logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin
news-details

EZ(adî)

ez jî di quncikê çavên xwe de bi awayekî heyirî li jiyanê temaşe dikim. Bi taybetî jî li jiyana gelê xwe. Şaş û mat dibi

  • Dîrok: 07/10/2009
  • Beş: Serbest

Nenas Hîçistanî

Ciwanekî ku nivîskarên rojavayî xwendî di civakeke feodal de egzîstansiyalîzmê dijî./
Xwendekarekî zanîngehê dest bi kursa kurdî dike û pê mêjiyê xwe yê tecawuzkirî tefîl dike./

Karkerek di metropolên tirkan de, di nav kerxaneyan de li pey evîna dilê xwe ketiye/
Reşesmerek di navînga conconan de li rastiya xwe digere./

Keçbazek qala welatparêziyê dike ji keçên nûhatî yên zanîngehê re./
Oldarek di daşirê de keçên şilf û tazî yên hûrîwerî xeyal dike./

Teralekî ku di nav nivînan de dirêjkirî, serkeftinên xwe yên pêknehatî difikire./
Xortek bi ‘lixwexweşanîn’ê re zewiciye û hew kêmasiya jinan hîs dike./

Ji qata heştan karkerek bi firê  dikeve bi kêfxweşiya avakirina şaristaniya tirkan./
Oldarekî kurd bi navê umetiyê, sosyalîstekî kurd jî bi navê enternasyonalîzmê xulamtiya tirkan dike./

Hesenîkê Lelê

Û ez jî di quncikê çavên xwe de bi awayekî heyirî li jiyanê temaşe dikim. Bi taybetî jî li jiyana gelê xwe. Şaş û mat dibim. Ricifînek bi min digire. Dixwazim ji xwenenasiyê bifilitim û dest bi fikirînê dikim. (Ez)adiya xwe difikirim û li yên din dinêrim… Em şaristaniya barbarên duho ava dikin wekî xulaman. Li vî welatî em reşikên amerîkî ne. Em duho jî li vir bûn îro jî li vir in, lê ew bi hespan van deran dagir kirin. Îro jî rabûne ji me re behsa şaristaniyê dikin. Dîrok tinazên xwe bi me dike. Diqehirim, nikarim bipejirînim vê jînê. Tirkiye welatê min nîn e, di vir de tu tiştê li aîdê xwe nabînim. Ez li vir mişextî me. Ew ne birayên min in, xwînmijek nikare biratiyê bi min re bike. Ew xwîna min dimijin û bi xwîna min mezin dibin. Ez jî her ku diçim qels û lawaz dibim. Ez im mêtingeh ew e mêtinger, her tiştê dî vir û derew e! Ez im neynûk, ew e goşt; ez her tim têm birîn ji hatina van bi vir de ye. Navê têkiliya serdest û bindestan kirine biratiya gelan. Ez her roja Xwedê şikestinan pêk tînim. Ji ber kurdbûna xwe her tim di nêrînên wan de têm mehkûmkirin. Li her derê ew xwe wekî rastiyeke têkûz dixwazin bi me bidin qebûl kirin. Di bîr û baweriya wan de ez kirûyeke metafîzîk im. Qalkirina vê kirûyê bi xwe tiştekî beyhûde ye, di ber çavên wan de. Hewcedariya min bi şîretên wan tune ye, jixwe jiyana li vî welatî her roja Xwedê rastiya min bi min dide jiyîn. Rastiya min di her ‘nasname pirsînê’ de di hiş û mêjiyê min de olan vedide. Kurdbûna min wekî sifirekê ye, ez bi çi re lê dim encam her tim sifir e li cem wan…
Ez dixwazim êdî wekî mirovan bijîm, ne ji wan zêdetir ne jî kêmtir. Bi tenê wekî mirovan. Ne serdest ne jî bindest, bi tenê wekî mirovekî/e azad. Dixwazim bibim parçeyek ji parçeyên gerdûna holografîk. Li wan rengên jiyanê re bibim keskesorûzerek. Bila êdî ji wan rengan rengê sor wekî xwînê nebe para min. Ez jî dixwazim wekî her mirovî li pey derd û kulên rojane bikevim, ne li pey derdê pejirandina hebûna xwe. Ji durûtiyan dûr bi tenê wekî xwe bimînim û bêm pejirandin. Min dil heye ku di xaka xwe de wekî xwe bijîm û mazûvaniyê bikim ji hemû cureyên mirovan re. Bila êdî çiyayên min ên pîroz bi tenê li min nebe stargeh, bila hemû mirov hilkêşinê û li ser lûtkeyên wan de hay li biçûkatiya xwe werin, û ji ber xemsariya xwe ya bi salan xwe bi ser wan de bavêjin. Piştî xwekuştinê bila biçin ji Bêrîtanan lêborînê bixwazin. Bi tenê mafên xwe yên xwezayî dixwazim, ne zêde ne jî kêm. Min ew maf bi ‘jidayîkbûna xwe’ ve bi dest xistiye. Hûn ne Xwedê ne, ne jî Xwedewand in, kes nikare ji min mafên min ên hebûnê ji min bistîne. Heke yek ji min bistîne jî, ez di Pazdehên Tebaxan de dibim gule û di mêjiyê mirovahiyê de diteqim. Li pişt min çiya hene, pişta min zû bi zû nayê xwarê, heke were xwarê jî çiya dê bi ser wan de hilweşe. Ez ez im, bila her kes dev ji pênaseyên derewîn berde!...
Di vî welatî de ez têgiheke nenas im, ez çi dikim nikarim ji nenasiyê xilas bibim. Ew welat li min bûye hîçistan, ez çi dikim nikarim ji hîçbûnê xilas bibim. Êdî bes e, ji nenasiyê  û hîçistanê  re!...

ciyanakli@hotmail.com

ciyanakli@hotmail.com

***

Nivîsên Nenas Hîçistanî yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- Min Çûyîn Divê
- Li benda te
- Dil ji min bir talan*
- TU
- Zimanê Bindestî
- HÎÇÎSTAN

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Bajar bi bajar berendamên Yeşîl Sol Partî

ad

Mehmetê biçûk ber xwe dide

ad

Bernameya Festîvala Fîlman a Stenbolê eşkere bû

ad

Festîvaley Sydney reyna hamî taloqderkişî

ad

KONDA'yê anketa xwe ya dawî weşand

ad

Ji bo bîranîna Şerzan Kurt, turnuvaya Futbolê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname