Diyarname
Îro Roja Devjêberdana Cixareyê ye. Ger em bibêjin her sal bi 100 hezaran kes ji ber cixareyê dimirin qet nebe îro hûnê dev ji vê cixareyê bedrin? Bersiva we çi be jî, vane encam:
- Roja 9’ê Reşemiyê wekî Roja Devjêberdana Cixareyê hatiye qebûlkirin. Di vê rojê de bang li kesên cixare dikişînin tê kirin ku dev jê berdin. Her wiha encamên neyînî yên cixaneyê jî têne eşkerekirin.
- Li Tirkiyeyê 20 mîlyon cixarekêş hene û cerxa bazara cixareyê salane bi 20 mîlyon dolarî dizivire.
- Tirkiye salane 50 mîlyon dolar ji bo cixare û nexweşiyên têkildarê cixareyê re xerc dike.
- Li Tirkiyeyê her sal ji ber bikaranînan cixare û amûrên titûnê 100 hezar kes jiyana xwe ji dest didin. Ji van 17 hezar kes cixare nakişînin lê ji ber ku di bin dûxanê cixarekêşan de dimînin dimirin.
- Li Tirkiyeyê ji ber cixareyê 3 mîlyon kes bi nexweşiya pişikê ketine û bi zorê, bi zehmetî dan û girtina nefesê dijîn.
- Agahiya baş jî ew e ku bi qedexeya li ser cixareyê ya li cihên dor û sergirtî kişandina cixaneyê kêm bûye.
- Ev qedexe li Swêdê jî tesîra xwe nîşan daye. 2 sal berê 6 hezar û 292 kesî qeyrana dil derbas kir. Piştî qedexeyê ev hejmar daket 4 hezar û 758 hesî. Hejmareke mezin a van kesên ku cixare nakişînin in.
Pêşniyarên ji bo berdanê:
- Pispor dibêjin ku rêbaza hindik kişandin û berê ve dev jê berdana cixareyê ne rast e û dibêjin: Bi carekê de berdin. Dema we berdin li hemberî fikra ‘tenê hilmek lêdim’ dûr bigirin. Hûn tenê hilmekê jê bigikirin jî we careke din dibe ber bi kişandina cixareyê. Xwe ji xurekên bi don û yên yên kaloriya şekir têde zêde ne dûr bigirin. Miheqeq bi aktîvîteyeke fizîkî re eleqedar bibin.
Di dema berdanê de roja yekem tiştên ku divê bêne kirin: Hemû cixareyên li mal û li kargehê bavêjin. Çexmaq, xwelîdank û hemû tiştên cixare tînin bîra we ji holê rakin. Xirabiyên cixareyê bînin bîra xwe. Wê rojê baş li xwe binêrin. Xwarinên herî xweş bixwin. Herin sînemayê. Plana aktîvîteyên ku dê we rehet bikin amade bikin. Vê rojê tije derbas bikin, qet vala nemînin.
Ger cixare hate bîra we û zor da we, ji cihê ku hûn lêne dûr bikevin, mînak dest bi meşeke bikin, berê xwe bidin tişteke din. Bi xwarin û vexwarinên ku kaloriya wan kêm e xwe mijûl bikin.
Ji bo mijûlbûnê hin pêşniyar:-
- Bi têra xwe avê vexwin û tişkên kaloriya wan kêm e bixwin, bi van mijûl bibin.
Dest û mejiyê xwe mijûl bikin, dest bi hobiyên nû bikin.
Demekê bi hevalên xwe yên ku cixareyê nakişînin re demê derbas bikin.
Bi aktîvîteyeke bi pergal re miijûl bibin. Tiştê herî hêsan: Dest bi meşê bikin.
Ji ber ku we cixare nekişandiye xwe pîroz bikin. Bi pereyên ku we nedaye cixare û daye ser hev derkevin rêwîtiyê, herin ji xwe re tiştan bikirin.
Ji aliyê tenduristiyê ve meseleya berdanê:
- Dema hûn dev ji cixareyê berdin di 2 salan de asta mirinên bi sedema nexweşiya dil sedî 36 kêm dibe.
Talûkeya careke din hûnê qeyrana dil derbas bikin sedî 50 kêm dibe.
Asta HDL ku wekî kolestrola baş tê zanîn zêde dibe.
10 salan de talûkeya qansêra dev, qirik, boriya xwarinê nîv bi nîvî kêm dibe.
Bi heman awayî qansêra mesane, gurçik, pankreasê jî kêm dibe.
Di 10 salan de talûkeya nexweşiyên ji cixareyê ji holê radibin û mirov tê asta kesên nakişînin.


