Diyarname
Almanyayê biryar da ku santralên nukleer ên di xizmetê de ne bi temamî betal bike. Destûra xebitandina nukleeran jî hêdî hêdî xilas dibe. Almanyayê biryar daye ku di nav şeş salan de hemû santralên nukleerê bi temamî bigire.
Daîreya Parastina Radyasyonê ya Almanyaya Federal ragihand ku destûra xebitandina santralên nukleer Emsland ê li Saksonyaya Jêrîn, Isar 2 ê li Bavyerayê, Neckarwestheim 2 ê li Baden Wurttembergê di 31'ê berfanbara 2022'yan de bi dawî dibe. Berî van bi salek dê kilît li santlarên Grohnde ê li Saksonyaya Jêrîn, Gundremmingen C ê li Bavyeta û Brokdorf ê li nav sînorên Schleswig Holstein bidin.
Her wiha santrala Gundremmingen B di sala 2017'an de, Philippsburg 2 ê li Baden Wurttemberg jî dê di sala 2019'an de bê girtin.
Di sala 2002'yan de Serokwezîrê Almanyayê yê wê demê Gerhanrd Schroder (hikumet ji koalîsyona SPD û Keskan çêbûbû) biryara girtina santralên nukleer girtibû lê piştî di sala 2010'an de ku Angela Merkel (koalîsyona CDU-FDP) hat ser kar biryara betalkirina santralan ji bo navbera 8-14 salan bi paş ve xist.
Di sala 2011'an de dema li Santrala Nukleer a Fukushima ya Japonyayê teqîn çêbûbû, nîqaşên li ser girtina santralan li Almanyayê dîsa dest pê kirin û hikumetê biryar girt ku heta 2022'yan hemû santral bêne girtin.
Ji DW hatiye girtin.


