logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

Şaredar û Mebûsên kurd li ser sînorê Kobanê ne

Meşa şaredar, mebûs û siyasetmedarên kurd ên BDP/HDP'yî yên ji bo piştgiriya berxwedana Kobanê li Pirsûsa hemberî Kobanî

  • Dîrok: 09/07/2014
  • Beş: Nûçe

Riha

Meşa şaredar, mebûs û siyasetmedarên kurd ên BDP/HDP'yî yên ji bo piştgiriya berxwedana Kobanê li Pirsûsa hemberî Kobanî li dar ket.

Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kantona Kobanê didomin û hilbijêrên HDP û BDP'ê jî di nav de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê û bi hezaran kes li hember êrîşan hatin cem hev. Girse li ber Navenda Çand û Hunerê ya Amara hatin cem hev. Di nav wan de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, parlamenterên HDP'ê Gulseren Yildirim, Nursel Aydogan, Demîr Çelîk, Faysal Sariyildiz, Îbrahîm Bînîcî, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, gelek hevşaredar, endamên meclisên şaredariyan û bi hezaran kesan berê xwe dan gundê Zareta Serxet a navçeya Bêrecûkê. Dê çalakvan li gundê Zareta Serxetê konê deynin. Her wiha di wesayîtan de posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên PKK û YPG'ê hatin daliqandin û welatiyan dirûşmayên; "Bijî berxwedana YPG", "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Kobanê" berz kirin.

ÇETEYAN DERMAN DIKIN

Berî meş dest pê bike Hevseroka HDP'ê Yuksekdag ji bo rojnamegeran axivî û diyar kir ku Kobanê bi hovane hatiye dorpêçkirin û wiha got: "Çeteyên DAIŞ'ê çekên giran ku li Iraqê bi dest xistine, anîne Rojava û bi taybetî jî êrîşî Kobanê dike. Ji bo piştgiriyê em li vir in. Heta niha ev sînor ji bo çeteyan tu tiştek îfade nekirin. Bi rehetî sînor derbas bûn, çek birin û anîn. Birîndarên çeteyan derman dikin. Bi rehetî hatin vir, ev ax wekî baregeha lojîstîk bi kar anîn, çûn û hatin. Ev derfet rasterast ji aliyê dewleta Tirkiyeyê û hikûmeta AKP'ê ve ji bo çeteyan hat dayîn. Lê gel nikare li ser heman sînorî re derbas bibe. Dewleta Tirk bi vê helwesta xwe ve piştgiriyê dide qetlîamê û şer, pêşî li qetlîaman vedike, divê demildest dewlet vê helwesta xwe biguherîne."

Yuksekdag da zanîn ku çete li gelek deveran sînor bi kar tînin û wiha got: "Li gorî agahiyên ku me bi dest xistine, li Hatayê birîndaran dibin û tînin. Birîndarên çeteyên DAIŞ'ê anîne Nexweşxaneya Zanîngeha Mustafa Kemal ya Hatayê. Tê gotin ku hê tedawiya wan didome."

Girse berî ku bigihêje gundê Zareta ji wesayîtên xwe peya bû, posterên Ocalan, alên KCK, YPG'ê hilgirtin û dest bi meşê kirin. Di meşa li ser sînor de bênavber diruşmayên; "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana YPG", "Bijî berxwedana Rojava" berz kirin. Meşa girseyê didome.

Hat gotin ku dê çalakvan li gund konê vedin û heta êrîşa çeteyan raweste dê çalakiya konvedanê bidome.

**

Nûçeyên eleqedar:

- Ahmet Turk: Eger ez ciwan bama ezê biçûma Kobanê minê şer bikira 

- Xelîl Osman: Civandina Kongreya Netewî pêwîstiya herî mezin e 

- Mebûs û Şaredarên HDP û BDP'ê ji bo Kobanê diçin Pirsûsê 

- Ji KNK'ê banga xwedîderketina li Kobanê

- 'Li Kobanî bi sedhezaran kes bêne kuştin wê wijdana Barzanî jî pê biêşe' 

- Salih Muslim: ‘Kobanî têk biçe dê vîna kurd bişkê'

- Pêşverû û Yekîtî: Em ji bo parastina Kobanê amade ne

- Kordînasyona kantonên Rojava tevlî serferberiya Kobanê bû

- Hikumeta Kobanê seferberî îlan kir   


Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news
  • 20 10 2026

5 hezar xwendekaran serî li Zanîngeha Rojava daye

news
  • 19 10 2026

Ji bo kurdî ferman da şaredariyan

news
  • 19 10 2026

FîlmAmed carek din hat taloqkirin

news
  • 18 10 2026

Beşdarî konsera ‘Unreal x Jeton’ bûn: Kesek miriye, du birîndar hene

news
  • 18 10 2026

Ji bo jinan qursa xwendin-nivîsandinê ya bi kurdî dan dest pê kirin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
Ev jî hene
ad

Li Mêrdînê Muzeya Sabanci vêbû

ad

Bi wêneyan roja yekemîn a Raperîna Sivîl

ad

Bazara tasarimê vebû

ad

Nehiştin 'Bakur' bê nîşandayîn

ad

Hevseroka DTP'ê êdî dê bi kurdî biaxive

ad

Pirtûka erotîkê rekoran dişkîne

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname