Feleknas Uca
Vê nivîsê di roja salvegera komkujiya herêma Şengelê de, ji bo bîranîna gundên Gir Îzêr û Sîba şêx Xidir dinivîsim.
Di roja 14’ê gelawêja 2007’an de li van gundan bombe teqiyan û bi sedan kes hatin qetilkirin. Bi sedan zarok bê dê û bav mabûn.
Pir jinên ducanî jî bûn hedefa komkujiyê û zarokên wan ên newelidî jî hatin kuştin.
Ez par çûbûm herêmê da ku bibînim ka mirov çawa dikare alîkarî bide gelê herêmê.
Ew dîmen û wêneyên dijwar, yên ku min dîtin ji bîr nabin; Zarokên sêwî, qîrîna dayikan, mij û dûman, bêçareyî, hawara mirovan; Ew dîmenên agir, şewat û qêrîna dayik, zarok, nemaze qîrîna dayika Sanê ya ku mala wê ji zarokên wê re bûbû goristan ji bîr nakim.
Bi taybetî zarokên birîndar ku travma derbas dikirin û li benda tedawiyê bûn. Lê ne cih û jî doktor hebûn; nikarim ji bîr bikim.
Li herêma Şengalê li ber xaniyên şewitî û wêran bi birînên xwe li benda alîkariyê bûn.
Şengal çola Kurdistanê a wêrankirî bû.
Şengal wek çoleke bêxwedî bû û ji hemû terorîstên Tirkiye, Îran û Sûriyeyê re hedef bûn. Ev tişt li Şengalê jî wisa bû. Birîna Gir Îzêr û Sîba şêx Xidir hê jî nehatine pêçan.
Ji ber ku Şengal jî sêwî bû û îro jî sêwiyê Kurdistanê ye, pirsgirêk hîn zindî ye û ji bo çareseriyê, hewcedariya projeyeke netewî divê.
Pirsgirêk bi Kerkûkê ve girêdayî ye. Di rojên dawiyê de li ser referanduma Kerkûkê nûçeyên berfireh belav dibin. Li gor nûçeyan Xala 140’an tenê ji bo Kerkûkê derbas dibe. Lê di eslê xwe de referendûm ji bo Kerkûkê, Şengal, Maxmûr û Xaneqînê hatibû plankirin.
Çima tenê Kerkûk? Ji ber ku dijminên kurdan nedixwestin ku çar bajar beşdarî herêma Kurdistanê bibin?
Ez bawerim, ji ber ku berpirsiyaran pirsgirêk di devê xwe de anî û bir û nikarîbûn ku vekirî navê her çar bajaran bikin zemînê danûstandinên dîplomasiyê, rê ji bo provokasyonan vebû.
Ligel sedemên din û bo vê yekê jî, firsend ket destê dijminên gelê kurd. Komkujiya Şengalê jî yek ji van firsendan bû.
Berê êrîş birin ser Mexmûrê.
Paşê li Xaneqînê çek teqiyan.
Dawiyê de jî bombe li herêma Şengalê bariyan. Lê hewce ye mirov vekirî polîtîka bimeşîne.
Her çar herêm jî yên Kurdistanê ne.
Ji ber vê yekê jî hêzên provokator rê nadin ku bi hêsanî referendum bê lidarxistin. Ev hêz dixwazin ku bi komkujî û êrîşan gelê ku di van herêman de dijîn bitirsînin û bi zorê bixin riya koçberiyê.
Heger ewlekariya van herêman tune be û di berdewamiyê de bombe biteqin, ji bilî koçberiyê riyeke din namîne.
Şengal dinale. Şengal di bin xwînê de ma. Şengal bû hawara dayik û zarokan; qîrîna zarokên sêwî. Şengal bû keleha şehîdan û berxwedana ola qedîm li ser axa Kurdistanê!
Têbinî: Sekretera Giştî ya KESK’ê Sevîl Erol çû ser dilovaniya xwe. Sevîl hevaleke min ya hêja bû. Me pir caran ji bo azadiya gelan û ji bo mafê karkeran milê xwe dabû hev du. Sevîl tenê ne têkoşera sendîkayê, her wiha têkoşera azadiya gelê kurd û tirk bû. Serê gelê kurd û tirk sax be!
feleknasuca@web.de
Ji Azadiya Welat hatiye girtin