logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

Çengên bavê min (yên şikestî)

Zilamê navsere li ber bijîşk sekiniye û bersiva pirsên li dû lêgerîna tenduristiyê dide. Nexweşiya ku êdî wê mohra xwe l

  • Dîrok: 08/12/2017
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

YEKO ARDIL

Zilamê navsere li ber bijîşk sekiniye û bersiva pirsên li dû lêgerîna tenduristiyê dide. Nexweşiya ku êdî wê mohra xwe li jiyana zilêm bixîne, kengê û çawa dest pê kiriye, ew bi xwe jî nizane. Temenê wî di karê çêkirina qesr û qonaxan de derbas bûye. Keda xwe, xwîdana xwe, dem bi dem xwîna xwe û va ye taliyê jî jiyana xwe tevli nav xerca betonê dike.
Di wan avahiyên serî li esmanî de wê ne ew, lê xanim û xweşmêrên dewlemend rûnin, wê li ber deriyê wan xaniyan zarokên ku belkî di tevahiya jiyana xwe de bi buhayê nanî jî nezanin, di nav park û baxçeyan de bilîzin. Di hewz û serşokên wan de wê jinên nazik û bêvilbilind xwe bişon, bedenên xwe li ber tavê ji mêrên dewlemend re yên ku toyê welatî dixwin, taze û paqij bikin. Lê belkî tu carî jî neyê bîra wan û li ser hizir nekin ka bingeha wan xaniyên serî li esmanî, çawa hatin danîn, xwîn û xwîdana çendîn kesan li nav wê xercê tevlî dîwaran bûyîne.
Dema ew qesir û xanî dihatin çêkirin, ew jî di ber re derbas dibûn û dilê xwe ji rewşa wan karkeran dixelandin, ji ser û sinçeyên wan yên di nav toz û heriyê de, ji nan û qatixa di destên wan yên neşûştî de berê xwe didan alî. Di ber xwe de dikirin pilepil û digotin: "Ev dê kengê xelas bibe û em jî ji vê toz, dûman û dengê nexweş yê kerese, makîne û nexasim yê karkeran bifilitin."
Her wisa tu carî dê neyê bîra wan û ji xwe heger kêliyek biqewime jî, teqes dê ji bîra xwe bi dûr bixin. Li wir, bavekî kar dikir, nexweş bû, nexweşiyeke dijwar bû, li welatekî mafên kar û mirovan lê heyî bûya, yekser diviyabû ew ji kar bihata dûrxistin, li nexweşxaneyekê bihata razandin û her tişta pêwîst a ji bo wî, malbata wî bi destê saziyên peywendîdar bihatina bicihanîn. Lê li wê derê, ew maf nebû. Zilam diviyabû li karê xwe dewam bikira. Zarokên wî li benda pereyan bûn. Keçika wî ya li dibistanê jê re wêne xêz dikirin û di wêneyekî de ku dişiband bavê xwe, zilamekî bi per û bask rengandibû. Lewra bavê wê tim li cihên bilind kar dikir û wê bavê xwe wekî teyrekî bi bask xeyal kiribû. Helbet zarok rastiya per û baskên şikestî hizir nakin yan jî naxwazin qehremanên xwe wisa bînin bîra xwe.
Di xaniyên bilind de misogeriya kar û ya karkeran nîn e. Karkerê ku berê kêliyekê li qatên bilind kar dikin, hew dibînin ku li bin înşeatê, di nav xwîna xwe de digevize. Li erebeyeke ji rêzê siwar dikin û dibin. Piştre jî bêyî ku merasimeke verêkirinê jî li dar bixin, navê wî ji qeyda dinê paqij dikin. Di dîmenê dû re de jî, karsaz û malbata yê mirî li ser maseyekê ne, malbat çi bi dest bixe ji xwe re wekî ‘donê ji axê’ dihesibîne. Lewra ne sîgorta, ne sendîka û ne jî mafekî din heye ku pirsa doza wê cînayetê bike. Karsaz hîn di ser de tehn û minetê jî di wan dide. Ew jî serî di ber de, qebûl dikin.
Jiyana li wan deran ku cîhaneke bi serê xwe ye û ji aliyê kêm kesî ve bi berfirehî dihête zanîn wisa hatiye û wisa diçe. Carinan hin kes li dijî wê serboriya sedîsed çêkirî, lê wekî qederê li ser wan hatî ferzkirin, serê xwe radikin. Ew jî di encama bê tifaqî û xayîntiya hundirîn de bi lezgînî dihêne jinavbirin û çerxa herdemî li hêrandina can û xwîna mirovan dewam dike.
Filmê bi navê "Babamin Kanatlir" (Çengên Bavê Min) par ji aliyê Kivanç Sezer ve hatiye çêkirin. Kivanç dest avêtiye babeteke girîng. Bikaranîna çîrokê û nîşandayîna rewşa dijwar a karkerên înşeatan di filmê de baş xuya dike. Nebûna mafên herî bingehîn ya di wê cîhana mijokdariyê de, hev bikaranîna mirovan, têkçûna têkiliyên herî xwezahî yên di navbera mirovan de û wisa jî wêrankirina xwezayê jî di encama temaşekirina filmê de di serê mirovî de dimîne.
Ya herî zêde balkêş jî ev e ku Kivanç Sezer malbateke kurd daniya ber xwe. Ew dibêje, ‘çîrokeke rastîn e, me veguhestiye ser perdeya spî’. Heger ev malbat ji herêma Derya Reş yan jî ji Trakyayê bûya, belkî me zêde îtiraz nekira. Lê heger malbat kurd be û sal 2015 be, wê demê mirov misoger li dijî derdikeve. Ne rastî ye ku malbetek di mercên îroyîn yên Kurdistan û Tirkiyeyê de hinde ji hişyarbûyîna neteweyî û ya çînayetiyê dûr mabe. Nabe ku ji bajarê Ercîşê kesên wiha hay ji cihanê nebin û li bajarekî wekî Stenbolê bijîn. Belkî hin alî di xefika hêzên dagirker û di tora partiyên faşîst yên wekî AKP û MHP de bin, lê ew jî heta radeyekê polîtîk dihêne hesibandin. Ango eniyeke wan a bêyom jî be, heye.
Kivanç cih bi cih zimanê kurdî jî bikaraniye. Helbet di berhemên sînema û edebiyatê de hebûna kurdî bi her halê xwe ve erênî ye, lê di vê filmê de wekî xemleke sist xuya dike.
Di filmê de karesat û dijwariya dij mirovî ya kar dihê dîtin, lê mixabin derbarê riya çareseriyê û têkoşîna li hemberî wê zilmê de tu peyam nayêne dayîn. Bi wî awayî jî wekî belgefilmeke rasterast û bê alî encam daye.
Filmê ku di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de li paytexta Almanyayê Berlînê hat nîşandayîn, wê di 137ê mehê de careke din bê nîşandayîn. Eger mebest bi tenê nîşandayîna rastiyan û herikandina rondikan be, film serketî ye, lê...
09.12.2017, Yenî Ozgur Polîtîka

Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
Ev jî hene
ad

35 sal in em bi vê dikenin!

ad

Tokyoyê biryareke nû stand

ad

Ceza dan xebatkara Azadiya Welat

ad

Muammer Aydin bû serokê Baroya Stenbolê

ad

Medya, pêşeroj, mirovahî û kurd

ad

Reqîbên Amed, Batman, Diyarbekir, Van Sporê diyar bûn

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname