AMED - Cenazeyê rojnameger û edîtora rojnameya Rojeva Medya Evin Buldan ku bi qeyrana dil jiyana xwe ji dest da piştî otopsiyê şandin warê wê Geverê û li wir veşartin.
Buldan, êvarkî qeyrana dil derbas kir û li Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattin Eyyubî li gel hemû mudaxaleyan jî wefat kir. Malbat û hevalên wê yên rojnameger cenazeyê Buldan piştî otopsiyê ya li Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattin Eyyubî serê sibê ji Amedê şandin navçeya Geverê ya Colemêrgê. Îro li Geverê bi merasimek cenaze hate veşartin. Li Mizgefta Mela Ubeyd a li taxa Gungor şîn hate danîn.
Buldan ku ji 2011'an heta niha rojnamegeriyê dike û di rojnameya Azadiya Welat de edîtorî kir. Piştî rojnameya Azadiya Welat bi biryara KHK'ê hat girtin derbasî Rojeva Medya bû. Buldan, herî dawî di rojnameya Rojava Medya de edîtorî dikir.


