logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Em pir dişibin hev

  • Dîrok: 20/12/2016
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

NECÎBE QEREDAXÎ

Her kes bi çîroka avakirina dewletên Rojhilata Navîn dizane ka çawa piştî Şerê Cîhanê yê 1'emîn bi rastehêl hatin parvekirin. Di 100 salên bihurî de hemû rejîmên hatine ser desthilatdariyê yan bi derbeyên serbazî hatin ser kar yan jî bi derbayên serbazî hatine dûrxistin, rejîmên ne bidestê xwe avakirine û ev rejîm li hemberî gelan bûne polîsên parastina berjwendiyên derve. Nexşeya vê herêmê bi rengêkî hatiye danîn her liv û tevgerêke ji bo maf, azadî û serxwebûnê mîna xiyanetê tê ditîn û bi tapisandinê re rû bi rû dimîne. 

Hêzên navneteweyî di nava 100 salên bihurî de bi arteşên xwe ev welat dagir kirin lê piştî salên 90´î êdî dagirkeriya xwe modern kirin. Êdî bi xwe ne li wir in, car û bar bi serdanê tên û diçin lê li her goşeyeke van welatan sazî û akademiyên xwe ava kirine. Êdî tîpeke taybet ji ciwan, jin, dîplomat, medya, sazî û heta aliyê derûnî ava kirine ku  bi tevahî civak ji rastiyê civakê qut bibe. Du welatên pirr dişibin hev Afganistan û Iraq, bi taybetî jî başûrê Kurdistanê ne. Ev rastî  rastiyeke pirr jar e, nedîtina wê xwe xepandin e, lê çi zemîn hişt ev welat bigihêjin vê astê. 

Selay Ghafar berdevka Partiya Hembestegî ya Afganistanê ye û ji bo serdaneke 3 rojan hat Belçîka û bi hin kesên din re hatin cem hev û li cihên cuda em çend caran rastî hev hatin û me qala nihêrîn û xebata partiya xwe û rewşa Afganistanê û bi taybetî jî ya jinan kir. Eger min nizanibaya ji Afgxanistanê ye, li ser agahiyên dayî, sedî sed min dê digot qala başûrê Kurdistanê dike. Ecêb nemînin, belê eynî wisa ye. Tiştên li Başûr di nava 25 salan de qewimîne, ne zêde û ne kêm dişibe Afganistanê. Dibe ku di detayan de pirsgirêk cuda be, lê heman zihniyet û siyaset serdest e li herduyan jî. Ev bêguman nikare tesadûfî be, ev avakirinên bi plan, proje û nexşe pêşwext hatine amadekirin. 

Ka em binêrin rewşa wir çi ye: “Siyaset ji alî çend malbatan ve hatiye kontrolkirin, yên dewlemend her roj dewlementir dibin yên xizan jî her roj xizantir dibin. Sektorên medya û perwerdeyê bi qûtê gel hatiye taybetkirin û di destê van malbatan de û li pirr cihên Afganistanê Zanîngehên Amerîkî ji bo malbatên dewlemend hatine avakirin. Yek ji wan jî malbata Karzayî û ya din jî Reşît Dostûm ya hevalbendê Tirkiyeyê ye. Hemû meqamên dewletê di nava van malbatan de hatine parvekirin û destê xwe danîne ser hemû dahatên welêt. 

Dostûm ku Cîgirê Serokkomarê Welat e, û hêzên serbaz di destê wî de her kêlî dikare carêke din û ji Talîban xerabtir darbeyan bike û welat wergerîne gola xwînê. Bi sedan rêxistinên civaka sivîl, avakirina karên wan ew e ku her zemîneke ku dikare bibe mixalefeteke radîkal pûç bikin, dewlet bi destê hêzên derve çend saziyên jinan ava kirine ku karê wan ew e di medyayê de derkevin ser ekranan û nava civakê de jî tu rola wan nîn e. Rewşa civakê bi parçebûn, bêrêxistinî, perîşanî re rû bi rû maye û yên welat bi rê ve dibin hîç haya wan ji gel nîn e. Nelirêtî di asta herî bilind de ye û her kes jî pê dizane, em ji ber ku partiyeke radikal in û baweriya me bi çareseriya pînekirin û guhertinên qanûnî nîn e, em ji derfetên medyayê bêpar tên hiştin, civak ji şer westiyaye û pêdivî bi tiştên nû heye lê…”

Ev tablo tenê peyva Afganistanê jê derxe, mirov dibêje qey qala başûrê Kurdistanê dike. Dagirkariyeke derveyî Îran, Tirkiye û hêzên navneteweyî bêguman encamê wisa bi xwe re tînê. 

Giftûgoya me dewam kir û min jê pirsî gelo çareserî çi ye, hûn dibêjin, tiştên nû. Selay Gaffar got, "Welatê me bi çend dagirkeriyan re rû bi rû maye, şer civak peritandiye û westandiye, pirr bi armanc ev şer hatin kirin ji alî hêzên derve û hundir. Di encamê de jinan berdêlên herî giran di nava civakê de didin, lê em îlhama têkoşînê ji bakurê Kurdistanê û şoreşa Rojava digirin. Jinên li Afganistanê çavên wan li şoreşa Rojava û rabirdûya wan e.”

Min ji wê fêm kir ku tevgereke pirr bi coş û kelecan ya jinan û ciwanan li ser piyan e, tişta tevgerên alternatîf bike ku çawa xwe bigihîne hev, kêmasiya mezin jî ew e ku haya me ji hev nîn e. Hebûna tevgerên mîna Hembestegî, şoreşa Rojava û Bakur, civakeke zindî li başûrê Kurdistanê nîşan didin ku civak ev dagirkerî daneqûrtandiye û wê qebûl nake, û modêlên wan ji bo jinan û ciwanan nikare bi ser bikevin. Desthilatdar ji bo ku rojevê biguherînin rojevên din ava dikin û dixwazin civakê di rewşeke koletiyê de bihêlin. Yek ji wan jî mijara dewletbûna başûrê Kurdistanê ye.

Rojev li Başûr xwepêşandanên mamosteyan, kuştin û zextên li ser rojnamegeran, nebûna xizmetên rojaneyî yên ji bo civakê ji av û elektrîkê heta bi nelirêtiyê. Lê êwên desthilatdar ji bo ku nelirêtî, talan û diziyên xwe bi sazî bikin dixwazin dewletê ava bikin. Li Zaningeheke Amerîkî û li saloneke tije biyaniyan pirsa em çawa û kengî dewletê ava bikin didin nîqaşkirin. Pêdiviya başûrê Kurdistanê bi demokrasî û rêvebiriya herêmî heye, ne bi dewletbûnê. Di siyasetê de pêdiviya wî bi serxwebûna di biryarê de heye, ne bi dewletbûnê. Hûn nikarin biryara girêdana kongreyeke neteweyî bidin, hûn ê çawa dewletê ava bikin. Hûn di destpêkê de di biryarê de serbixwe bibin û demorkatik bibin.

Nimûneya rêveberiyeke daîreya elektirîkê li Silêmanî bes e ji bo ku rewşa tevahî îzah bike: “Rojane 3 saet elektirîk heye ji bo bajarê Silêmanî, eger rêvebiriya me ya herêmî xurt be, em dikarin ji derfetên herêmî û bi gaz û petrolê elektirîkê bidin, lê ji ber ku rêvebiriya Başûr navendî ye, destê me vekirî nîn e û otorîteya siyasî li Hewlêrê rê nade.”

Pêdivî bi zêde ronîkirinê nîn e. Dewlet ev e, tiştên din tên gotin ji bo rewakirina vê otorîteya navendî û despot, çîrok in.


necibeqeredaxi@gmail.com

20.12.2016, Yenî Ozgur Polîtîka


Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Rexneyek ji bo rêxistinên jinên Îranî

ad

Dixwazin federaliya Başûr ji holê rakin

ad

'Di cîhana wêjeyî ya Helîm Yûsiv de beden û îqtîdar'

ad

Amed û Fenerbahçe 1-1 man

ad

Di 12 salan de li Îngilistanê û Tirkiyeyê çend madenkar mirin?

ad

Ji Şemal’ê pirtûkek din “Beybûn”

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname