Hesenîkê Lelê
Wekî hemû kurdan, mijara wergerê her tim di rojeva min de ye jî. Bivê nevê em bi vî tiştî re rû bi rû dimînin. Em ji gelek kesan rastî vê pirsê tên; “di vê stranê (kurmancî) de qala çi tê kirin?” Pê re jî em mecbûr dibin û dikevin nav hewldanên wergerê. Qet nebe wergera kurdî –tirkî, tirkî-kurdî tiştekî xerîb û biyan nîn e ji me kurdan re. Ji ber vê yekê kêm an jî zêde her kurdek dikare der barê vê mijarê de tiştinan bibêje. Ez di sêrî de bibêjim; min armanceke nivîsandina gotareke akademîk nîn e. Ez ê bi tenê wekî xwînerekî ji rêzê fikr û ramanên xwe bînim zimên û bi taybetî jî ceribandineke xwe ya ku bi wergerê re têkildar e, derpêş bikim.
Ez bawerim we hemûyan navê pirtûka Antoine De Saint-Exupéry’î ya bi navê “Le Petit Prince” bihîstiye. Bi qasî ku ez pê dizanim ew pirtûk li kurmanciyê jî bi navê “Mîrzayê Biçûk” hatiye wergerandin lê çapa wê qediyaye û mixabin min ew bi dest nexist. Ji ber hezkirina min a taybet ji bo wê pirtûkê, min ew bi sê zimanan (frensî, îngilîzî, tirkî) bi dest xist û xwend. Piştî nîqaşa li ser wergerê, bi hûrgilî nebe jî min wergerên her sê zimanan hevrû kir. Ez dixwazim ji her sê zimanan jêgireke biçûk a ji beşa 4’an li vir hevrû bikim…
- ‘… heureseument pour la réputation de l’astéroide B 612 un dictateur turc imposa a son peuple , sous peine de mort, de s’habiller a l’Européenne…’*
- ‘…fortunately, however, fort the reputation of Asteroid B-612, a Turkish dictator made a law that his subjects, under pain of death, should change to European costume…’
- ‘… bir sure sonra bir Turk lideri herkesin Avrupalilar gibi giyinmesini zorunlu kilmiş, hatta buna uymayanları olumle cezalandiracagini söylemiş de,…’ **
Di vir de qala keşfkirina alimekî tirk a planeta (gerestêrk) Mîrzayê Biçûk tê kirin. Berî ‘Şoreşa Cilûbergan’ ew wê keşfa (vedîtin) xwe di kongreyeke navneteweyî de pêşkêş dike lê ji ber ku cil û bergên wî naşibin yên ewropayiyan nayê pejirandin. Lê belê piştî ‘Şoreş’ê heman vedîtina xwe pêşkêşî heman kongreyê dike bi cil û bergên ewropî, vê carê bi dilxweşiyeke mezin tê pejirandin. Bi wê mînakê nivîskar sosretiya ‘Mezinan’ radixîne ber çavan…
Îcar em bên ser wergera wê. Ez bawer im gotina (dîktatorekî tirk) ‘un dicateur turc’, ‘a Turkish dictator’ û ‘bir Turk lideri’yê bala we kişandiye. Bi eşkere dixuye ku ev gotin di wergera tirkî de hatiye sansurkirin. Îcar em li pirsa “Gelo divê werger ji kîjan zimanî bê kirin”ê bifikirin. Heke em wergera vê pirtûkê rasterast ji tirkiyê bikin em ê dîktatorekî bikin lîder. Bi min ev xetereyeke pir mezin e ji bo me kurdan. Heke pirtûkeke humanîst a zarokan hatibe sansurkirin li Tirkiyeyê, ez naxwazim sansurkirin û pêlîstinên wergerên pirtûkên din bifikirim. Heke em wergera wergerê ya ji tirkiyê bikin, ez bawer im, em ê bibin şîrikên çewt û xeletiyên mezin. Ev xetereyeke mezin e ji bo kurdî bi taybetî jî ji bo kurmanciyê…
Em hemû baş dizanin ku hemû ziman xwedî mantalîteyeke xweser in. Baş tê bîra min gava ku me dest bi îngilîzî kiribû, me hevokin bi îngilîzî saz dikirin. Ji aliyê dirûv ve bi îngilîzî bûn hevokên me lê ji aliyê rih û giyanî ve bi tirkî an jî bi tirkmancî bûn. Ji wê jî baş tê fêmkirin ku şayes (teswîr), têgeh, qalib, nîgaş (xeyal) û mantalîteya hemû zimanan ji hev cuda ne. Zimanek çi qasî nêzî zimanekî din bibe, wergera wê jî ew qasî hêsantir dibe. Wekî mînak; pirî caran wergera norwecî-swêdî, swêdî-norwecî nayê kirin, ji ber ku her du ziman zehf nêzî hev in û hewcedariya wergerê namîne. Zimanê me jî di famîlyaya Hîndoewropî de ye. Zimanê îngilîzî jî di heman malbatê de ye. Ji ber tesîr û bandora îngilîzî ya cîhanê û hêza wê ya berbiçav a heyî, qet nebe em dikarin wergera wergerê ji vî zimanî bikin, ne ji zimanê tirkî. Jixwe hewcedariya gotinê nîn e lê belê ez dîsa bînim zimên; ji bilî danûstandina peyvan an jî cîrantiya bi salan, tu têkiliya tirkî û kurdî bi hev re nîn e. Ji ber wê jî mantalîteya tirkî ji zimanê me pir dûr e. Bi kurt û kurmancî ez bi xwe li dijî wergera wergerê ya ji tirkiyê me.
Her tim pirsek serê min diêşîne; em behsa bi hezaran kurdên dîasporayê dikin. Lê belê hêj piraniya klasîkên cîhanê yên sereke li kurmancî nehatine wergerandin. Ev çawa dibe? Ez nikarim vî tiştî fêm bikim. Ji ber bêderfetiyeke mezin me berhemên cîhanê bi tirkî xwendin. Me hiş û mêjiyê xwe asîmîle kir û wisa bûye ku em nikarin xwe ji bandora tirkiyê xelas bikin. Ez wekî xwînerekî kurdî vî tiştî wekî bêbextiyeke mezin dibînim. Û bi xêra vê nivîsê gilî û gazincên xwe bi kurdên dîasporayê dikim. Heke kesên li Fransayê klasîkên bi frensî, kesên li Almanyayê klasîkên elmanî û hwd. li kurmancî wergerandana niha me gelek pirsgirêk bi paş ve hiştibû, lê ka!...
Min wekî amatorekî, hin bîr û boçûnên xwe der heqê wergerê de anîn zimên. Nexwe ji jor jî fikr û ramanên min yên der barê wergerê de xwe didin der, lê ez dîsa bi lêv bikim. Bi raya min divê werger ji zimanê resen (orîjînal) bê kirin. Lê heke em bên ser mijara wergera wergerê ku di şert û mercên îroyîn de ji bo me tiştekî mecbûrî dixuye, pirsa ‘gelo wergera wergerê divê ji kîjan zimanî bê kirin’ dibe mêvanê me. Wergêr jixwe şîrikê nivîskêr e. Wergêr dikare nivîskêr ezîz jî bike, rezîl jî bike. Dema ku wergera wergereke xerab (bi taybetî ji bo tirkiyê) bê kirin, xwendina wê wergerê ji reseniya xwe gelekî bi dûr dikeve. Xwîner jî pê re nikare nivîskêr fêm bike. Ev astengiyeke mezin a wergera wergerê ye. Lê belê ji ber bêderfetiyên civaka me kurdan yên di gelek nivîsan de qalkirî, mirov dikare ji bo demeke kurt û derbasdar ji wergera wergerê ya ji îngilîziyê re bibêje erê…
*Xwedê kir ku ji bo nav û dengê asteroîda B 612’an dîktatorekî tirk, bi tirsa mirinê, cil û bergên ewropî bi darê zorê bi gelê xwe da pejirandin…(Min frensî esas girt ji bo wergerê)
**Le Petit Prince (éditions Gallimard,1946)
The Little Prince(Piccolo,1974)
Kuçuk Prens (Mavibulut, 2009)
***
Nivîsên Hesenîkê Lêlê yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- DÎMENINE DERIZÎ JI VALAHÎ Û TENÊTIYÊ
- EZ(adî)
- Min Çûyîn Divê
- Li benda te
- Dil ji min bir talan*
- TU
- Zimanê Bindestî
- HÎÇÎSTAN


