logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî
  3. 'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'
  4. Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike
  5. 4 nîv fînalîstên Lîga Şampiyonan diyar bûn
news-details

Rojnameger li Amedê axivîn: Em bi paş ve gav navêjin

Cemiyeta Rojnamegerên Azad û xebatkarên televîzyonên ku hatin girtin li Amedê hatin ba hev û peyama xurtkirina têkoşînê

  • Dîrok: 30/09/2016
  • Beş: Çapemenî

AMED

Cemiyeta Rojnamegerên Azad û xebatkarên televîzyonên ku hatin girtin li Amedê hatin ba hev û peyama xurtkirina têkoşînê dan.

Bi pêşengiya Cemiyeta Rojnamgerên Azad û bi beşdariya nûner û rêveberên televîzyonên Azadî TV, Jiyan TV, Zarok TV, Van TV, Denge TV, Hayatin Sesî TV, TV10 û gelek sazî û dezgehên din an hatin girtin û rastî astengiyan t3en civîna çapemeniyê hat li darxistin. 

Civîn li Salona Resepsiyonê ya Sûmer Parkê pêk hat. Rêveberên rêxistinên KCD, HDP û DBP ên Amedê, nûnerên saziyên civakî yên sivîl û Hevşaredarên Bajarên Mezin ên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli û parlementerê HDP’ê yê Amedê Ziya Pîr jî amade bûn û piştgiriya xwe eşkere kirin.

Pêşî Hevserokê Cemiyeta Rojnamegerên Azad Haki Boltan axivî û got ku êrîş û girtina li dijî televîzyon û radyoyan pêk hatiye darbeya li dijî çapemeniya azad e û diyar kir ku dê ev darbeya li dijî çapemeniyê wekî deqek rûreşiyê di dîroka Tirkiyê de cih bigire. 

Dûre rojnameger axivîn. Vane hin gotinên wan:


Nûçegihana Van TV a Amedê Hulya Emeç:

Girtina televîzyonan gavek li dijî çand, ziman, nasname û nirxên gelê kurd nirxand.

Tu kes nikare me bi van êrîşan rawestîne û em ê ranewestin. Em bi van êrîş û girtinan natirsin. Yên ku dibêjin wê çapemeniya kurd û xebatkarên wê bitirsin xwe dixapînin. Em ê qet netirsin û nivîsandina rastiyan bidomînin. 


Edîtorê Weşana Giştî yê Azadî TV Îrfan Uçar:

Ev êrîş di dîroka Tirkiyê de wekî şermê dê bê zanîn. Kes nikare me asteng bike. Her ku biçe em ê rojnamegeriyê xurtir bikin û rastiyan derxin holê. Kes bi girtina Azadî TV û Zarok TV bi sernakeve.

Kordînatorê Weşana Jiyan TV Îbrahîm Aslan:

Êrîşa li dijî televîzyona me bêtehamûliya li dijî zaravayên kurdî ye. Me tenê weşana bi zimanê kirmanckî dikir, me daxwaza mafên mirovan, demokrasî û wekheviya gelên demokratîk dikir. Girtina Jiyan TV darbeya li dijî zimanê kirmanckî ye, lê kes nikare dengê gelan qut bike. 

Nûnerê Hayatin Sesî TV ê Amedê Cumhur Daş:

Ev êrîş li dijî çapemeniyê û TV’iyan darbeya li dijî çapemeniyê ye, Emê weşangeriya dengê gelan, karkeran û kedê bidomînin. 

Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Racî Bîlîcî:

Ji ber van televîzyonan hemû rastiya herêm û Rojhilata Navîn dianîn ziman û weşan dikirin hatin girtin. Me wekî ÎHD’ê jî ji van weşanan geşedanên diqewimîn dibihîst. Piştî îlankirina OHAL’ê (Rewşa Awarte) hemû sazî, alî û saziyên çapemeniyê rastî êrîşan hatin lê dê têkoşîna mafên mirovan bi ser bikeve. 

Di dawiyê de Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Parlementerê HDP’ê yê Amedê Ziya Pîr jî axivîn û piştgiriya xwe ya ji bo çapemeniya azad anî ziman. Pîr di axaftina xwe destnîşan kir ku ew ê darbeya li dijî çapemeniyê qebûl nekin û wiha got: “FETO çû niha jî RETO hat.” 

 **

Nûçeyên eleqedar:

- Li ser girtina TV û radyoya agahiyên nû 

- Demîral: Ji bo Zarok TV dîsa vebe çi hewce be emê bikin

- TURKSAT'ê kanalên kurdan girtin 

 


Parve Bike

Youtube Me

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news

H. Kovan Baqî: Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

news
Çapemenî - Nivîsên Dawî
news
  • 19 03 2026

Li Qamişloyê kovareke bi navê “Soryaz” dest bi weşanê kir

news
  • 10 03 2026

Nûbihareke nû li ber destên xwendevanên xwe ye

news
  • 25 02 2026

'129 rojnameger hatin kuştin'

news
  • 13 02 2026

Kovareke nû ‘Kewar’ê dest bi weşanê kir

news
  • 11 02 2026

Kerem bikin, bi 'Peyvname'yê bilîzin

news
  • 09 02 2026

WP hejiya: CEO'yî îstîfa kir, bi sedan rojnameger ji kar hatin derxistin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Bernameya Festîvala Şanoyê ya Amedê amade ye

ad

Berfîn û Beybûn qedexe ne

ad

Kovareke nû: 'Doga' derket

ad

YNK: Fikra parêzgarekî bê alî kevn e û ji bo niha ne guncav e

ad

Portreya Aramê Dîkran

ad

Agahiyeke xweş: Hevserokên HDP'ê jî têde hemû rêveber hînê kurdî dibin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

  • 17 04 2026
news

'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'

  • 16 04 2026
news

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

  • 17 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname