Diyarname
Li Tirkiyeyê mehaneya herî hindik a kesek 1300 TL ye. Lê Konfederasyona Sendîkaya Karkerên Tirkiyeyê (Turk-Îş) sînorê birçîbûnê ya malbatek çar kesî diyar kir: 1432 TL. Û li gor Turk-Îşê sînorê feqîriyê jî 4 hezar û 665 TL ye.
Turk-Îşê daxuyaniyek wisa da: "Ji bo malbatek çar kesî bi tenduristî, bi endaze û xwe têr bike 1432 TL ji bo lêçûyîna wan a xurekê divê; ligel xurekê ji bo tiştên din wekî kinc, lêçûyînên avahiyê (kirê, elektrîk, av, şewat), ragihandin, perwerdehî, tenduristî û tiştên din bi giştî sînorê birçibûnê 4 hezar û 665 TL ye. Lêçûyînên menahe yê kesek nezewicandî jî wekî 1762 TL hatiye diyarkirin."


