logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Mizgîn û AOK

22'ê meha borî em li bendê bûn ku Mizgîna me bê, lê qey hinek leza wê hebû, di 8'ê mehê de hat. Hûnê bejin eleqeya çi ye

  • Dîrok: 14/01/2018
  • Beş: Serbest

Amed Çeko Jiyan

22'ê meha borî (kanûna 2017'an) em li bendê bûn ku Mizgîna me bê, lê qey hinek leza wê hebû, di 8'ê mehê de hat. (- Spas, Xwedê zarokên we jî ji we û ji Kurdistanê re bihêle.)

Bi hatina Mizgnê re em çêtir hîn bûn ku prosedurên her dewletekê cuda ne û hin caran dibe ku mirovan ji vitêzê derxin. Gava Mîr Baz li Nexweşxaneya Baglarê ya Amedê çêbûbû, li nexweşxaneyê “belgeya jidayikbûnê” ya Mîr Baz dabûn min û min karî heman rojê ji Midûriyeta Nifûsê nasnameya wî derxim. Çîroka nasnameya wî mijara meseleyeke din e. Me li ser “Mir” û “Mîr” li hev nekir û gelekî dilê hev êşand. Werhasil, heçî Almanya ye, ji hinek aliyan ve temam camêr û canik baş in, demokrat in lê ji hinek hêlan ve hê jî di riya “Abê” de ne ku naxwazim navê wî li virê binivîsim.

Prosedura mişt burokrasî wisa ye: Piştî li nexweşxaneyê zarok çêdibe, dadeyek yan hemşîreyek formekê dide, formê dadigirî û li qata xwarê teslîmî “Info”yê ango şêwirgehê dikî. Ew wê formê dişînin “LandKreis”ê ku qeymeqamî ye yan şaredarî ye ew jî nizanin. Ew jî wê didin beşa Jugendamtê ango Rêveberiya Ciwanan -û Malbatan-. Ew ji te re nameyekê dişînin. Di nameyê de dinivîse ku divê hûn li reqema di nameyê de nivîsandî bigerin û randevuyekê bistînin.

Heta vê derê me bê qeza û bela çêkir. Va ye li vir rê sitimî û xitimî. Gava name gihîşt ber destê me, wext tam hefteya beriya “Weihnachten”ê ango Noelê bû û gava min telefonî wê reqemê kir, gotin ku ew canik nexweş e û divê ez hefteya pêş roja çarşemê dîsa bigerim. Qey li Almanyayê adet e, berî Noelê piraniya karmend û xebatkaran “nexweş” dikevin. Min navek li vê rewşê kiriye, ez dibêjimê “Krankenscheinurlaub”. “Krankenschein” ango belgeya nexweşiyê, wateya vê peyva min diyarî ferhenga almanî kirî jî dibe “tehtîla bi rapora nexweşiyê”. Li ser xêrê be.

Lê ez guhenê kesî hilneynim, wekî min gelek kesên ku di meha kanûnê de bi kêfî rapora nexweşiyê digirin dîtine, teqez yên ji dil jî nexweş in û rapora nexweşiyê digirin hene. Loma gunehê kes kesî di stûyê wî/wê de. Lê yeqîn ji ber berbelaviya “krankenscheinurlaub”ê ye, li kargeha ez lê dixebitim peymana kar ya kesên zêde rapora nexweşiyê digirin nû nakin û wan ji kar derdixin.

Em vegerin ser mijara xwe. Wekî xanima li serxeta telefonê ji min re gotibû, min roja çarşemê telefon kir û bi xanima name şandî re xeber da. Ji ber ku nava rojê tenê di saet 08.30'yan de derfeta min heye, ez wê saetê lê geriyam. Ji dengê wê diyar bû ku hê nû li ser kar rûniştibû. (Jixwe piştî lêkolîneke kurt ya li ser înternetê min zanî ku ew di saet 08.30'yan de dest bi kar dike) Xanimê ji min re got divê min belgeya zewacê hebe da ku wekî bavê bebikê bêm tomarkirin. Min got min ew belge heye. Got tercumeya wê lazim e û xwest piştî tercumeya wê dîsa lê bigerim. Min eynî rojê li ba tercumanekî sondxwarî da wergernadin û roja din li xanimê geriyam. Wê got divê ez wê belgeyê bibim “Burgerburo”yê. Roja din ez çûm wê buroyê û min belge da wan. Ya rast min kir ku belgeyê bidim wan lê xortê karmend got telefona karmendekî “Jugendamt”ê da min û got divê ez pêşî lê bigerim û randevuyekê jê bistînim û paşê belgeya xwe bidim wî. Ji ber ku mesayiya wî yê li Jgendamtê xilas bûbû, min roja din telefona wî kir. Wî got divê ez herim “Landkreis”ê û belgeyê bidim wan. Ez çûm wê derê, wan got divê ez li wê xanima di serî de name ji min re şandî bigerim.

Li ser vê, min ev serborî nivîsand û wekî maîl ji “Landkreis”ê re şand. Roja din wê xanimê xwe gihand min û got ew li bendê ye ku tercumanekî kurdî peyda bikin û paşê ew ê randevuyekê bide min. Ez dibêjim qey piştî maîla min jê pirsî ne ka mesele çi ye, û wê jî bersivek daye wan. Lê gelo bersiva wê çi bû? Her çi be, di telefonê de gelekî kûbar bû û got hêvî dike ku tu pirsgirêk tune ne û her tişt li rê ye. Min got, erê her tişt li rê ye.

Werhasil, mehek û hefteyek di ser çêbûna Mizgînê re derbas bû, lê hê me nekarî em ji dewleta alman belgeyeke jidayikbûnê yan jî nasnameyekê bigirin. Bila derd û kul wergirtina wan belgeyan be. Hefteya borî Mizgîn nexweş bû. Lê wê ne nasnameyek ne jî sîgortayek hebû. Em ne dikarin herin nexweşxaneyekê ne jî cem bijîşkekî. Ez li burokrasî û mantalîteya karmendên alman gelekî hêrs bûbûm. Bi îhtîmala belkî bi kêr bê, min telefonê beşa îngilîzî ya AOK'yê (şirketa sîgorteya tenduristiyê) kir û min ji camêrê li ser xetê re çîroka xwe got. Xwedê jê razî, wî pirsî ka li cem me tu belgeyeke ku nav û dîroka rojbûna Mizgînê li ser binivîse heye yan na. Nameya xanimê hat hişê min. Di nameyê de ev her du agahî jî hebûn. Min got heye. Wî jî got nexwe em dikarin hema îro herin encamê û qeydiya Mizgînê çêkin û bi belgeya qeydiyê îro herin nexweşxaneyê.

Bêyî ku meseleyê hê dirêjtir bikim, me wisa kir. Em çûn nexweşxaneyê û me ji Mizgînê re dermanek jî stand.

Her tişt li aliyekê, AOK bi van zimanan hemû xizmetê dide: Îngilîzî, fransizî, rumenî, rusî, spanyolî, tirkî, erebî... lê ne bi kurdî. Belkî hûn bêjin çi eleqeya vê bi vê nivîsê re heye, piştî vê çîrokê min kampanyayek da destpêkirin ku AOK bi kurdî jî xizmetê bide.

Li Almanyayê bi sedhezaran kurd dijîn lê ji ber bêxîretî ya rast ji ber tirkîhezî û erebîheziya kurdan kurd, li tu derê tune ne. De ka em ji AOK'ê dest pê bikin? Heke em bi ser ketin, em ê ji bo saziyên din jî kampanyayên bi vî rengî çêkin.

Lînka kampanyayê:
https://www.change.org/p/aok-wir-wollen-aok-hotline-service-and-dokuments-in-kurdisch?utm_source=share_petition&utm_medium=link&recruiter=32145190

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

53 baro dijî kayûman derketin

ad

Dost êşkêşek bû!

ad

Klîba Hefteyê: Ji bo bîranîna Yilmaz Guney

ad

Li Qamişlo Mîhrîcana Kurteçîrokan li dar ket

ad

Vaye "Tîmê Salê"

ad

Rewşenbîrên Rojava li Amedê tên ba hev

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname