Diyarname
Konseya Ewropayê Xelata Mafên Mirovan a Vaclav Havel dan keça êzîdî Nadia Murad. Çeteyên DAIŞ'ê wekî gelek keçikên êzîdî Naida Murad jî revandibûn û îşkence û tiştên xirab lê kiribûn. Murad li Strasbourgê xelat girt, di axaftina xwe de got "Êrîşa DAIŞ'ê ya li hemberî êzîdiyan hewldana komkujiyê ye."
Murad got ku dinya bêbertek disekine û xwest çeteyên DAIŞ'î di dadgeha sûcê ya navneteweyî de bêne tdarizandin.
Murad 2 sal berê di sermaweza 2014'an de ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatibû revandin. Diya wê û 6 xwişk û birayên wê hatine kuştin, di dema ku ew dîl mabû de rastî îşkenceya fîzîk û cinsî hatibû û gelek caran di bazarayan koleyan de hatibû firotin.
Nadia Murad piştî ji destên çeteyan xilas bûbû li dinyayê qala vê hovitiyê dike. Murad meha borî wekî "Qasida Niyetbaş a Neteweyên Yekbûyî" hatibû hilbijartin.


