Diyarname
Hevserokê HDP'ê Selahattin Demîrtaş li ser wefata Rêberê YNK'ê Celal Talabanî peyamek nivîskî weşand. Vaye ew peyam:
"Herî dawî par li bajarê Silêmanî yê Rêveberiya Herêma Kurdistanê min ew dît. Mam Celal ku di nav dilê min de ciheke wî ya mezin hebû bi xebera wefata wî re ez gelek xemgîn bûm.
Celal Talabiyê ku ligel hemû zordarî û zilmê di hemû jiyana xwe de bi dilpolayî û biryardarî têkoşiya, ji vê têkoşîna xwe qet bi paş ve gav neavêt, hemû jiyana xwe ji bo wekhevî û azadiya gelê kurd xerc kir, wefata wî ne tenê ji bo kurdan ji bo hemû malbata mirovahiyê windabûnek mezin e.
Ez ji Celal Talabaniyê ku dê cihê wî qet neyê dagirtin ji Xwedê rehmê dixwazim; ji bo malbat, gelê kurd û hemû hezkiriyên wî jî sersaxiyê dixwazim."
**
Nûçeyên Eleqedar:
- Turk: Gere em xelata Mam Celal bînin cih



