RÊZAN MIHEMED / SILÊMANÎ / ROJNEWS
Şandeyek ji Nûneriya Kantonên Rojava li başûrê Kurdistanê serdana Rêveberiya Giştî ya Tenduristiya Silêmaniyê kir. Şandeyê spasname û dawetname diyarî Dr. Mîran Mihemed kir.
Îro Şandeyek ji Nûnerên Kantonên Rojava li Herêma Kurdistanê, serdana Rêvberê Giştî yê Tenduristiya Silêmaniyê Dr. Mîran Mihemed kir.
Hevserokê Nûneriya Rojava, Dr. Cawîdan Hesen ji çapemeniyê re axivî û behsa armanca serdan şandeyê kir. Dr. Hesen got: “Me îro serdana Dr. Mîran Mihemed kir. Ji destpêka şerê Kobanî û heta niha Rêveberiya Giştî ya Tenduristiya Silêmaniyê bi awayekî dilsozane aîkarî dane me. Me spasnameyek diyarî Dr. Mîran Mihemed kir.”
Dr. Cawîdan Hesen got: “Derveyî spasname me dawetnameyek jî pêşkêş kir. Ji bo ku bixwe serdana Rojava bike û pirsgirêkên di warê tenduristî yên Rojava bixwe bibîne.”
Paşê Rêveberê Giştî yê Tenduristiya Silêmaniyê Dr. Mîran Mihemed wiha axivî: “Ez spasiya şandeya Rojava dikim ku spasname diyarî kirin. Kurd li ku dibe bila bibe, li Silêmaniyê yan li Kobanî ji me re ferq nake. Me berê du caran alîkarî şandiye û em ê alîkariyên xwe berdewam bikin.”


