Diyarname
Serokdewletê Kazakistanê Nursultan Nazarbayev ragihand ku wan biryar daye dest ji alfabeya Kirîlî berdin û derbasî alfabeya Latînî bibin. li gor bernameyê di sala 2018'an de dê pirtûkên dersan bi tîpên Latînî bêne çapkirin. Nazarbayev wisa got: "Heta sala 2025'an dê hemû pirtûk, weşanê roja û belgeyên fermî bi alfabeya Latînî bêne weşandin."
Gotara Nazarbayev bi navê "Oryantasyon: Zindîkirina manewî ya pêşerojê" di malpera fermî ya Serokdewletiya Kazakistanê de hate weşandin û agahî têde hatin weşandin.
Nazarbayev fermana derbasbûna alfabeya Latînî da.
Di gotarê de li ser dîroka bikaranîna alfabeyên li Kazanistanê jî agahî hatine dayîn. Di gotarê de tê gotin ku li Kazakistanê ji sedsala 10'an heta 20'an alfabeya Erebî hatiye bikaranîn, di sala 1929'an de biryara derbasbûna alfabeya Latînî hatiye kirin, di sala 1940'î de derbasî alfabeya Kirîlî bûne.
Li gor planê pêşî dê pirtûk bi Kirîlî û Latînî bêne çapkirin, berê ve bi temamî derbasê Latînî bibin.
Li Kazakistanê 18 mîlyon kes dijîn û li wir kazakî û rusî wekî zimanên fermî ne.