Diyarname
Xezaba Firatê pêla sêyemîn a Operasyona Azadkirina Reqayê da dest pê kirin. Berdevka Odeya Çalakiyan a Xezaba Firatê Cîhan Şêx Ehmed li navçeya Silûkê pêla sêyemîn ragihand û got ku di vê merheleyê de armanc dorpêçkirina bajêr e.
Daxuyaniya pêla sêyem ji aliyê Cîhan Şêx Ehmed ve hat xwendin. Wê got ku piştî azadkirina bajêr dê gelê Reqa bixwe bajêr bi rê ve bibin. Şêx Ehmed got ku hemû hêzên di pêla yekemîn û duyemîn de cih girtine di vê pêlê de jî cih digirin.
Hêzên Koalîsyona Navneüeweyî ji hewa û bi hêza taybet piştgirî didin Xezaba Firatê ku pêla wê ya yekemîn de 5Rê sermaweza 2016'an de, pêla duyemîn di 10'ê berfanbara 2016'an de dest pê kiribû. Pêla sêyemîn jî îro bi vê daxuyaniyê dest pê kir.