Diyarname
Cîgirê Muşteşarê Wezîrê Karên Hundir ê DYA'yê Brett McGurk got ku di şerê li hemberî DAIŞ'ê de ewê bênavber piştgiriya xwe ya ji bo QSD'ê (Qonseya Sûriyeya Demokratîk) bidomînin.
McGurk di heman demê de nûnerê taybet ê Serokdewletê DYA'yê Barack Obama ye. McGurk hefteya çûyî çû Sûriyê û di vegerê de ji bo AFP'ê axivî. McGurk qala hevdîtina xwe ya ligel serfermandarên QSD'ê jî kir.


