logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

Fîlmekîmî bi fîlmên balkêş li benda temaşevanan e

  • Dîrok: 01/10/2017
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Cemil Oguz

Rojên fîlman a payîzê “Fîlmekîmî” ku ji aliyê ÎKSV’ê ve tê li dar xistin îsal 16’emîn car deriyên xwe vekir. Fîlmekîmî ku heta 8’ê mehê dê bidome gelek fîlmên fîlmên xelatgir ji festîvalên cur bi cur pêşkêş dike. Ji berî destpêkirina festîvalê re bilêtên hin fîlman hemû hatin firotin û seansên nû lê hatin zêdekirin. Fîlmekîmî ku her sal fîlmên xelatgir ji festîvalan berhev dike û tîne îsal jî ji van festîvalan fîlm dane hev ku bi temamî 51 fîlman pêşkêş dike.

Fîlmekîmî li Stenbolê didome û piştî Stenbolê Amed jî têde dê biçe 6 bajarên din. Di navbera 6-8’ê mehê li Edîrne (Cinemarine Sinemaları Margi Outlet), 13-15’ê mehê li Eskîşehîrê (Cinemaximum Espark), 13-17’ê mehê li Enqere (Buyulu Fener Kizilay), 20-22’yê mehê li Amedê (Cinemaximum Ceylan Karavil), 20-24’ê mehê li Îzmîrê (Cinemaximum Mavibahçe) û 27-29’ê mehê li Bodrûmê (Cinemaximum Midtown) bi fîlmên xwe dê derdikeve pêşberî sînemahezan.
Fîlmekîmî îsal bi diruşma “Fîlm Ekîmde Başlar” li ser bingeha meha kewçêrê û têkiliya sînemayê hatiye sazkirin ku têde 51 fîlm têne nîşandayîn. Seansên nava hefteyê (11.00, 13.30, 16.00) bi 8 TL, seansên 21.30 bi 20 TL û hemû seansên dawiya hefteyê 20 TL û yên bi buhaya erzan bi 14TL têne firotin. Ji bo yên endamên Vodafone Red û FreeZone dema bilêtek bikirin yê duyemîn bê pere ye.
Duh di Festîvala Edeneyê de du filmên serketî hebûn; Ji Tirkiyeyê yê Onur Unlu "Aşkin Goren Gozlere İhtiyaci Yok", ji derve jî fîlmê derhênerê rus Andrey Zvyagintsev "Loveless / Nelyubov" Xelata Fîlmê Serketî girt. Her du fîlm jî di nav bernameya festîvalê de ne. 

Ji fîlmekîmî hin fîlmên derketin pêş:
“Good Time” / Birayên Josh û Benny Safdie
Birayên Josh û Benny Safdie bi fîlmê “Good Time” li Cannesê ji bo Palmiyeya Zêrîn ketibûn pêşbaziyê û niha li Stenbolê ne.Fîlm bi navê “Soygun” (Dizî) li vir tê nîşandayîn, têkoşîna zilamekî ku dixwaze birê xwe yê girtî rizgar bike û ji bo vê yekê serî li her rêyê dide.

England Is Mine / Mark Gill
Fîlmê “England is Mine” portreya Morrissey pêşkêş dike ku di salên 1970’yî de ji ciwaniya wî heta avakirina The Smiths jiyana wî pêşkêş dike. Fîlmê vê muzîkarê hestiyar, xwediyê dengê girîng derdixe pêşberî sînemazehan.

Happy End / Michael Haneke
Michael Haneke bi fîlmê xwe yê dawî “Happy End” beşdarî pêşbaziya Cannesê bûbû niha di fîlmekîmî de tê nîşandayîn. Fîlm civakê ku her diçe bêreaksiyon dibe bi ser malbateke burjûvazî û tora civakî ve vedibêje. Fîlmê Haneke ku bi navê “Mutlu Son” tê nîşandayîn îsal li ser navê Avusturya berendamê Oscarê ye.

The Killing of A Sacred Deer / Yorgos Lanthimos
Fîlmê Yorgos Lanthimos li Cannesê Xelata Senaryoya Herî Serketî girtibû. Fîlm mijarên sûcdarî, wijdan û tolhildanê derdixe pêş û bi lîstikvanên xwe Colin Farrell û Nicole Kidman jî derdikeve pêş.

The Beguiled / Sofia Coppola
Derhêner Sofia Coppola bi vî fîlmî di Cannesê de Xelata Derhênera Herî Serketî girt. Fîlm di dema Şerê Navxweyî yê Amerîka de li şevîngeheke keçikan derbas dibe. Di sala 1971’ê de ji fîlmê derhêner Don Siegel hatiye girtin û carek din hatiye kişandin. Wê çaxê Clint Eastwood serlîstikvaniya wî kiribû. Niha Kirsten Dunst, Colin Farrell û Nicole Kidman (her duyê dawî bi fîlmê “The Killing of A Sacred Deer” jî li Fîlmekîmî ne) têde dilîzin.

Aus Dem Nichts / In the Fade / Fatih Akın
Fîlmê Fatih Akin bi navê “Paramparça” di nav festîvalê de ye ku ev fîlm li ser navê Almanyayê berendamê Oscarê ye. Serlîstikvana fîlm Diane Kruger di Cannesê de Xelata Lîstikvana Herî Serketî bû.

Tehran Taboo / Ali Soozandeh
Derhênerê îranî Alî Soozandeh bi fîlmê xwe “Tehran Taboo” li festîvalê ye. Fîlm balê dikişîne ser astengiyên pêşiya ciwanan. Fîlm yekem car li Cannesê hat nîşandayîn

Loveless / Nelyubov / Andrey Zvyagintsev
Derhênerê rus Andrey Zvyagintsev bi vî fîlmê xwe li Cannesê Xelata Taybet a Juriyê girt. Her wiha li Edeneyê jî xelat girt. Derhêner Zvyagintsev bi “Vegerê” gavek mezin avêtibû nava sînemayê, gelek bal kişandibû ser xwe, paşê bi “Sirgûn”, “Elena” û “Leviathan” ev serketina xwe dom kiribû. Ev fîlmên wî li Festîvala Stenbolê û Fîlmekîmî hatibûn nîşandayîn niha ew bi vî fîlmê xwe yê nû dîsa dibe mêvanê Stenbolê.

Aşkin Goren Gozlere İhtiyaci Yok / Blind In Love / Onur Unlu
Onur Unlu vê carê bi fîlmekî nû li pêşbezî hezkiriyên xwe ye. Ev fîlmê ku çîroka Salim ê 30 salî dedektîfê maseya cinayetê pêşkêş dike li Edeneyê Xelata Fîlmê Herî Serketî girt.

Û hin fîlmên din
- Rodin / Jacques Doillon
- A Gentle Creature / Krotkaya / Sergey Loznitsa
- Mother! / Darren Aronofsky
- Rebel In The Rye / Danny Strong
- Submergence / Wim Wenders
- Djam / Tony Gatlif
- Battle of the Sexes / Jonathan Dayton & Valerie Faris

Ji bo agahiyên zêdetir:
filmekimi.iksv.org

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 26 10 2026

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

news
  • 23 10 2026

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

news
  • 21 10 2026

Festîvala Şanoyê deriyên xwe vedike

news
  • 21 10 2026

Fûara Pirtûkan a Hewlêrê vebû

news
  • 20 10 2026

Fîlmên Pêşbaziya Neteweyî ya Bogazîçî eşkere bûn

news
  • 18 10 2026

Fîlmên 'Pêşbaziya Neteweyî' yên Festîvala Enqereyê diyar bûn (Ene xebere bi zazakî û kurmancî ya)

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Li Mexmûrê teqîn çêbû (Hat nûkirin)

ad

Felaketa ku dibêje ez têm

ad

Etîmolojî û Karne (Qarne)

ad

RTUK'ê ceza li du kanalên kurdan birî

ad

Rusyayê nûçegîhanê Wall Street Journalê girt bin çavan

ad

Fûara Pirtûkan a Îzmîrê li benda pirtûkhezan e

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname