Diyarname
Serdozgerê Komarê yê Amedê der barê Hevserokê DTP'ê Ahmet Turk de fezleke amade kir û xwest destnedana wî ya mebûsiyê bê rakirin.
Turk di Newroza 2009'an de li Amedê axaftineke kiribû û Serokê PKK'ê Abdullah Ocalan şibandibû Serokê berê yê Afrîkaya Başûr Nelson Mandela. Turk wiha gotibû: "Mandela bi salan di girtîgehê de ma. Piştî ku Mandela azad bû reşik-sipî hatin cem hev û pirgirêk çareser kirin."


