logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin
news-details

Qey sînemaya te ji ya Yilmaz Guney çêtir e?

Havîna sala 2003'yan li bajarê Franseyê Rennesê mijara Festîvala Sînemayê Kurd bûn. Di festîvalê de piştî nîşandana film

  • Dîrok: 11/06/2018
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Luqman GULDIVÊ

Havîna sala 2003'yan li bajarê Franseyê Rennesê mijara Festîvala Sînemayê Kurd bûn. Di festîvalê de piştî nîşandana filmê xwe, Behman Qûbadî jî wekî qiseker di panelekê de amade bû û behsa filmê kurd û hunerê dikir. Dema ku behsa huner û sînemayê kir, bi îhtîmam îşaret pê kir ku ji bo huner, serxwebûna ji siyasetê girîng e û divê huner û sînema xwe dûrî siyasetê bikin û da nav. Heta gihîşt wê radeyê ku bibêje, lawaziya herî li pêş a sînemaya kurdî siyaset û siyasîbûn e. Lê axaftina wî kir ku wergêra hingê dev ji wergerê berde û jê re bibêje, naxwe tu dibêjî sînemaya te ji ya Yilmaz Guney çêtir e?
Bersiveke ku Behman Qûbadî bide vê pirsê helbet nebû. Li aliyê din jî jixwe Qûbadî bixwe, êdî di çarçoveya Îranê de “tenê” filmên “siyasî” çêkirin. Li vir ez bibêjim, ez ê paşê li vê mefhûma “siyasetê” û têkliya wê ya bi huner re tê danîn vegerim. Lê niha ez li ser rêya miameleya bi huner re wekî tiştekî derveyî siyasetê dewam bikim. Li vir siyaset wekî siyaseta bendê tê dîtin, ango ya partiyên siyasî. Mirov çavên xwe lê miç dike ku siyaset tiştekî ji bendan û wê de be. Ev têgihîştina li huner wisa dike ku carinan nexasim jî aliyên întelektuel kor bibin li rastiya hebûn, peydebûn û bipêşketina huner.
Ev korbûna hanê di nava kurdan de bêhtir xwe dide der. Sedemên vê yên cihê û taybet bi kurdan hene. Yek ji wan sedeman ew e ku bendên siyasî gelek caran hewl dane ku li ser huner û hunermendên yekdestdariyeke nisbî ava bikin. Ev hewldan ji rêûresma heyî nav civaka kurd û ya rastî ya seranserê dinyaya “medenî” ne qut e. Beriya bi hezar salî li Kolnê çawa huner para bêhtir girêdayî dîwana melîkekî yan jî mîrekî bû, li Bexdayê çawa bi heman rengî bû, li Kurdistanê jî heta bi dawiya sedsala 19´an jî huner nexasim jî yê nivîs, muzîk û xêzkirinê yekser eleqedar û heta girêdayî mîr û malmezinan bû. Piştî damezrandina dewletên netewe yên Tirkiye, Îran, Sûrî û Iraqê jî, em dizanin ku odeyên gelek malmezin û axayan ji bo teşwîq û afirandina berhemên hunerî û hewandina hunermendan bi rola diyarker rabûne.
Ev yek îstîsnayan derveyî xwe nabîne, lê hinekî be jî rave dike têkiliya sîmbiyotîk ya di navbera hunermend û bendên siyasî de. Lê ev tu mafî nade tu kesî ku bi vê yekê êrîşî hunermendekê/î bike yan jî di ser wî re êrîşî bendeke siyasî bike, yan jî hemû bendên siyasî bike. Rexneya civakî û siyasî çiqasî çawa mafê her ferdî ye yê her hunermendî ye jî, ji maf û wê de, ev yek vediguhere erkekê jî di demên diyar de.
Di hejmara me ya dawiya hefteyê de hevpeyvîneke bi kompozîtorê îngilîz Andrew Webb-Mitchell re me weşand ku digot, “Min wisa hîs kir ku Arîn û hevrêyên wê ji bo min jî şer dikin. Wekî kompozîtorekî diviyabû min bersiva wan bidaya.”
Ciwan Haco jî di hevpeyvîna 25 gulanê me weşandî de, derbarê huner de rexne li bendên siyasî yên kurd girtin, heta zêdetir pêde çû şîret li wan kirin. Ev yek aliyê hunerî yê van kesan paşguh nake, ev yek tercîha xweîfadekirina van kesan e ku hunermend in. Hunermendên ku ji aliyê întelektuelên lîberal ên ku berê xerîdarên wan pirr bûn, wekî di ser “siyasetê” de dihatin ferzkirin, di qalibên wan de jî venahewin, ji wan dibihurin; hîsên wan, hizrên wan hene û dema vê di hunerê xwe xwe de bidin der, li wan kêm nabe.
Kî dikare îdîa bike ku Berthold Brecht ji ber ku siyasî bûye, nebaş nivîsiye; kî dikare îdîa bike ku li gorî serdema xwe Yilmaz Guney sîneastekî xirab bûye, kî dikare ji hedê xwe der bibe û bibêje, Frida Kahlo resameke ne baş e. Li vir îdîa ne ew e ku huner bi temamî siyasî ye, yan jî divê bi temamî siyasî be; lê hunermend azad in dikarin tenê bi estetîkê, tenê bi teknîkê yan jî tenê bi naverokê hunerê xwe bikin. Ew dikarin balansekê jî di navbera van aliyan de biafirînin. Heta dikarin di benda siyasî de jî cihê xwe bigirin. Mesele li vir ew têgeha siyasetê ye ku di mefhûma berfireh a lîberal de tercîh têkirin ku beşdariya aliyên civakî sînordar bike û tenê di nûneriyêkê de jî asê bike. Beşdariyeke berfireh û yekserkirina siyasetê, wê nîşanî me bide ku di rastiyê de ji benda siyasî û wê de jî siyaset heye û demokratîkkirina siyasetê jî rêyek e ku dikare vê beşdariyê nisbî misoger bike. Naxwe em bi hêsanî dikarin bibêjin, her kes dikare rexne bike, lê divê amade be ku rexneya wan bê nirxandin û aliyên pêwendîdar dikarin ji wan re bibêjin, “Naxwe, tu dibêjî, sînemaya te ji ya Yilmaz Guney çêtir e?”     
11/06/2018, Yenî Ozgur Polîtîka

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Agahiya dawî: Li 3 eniyên Kobanê şer dijwar bû, tangek hate rûxandin

ad

Navê 'Mem û Zîn'ê azad e!

ad

Bajar bi bajar bernameyên Newrozê

ad

Nivîskar Asli Erdogan hat tewqîfkirin

ad

Siyad xelata rûmetê dide Şener Şen

ad

Jean Paul û Sîmone

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname