li serê me”
-
Termên muzîkê li benda nirxandina we ne
- Cihan Roj: Dar barê têgehên hunerî de
-
Fêrgîn Melîk Aykoç: Di afirandina navdêrên nû de rêgezên zanistî
- Peyvên HUNERÎ li benda nirxandina we ne
- Li ser van peyvan gotina we çi ye? (Pevyên li ser ŞANO'yê)
- Derfetên zimên û afirandina têgehan
- Mazhar Gunbat: Termînolojiya kurmancî û rexneyek
- Fêrgîn Melîk Aykoç: Têgînên ji bo saziyên civakî
- Azad Zal: Termînolojiya siyaset û brokrasiye Kurdî
- Azad Zal: Lîsteya kesêm ku beşdarî Komxebatê bûne
-
Cihan Roj: Destên zimên li pêsîra me ye
- Vane 263 termên îdarî yên hatine standardkirin
- 'Bila Saziya Zimanê Kurdî bê damezirandin'
- Nîqaşek li ser peyvên îdarî 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
NÎQAŞ - Nivîsên Dawî
news
  • 11 09 2013

Ez çi dibêjim, tu çi dibêjî…

news
  • 09 09 2013

Kurtenêrînek ji bo dîroka Komeleya Nivîskaran

news
  • 04 09 2013

Kongreya Netewî ya Kurd careke din hat taloqkirin

news
  • 31 08 2013

Çarenûsa Komeleya Nivîskarên Kurd

news
  • 31 08 2013

Agahdariyek derbarê Konferansa Nivîskaran ya Îzmîrê de

news
  • 30 08 2013

Gelo Komeleya Nivîskarên Kurd tê girtin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Pêşangeha Wêneyan a Tahir Elçî vebû

ad

Festîvala Fîlmên Karkeran tê

ad

Romana kurdî bi çavê keçeke misrî (Vidyo)

ad

Îlham Ehmed: Em libenda ENKS'ê ne nakokiyên xwe bidawî bike

ad

Berendamê Akdenîzê M. Fazil Turk e

ad

Li Kantona Cizîrê kampanyaya çandina daran

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname