logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Kongreya Sûriyeya Demokratîk

Kongreya Sûriyeya Demokratîk ji bo çareseriya qeyrana Sûriyê di 8-9’ê kanûnê (berfanbarê) de li Kantona Cizîrê bi beşdar

  • Dîrok: 13/12/2015
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Nalîn Dîcle

Kongreya Sûriyeya Demokratîk ji bo çareseriya qeyrana Sûriyê di 8-9’ê kanûnê (berfanbarê) de li Kantona Cizîrê bi beşdariya 103 delegeyên ku nûneriya hemû pêkhateyên Sûriyê dike pêk hat.

Heta niha gelek civîn û konferansên wekî Cinêv, Moskow, Qahîre, Viyana, Riyad hatin çêkirin. Ji van civinan rastiya ku derdikeve holê ew e, hêzên hegemonîk Sûriye kirine meydana şerê berjewendiyên xwe, ji derveyî pêkhateyên Sûreyê her kes pirsgirêka Sûreyê nîqaş dike. Pêşiyên kurdan dibêjin; ‘du serî di qazanekê de nakelin’ îcar di qazana Sûriyê de serî bê hesabin, lewra encama her civînekî ji ya din kambaxtir e.

Her çend civîna Viyanayê hêviya çareseriyek siyasî geş kiribe jî lê piştî demek kin ev xeyal berhewa bû. Xistina Balefira Rusya ya ji aliyê Tirkiyeyê qonaxek nû bû di girêkorka Sûriyê de û dagirkirina axa Iraqê ji aliyê leşkerên tirk ku bû sedema aloziyeke mezin. Van bûyeran bandora erdhejê li ser qelîştonên di navbera eniyê dijber yên hegemonîk heyî kir û qelîştok kûrtir û firehtir kir.

Her çend civîna Viyanayê hêviya çareseriyek siyasî dabe avakirin jî lê di demeke kin de bûyerên ku di asta Şerê Cihanê yê 3’yemîn de qewimîn careke din, bê hêvîtiyeke mezin da avakirin.

Çi ferqa Kongreya Sûriya demokratîk ji civinên din heye?

Cara yekemîn e dinamîkên Sûrî, opozîsyona xwedî hêz û her yek bi rengê xwe li ser axa azad  hatin gel hev û Pirsgirêkên xwe nîqaş kirin, lewra ev kongre pêngaveke dîrokî ye.

Di girêkorka Sûriyê de ezmûna dîrokî derketî ew e ku ji ber opozîsyoneke bi tifaq, ya ku pişta xwe dide dînamîkên xwe yên hundir nebû, lewra şoreşa Sûriyê encam baş negirt. Di vê wateyê de Kongreya Sûriya Demokratik ji bo yekîtiya opozisyoneke pişta xwe dide gelê xwe girîng e.

Beriya Kongreya Sûriya Demokratik wekî pêngava yekemîn, Hêzên Sûriya Demokratîk bi beşdariya 14 hezên cuda di 10’ê Cotmeha (kewçêr) 2015’an de hat avakirin. Avakirina HSD’ê  ji  bo rîzgarkirina hemû xaka Sûriyê, aliyê leşkerî de pêngavek girîng bû.  Di Kongreya Sûriya Demokratîk de Avakirina Meclisa Sûriya Demokratîk jî di qada siyasî û diplomatîk de ji bo nûneriya rast pêngavek dîrokî ye. Çawa ku HSD hêviya rizgarkirina axa Sûriyê ji çeteyan da gelên Sûriyê, Meclisa Sûriya Demokratîk a ku ji 42 kesan pêk tê jî hêviya çareseriya siyasî û avakirina pergaleke demokratîk dide hemû pêkhateyên Sûriyê.

Hişmendiya destpot a Baas Sûriye xist rewşeke şer û malwêraniyê.  Ev hişmendî Baas ya navendî ne li gorî rastiya civaka Sûriyê ya pir rengî û pir çandî ye. Rastiya li ser erdê heye nîşan dide ku êdî pergalek navendî  ne gengaz e, lewra pergalek federal ya li ser bingeha mafê hemû pêkhateyan, li ser zemîneke jiyana hevbeş û welatekî hevpar civakeke pirengî û pir çandî şert e.

Hêzên xêrnexwaz yên ku Kongreya Sûriya Demokratîk hezim nekirin, di 10’ê Kanûnê roja yekemîn ya ya Hefteya Mafê mirovan de komkujiyek mezin li bajarê Til Temirê pêk anîn ne tesaduf e.  Li Til Temir kurd, ereb, suryan û hwd. jiyan dikin, ev êrîşa hovane  li ser mozîka gelan Til Temir êrîşa li ser hemû pêkhateyan e.

Pêkhateyên kurd, ereb û suryanî li hember çeteyên para xwe ji mirovahîyê negirtine di Kongreya Sûriya Demokratîk de hêza xwe kirin yek, lewra komên çete û alîgirên wê yên tehemul wan ji pir rengiyê û biratiya gelan re nîn e li Til Temir komkujî pêk anîn.

Bêguman çawan lehî her tiştî dikare li ber xwe bibe, li hemberî vîna gelan jî tu hêz wê nekare li ber xwe bide. Rihê Til Temir ên vîna hemû pêkhateya temsîl dike, di HSD û Meclisa Sûriya Demokratik de temsîla xwe dike, lewra bûye şevtirska komên çete û hevalbendên wan.

13.12.2015, Azadiya Welat

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Ji Abdulla Peşêw 5 helbest

ad

Zimanê çapemeniya Kurdî

ad

Di play-offa Lîga Ewropayê de jî reqîb diyar bûn

ad

Komeleya Nivîskaran: Dest ji vê polîtîkayê berdin

ad

Min çi got rast derket

ad

Lemanê berga xwe bi zem xemiland

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname