Diyarname
Xelata Nobelê ya Kîmyayê ya 2009'an dan Venkatraman Ramakrishnan û Thomas Steitz ên amerîkî û Ada Yonath a îsraîlî.
Komîteya Nobelê diyar kir ku ji ber xebata wan a "fabrîkeya proteînê ya hucreyê" ku rê li ber antibiyotîkan vedike daye wan.
Komîteyê got ku her sê kesên xwediyê xelatê jî li ser antîbiyotîkan xebitîne ku antîbiyotîk çawa têkiliya we bi rîbozomê re heye bi modelên sê awayî nîşan nade. Her wiha wisa hate gotin: "Zanyar bi van modelan dikarin antîbiyotîkên nû çêbikin ku ev antîbîyotîk dê raste rast bi jiyanê biparêzin û êşa mirovan kêm bikin."
Par xelata Nobelê ya Kîmyayê dabûn Roger Tsien û Martin Chalfie yên amerîkî û Osamu Shimomura yê japonî.
Ev xelata di kategoriya Nobelê de ji 10 mîlyon krona Swêdê pêk tê.
Xelata Nobelê ya Wêjeyê dê roja pêncşemê, xelata Nobelê ya Aştiyê roja înê û ya Aboriyê jî dê roja duşemê bê eşkerekirin.


