logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

"Çar kêm çar zêde" Bindarûka Mem Zînistanî

Zînistanî di çîrokên xwe de atmosfereke dîmenî çêdike û li kêleka nivisandinê pozê qamerayê jî vedigerîne ser lehengan

  • Dîrok: 07/09/2018
  • Beş: Serbest

Azîz Tekîn

Yekem pirtûka çîrokan ya Mem Zînistanî Bindarûk di 2015an de ji weşanên Lîsê hat weşandin. Zînistanî di çîrokên xwe de atmosfereke dîmenî çêdike û li kêleka nivisandinê pozê qamerayê jî vedigerîne ser lehengên xwe. Bi hûrgiliyên piçûk xîtabê dîtinê dike ji ber vê jî di çîrokên wî de aliyeke sînemayî jî derdikeve pêş. 

Herdû bira; Hesen û Huseyn. Lehengê çîroka Ayeta Sî û Sêyem ku çîroka yekem a pirtûkê ye. Her yek li ber bayê nêrîneke ketine ku qet nayên ba hev. Hesen dixwaze kekê xwe ji liv û tevgerên wî vegerîne "ser rêya heq" û hişyariya xwe ya dawî lê dike. Dema ji gera dervayî bajêr bo qanihkirina hev vedigerin dest bi axaftinê dikin, mela dest bi azanê dike. Dema mela hindik maye banga xwe kuta bike ji hev diazirin û Huseyn jî ji birayê xwe vediqete û dimeşe. Kêliya ku bang diqede guleya ji difna tifinga Hesen dipeke hedefa xwe dibîne. Çîroka Habîl û Qabîl li wareke din bi awayeke din cardin tê nivîsandin.

Bi herikbariyeke nivîskar me dişeqitîne nav çîroka Bindarûk. Ji devê jinên li wir em hîn dibin ka ji wan kîjan bi çi rengî ye. Wekî haya wan ji me tune be nivîskar ji ser darê wan bi me dide guhdarkirin. Lê her ku em noqî herikîna çîrokê dibin nivîskar carê careke axaftina wan dibire û berê "kameraya" xwe dide çivîkeke li nêzê me daniye, ge wê de ge vir de diçe. Car caran jî difetile ser kulîlkên li ber bê dihecin. Naxwaze axaftina jinên li bin bindarûkê halûahwalên xwe diaxivin zû xilas bikin!

Meyldariya di piraniya çîrokên kurdî de derdikeve pêş di çîroka M. de jî heye; ew jî her çiqas mekan bajêr be, leheng bajarîbin jî mînak ji karên rojane yên gundîtî/gundiyan tên dayîn. Helbet sedemên vê hene; nivîskarên hetanî niha rabûne ji binemaleke gundî bûne û haya wan çi baş çi xirab ji "zimanê gunditiyê" hebû û ji vê paşxaneyê diaxivîn. Gelo xwandevanê halê hazir xwediyê vê zanînê ne? Ser meselê bajarî ji kermeyan re dibên çi yan bi bihîstina vê peyvê re çi di serê wan de zîl dide? "Meriv li piştstûya M. binêre, wê ji basmayekê, ji gomekî zêdetir kerme jê derkeve." Dema vê hevoka ji pirtûkê dixwînin têdigihên? Dema ez bi hin hevalên xwe yên li gund an zoman mezin nebûne re diaxivim mecbûr dimînim hin peyvan ji wan re tarîf bikim. Kerme jî, bazmalix jî ji wan peyvan in. Ger ku lehengê çîrokê bajarî be û mekana di çîrokê de tê behskirin li bajar derbas bibe wê demê em çi dikarin bixin cihê kerme? Yan jî peyvên di jiyana rojane yên li gundan tê bikaranîn. Rast e, heta niha bajariyên Kurdistanê jî nîv gundî bûn û ji wan re ne dûr bû ku peyvên ji karên di jiyana gundîtiyê de tên bikaranîn fêm nekin. Lê niha hene. Ji min re wisa tê ku di salên 1900 de li zozanên Açme yê Bayîzdê meriv behsa radyoyê bike. Erê, di wan salan de radyo hebû lê bi tu awayî di axaftina jiyan rojane de navê wî cîh nedigirt.

Li ser kêla gora M. bi tirkî dîroka bûyîn û mirina wî tê nivisîn ku ev cara yekê û cara dawî ye bi destê şarevaniyê çilkek zimanê tirkî dipeke nav jiyan û mirina M. Lê li gor nivîskar ew ne zimanê tirkî, zimanê tirkan e. Ev di têbiniyê de derbas dibe, ji ber tu hişyariyek tune ye xuyaye ne edîtor, nivîskar bi xwe lê zêde kiriye. Ger em mesela zimanê tirkan/tirkî daynên alîkî nivîskar li kêleka metna xwe bi rêyên din jî dixwaze tevlî tahayyula xwendevanan bibe ev jî bi rêya parateksê ye. Paratekst têgeheke rexnegir û teorîsyenê Frensî Gérard Genette ye ku ji bo li kêleka metneke edebî bikaranîna agahî an lêzêdekirinên dîmenî an nivîskî, wekî; epîgraf, îthaf, pêşekî, pêşgotin, têbinî, wêne... (bo zêdetir agahî bnr; Sclbert-Yücel; 71-86) Lê kêlaka van paratekstan di pirtûka Zînistanî de bê îstîsna li binê hemû çîrokan agahiya çîrok di kîjan demê de li ku dest pê kiriye û di çi zemanê de li ku qediyaye jî heye. Her çendî Genette nivîsandina dîrok û cihê çîrok lê hatî nivisandin jî wekî paratekst nehejmartibe jî, ji ber "dengê derve" tevlî "hundir" dike meriv dikare wekî paratekst binirxîne.

Ji bo nifşên beriya me radyoya TRT travmayek mezin e ku di dema xwe de nikaribûn jê biqeriyana. Li ber dengê xeberên ajansê çend keç û lawên xwe li serê çiya û nav beyaran de dan xakê. Çi rast çi derew dengê radyoyê xebera bi hezaran tiştên xirap gihand wan. Gerçî ew deng hê jî qut nebûye. Di çîroka Du Demsal de jî ew deng bi ya xwe dike, ne tenê bi deng her wiha bi awayeke "fîzîkî" jî dikeve nav jiyanê. "Aramiya xwezaya zozanên me dîmenên rengîn ên jiyana me ji nişkê ve tarûmar dike", "Qutiya joleyê ji destê me dixîne, Her tişt serobino dike ji nişkê ve."

Çar + Çar = Çar

Rihê hejmara çar digere di nav pirtûkê de. Di sê çîrokan de metefora çar bi awayeke eşkere xwe bi me dide xwûyakirin. 

Dema min -wekî ferdek kurd- dest bi xwendina dîroka Kurdistanê ya nêz kir, her wiha siyaset û tiştên din jî yên bi Kurdistanê ve girêdayî, her çar dewlet derdiketin pêşberî min; Îran, Iraq, Sûriya û Tirkiye. Îmaja van her çar dewletan wekî dijmin bûn ku di roja îro de jî dema kurdek diaxive balê dikşîne ser çar dijminên ku dora me pêçane. Ne tenê wekî ferdên kurd dora me pêçane her wiha li dora "dayîka niştîman" jî xwe dane hev. Dema behsa van "çaran" tê kirin Kurdistan jî bi dayîkbûna xwe ku di nav dest û piyên van "çaran" de digevize. Her wiha perçebûna Kurdistanê bi çar beşan vê hejmarê li kêleka jiyana rojane di qada edebiyatê de jî ji xwe re cîh dibîne.

Di sê çîrokên pirtûkê de hejmara çar çi tesadûfî çi jî bi zanetî rê nîşanê me dede; Jana Çargoşe, M. û Çar Fragman. 

Di Jana Çargoşe de em peyva çar ku di sernavê çîrokê de derbas dibe daynin aliyekî heft zarok hene li ser dika çîrokê û dayîka van zarokan. Bi tirs in bi xof in. Tirs ji her derê wan dibare. Her ku çîrok diherike sedema tirsa wan tê famkirin. Mêrekî biyanî yê çakêtekî sor ku ji stêrk û heyvên spî pêve ne û potîn li xwe dike dikeve hundir û tedeyê li dayîkê dike. Axir zarokek deyax nake û li hember mêrik radibe. Lê zarokên din çi ji tirsê çi ji tiştên din bi ew birayê rabûyî re dest nadin hev. Mêrikê biyanî jî ji vê pişt digre. Bi çend sahneyan zorok yek bi yek dikevin. Di dawiya çîrokê de mêrên biyanî dibin çar. Tede û êşkenceya wan li dayîkê berdewam dike. Her çiqas hin deman bihevkevin jî û her yek ji wan xwe xwediyê dayîk û zarokan bibîne jî di taliyê de li hev tên.  Çar mêrê biyanî û dayîkek û zarokên li ber lingan çûyî. 

Di çîroka M. ku behsa dînek hezkiriyê kase û tableya ye tê kirin ku karê wî ew e li nav bajêr tableyan bide hev. Nivîskar û hevaleke wî yê li ser dînan xebata doktorayê dike jî dixwazin sedema dîntiya M. hînbin. Ji bo vê jî M. hîpnoze dikin. Bi dayîna kaseya M. dixapînin û bi rêya hîpnozê dadikevin zarokatiya wî. Li wir rastê sedema dîntiya M. tên; çar mêran li ber çevê M. destdirêjiya diya wî dikin. Bi vê awayê sedema dîntiya M. derdikeve arasa meydanê. Cardin çar mêr û dayîkek û zarokek dîn.

Di çîroka Çar Fragman de jî çar sahneyên li Otêl Cîhan bi awayeke sînemayî tê vegotin. Di fragmana dawî de çar mêr li lobiya oteleke erzan in ku em dûre hîn dibin ku mişteriyê Zînê ne. Zîna qehpik ku Mem li otêlê resepsîyonîstî dike û Beko jî jê re pezevengtiyê.  Wisa dixwiyê ku her çar mêrên dagirker ku mirov "dagir dikin" dixwazin bi hev re bikevin odeya Zînê bo vizîteyê. Erê li vir Zîn ne dayîk e lê em çi bikin jî yeka ji me ye û dîsa li hember wê çar mêr hene. Çar mêr, Zînek û em "temeşevanê" çar fragmanan.

Her wiha di sernavê herdû çîrokan de peyva "çar" heye; Jana Çargoşe û Çar Fragman. Di çîroka M. de dînê me bi çar seansan tê hîpnozekirin. Çîroka Çar Fragman ji çar fragmanan, çîroka Jana Çargoşe jî ji çar sahneyan pêk tê. Di çîroka Du Demsal de jî Vivaldi konçertoya Çar Demsal dijenîne ku her demsaleke de jî bi heman rengî yeman e.

Axir Mem Zînistanî çîrokên xwe wekî wêne, fîlm, şano yek bi yek li ber me radixe. Her yek di nava xwe de senaryoyeke dihewîne wekî ji sînema an ji şanoyê re çav bikirpîne. Bi çîrokên wî em "dibînin" lê ger derhêneriyê bike bi qasê çîrokên xwe bikaribe "nîşanê me bide" ne diyar e.

Çavkanî:

Sclbert-Yücel, C. (2014). Paratekst û Berxwedan di Pênaseya Edebiyata Kurmancî ya li Tirkiyeyê. Alan û Öpengin (ed.) Tîr û Armac (rr. 71-86) Stenbol: Peywend

Zînistanî, M. (2015). Bindarûk. Diyarbekir: Lîs


Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Yuksekdag: 'Li sînor bêyî MÎT'ê tu kes nikare tevbigere'

ad

Di facebookê de çima kurdî nîn e?

ad

Rûyê PDK'ê ji Birakujiyê heta birafiroşiyê

ad

Îcadek din: Tekerên ku nateqin îcad kirin

ad

Asîmîlasyon û Barzanî

ad

Kiliçdaroglu: Emê di 15 rojan de miheqeq bi ser bikevin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname