Azîz Ogur
Gotinên pêşiyan ji ziman wêdetir asta feylozofîk, civakîbûn, dîrok û jiyanê nîşan didin. Formulasyona kurt a tecrûbe, ezmûn û dersên ji jiyanê hatine derxistin in. Lê belê biwêj yekser bi asta ziman ve girêdayî ne. Yanî ji bo afirîn, avabûn, belavbûn û rûniştina di ziman de a peyv-gotinên ji wateya xwe ya nivîskî wêdetir kurahiyekê rave dikin asteke zexm a ziman dixwaze. Biwêj ên ji çend peyvan pêk tên çiqasî hêzê didine gotinê, bi çend mînakan dikare were ravekirin. Bi çend mînakan biwêj û wateya wan:
Dûvê kûçik rast nabe: Ji bo ravekirina karakter an fitrata mirov an zindiyan e. Heger karakter ne baş be hêvikirina tiştekî baş wê ne di cî de be. ‘Çêliyê maran bê jehr nabin’ jî di heman çarçoveyê de ye.
Kêr gihişte hestî: Biwêj a belkî ji demên bihurî bêhtir tê bikaranîn e. Bi taybetî di çarçoveya gotar û peyamên siyasî de ji bo ravekirina sînorê tehemûla dijmin, zilm û zora dimeşînê tê bikaranîn. Di her aliyê jiyanê de di her nakokî yan zext û zilmê de tê bikaranîn. Zexta mêrekî li ser jinê, zexta rejîmekê li ser civakê ya tund û radeya tehemûla heta wê kêliyê nîşan dide. Piştî vê gotinê, xweparastin, an şer tê.
Siwarê xelkê, timî paya ye: Ev rave dike ku mirov divê bi hêza xwe bawer bin û bi derfetên xwe, li ser lingê xwe bimînin. Di heman çarçoveyê de biwêj an gotina, “Çavê li deriyan xwelî li seriyan” navdar e.
Kevirê giran li cihê xwe baş e: Heger mirov xwedî nav û îmajeke baş e, pêwîst e nekeve nava hewldanên ku vê yekê têk bibin.
Destê bi tenê Eliyê Şêr jî be: Girîngiya hevkarî, tifaq û hevalbendiyê rave dike. Lehengî, hêz an qehremaniya mirov çiqas hebe jî bi tena serê xwe nikare ji heqî hin rewşan derkeve. Lewra di vê bivêjê de pêwîstî û girîngiya tifaq, hevkarî û rêhevaltiyê nişan dide.
Li zikê wî xistin got ay pişta min: Têgotin li zikê kesekî dixisitin her wî digot, ‘ay pişta min’. Jê pirsîn ‘Em li zikê te dixin, çima tu dibêjî, ay pişta min?’ Wî jî bersiva, ‘Heger li pişt min dost û hevalên min hebûna, we nikaribû li min bixin.’
Cihê şêran, rûviyan kire gêre: Ji dewrgirê mîrate, paye an statuyê yê ne layiq re tê gotin. ‘Ji serê çûkan qelî çênabe’ jî wê şîretê îfade dike ku ji mirovên ne xwedî ast bin hêvîkirin şaşiyeke mezin e. Heger mirovê behsa wî tê kirin, mirovekî gelekî kêm û bêkesayet be wê demê bi gotina, ‘Siyê ji gû re çênekin’ re tê gotin.
Çêleka rîxoyî, garanekê rîxoyî dikê: Di nava civakê de hebûna mirovên bê şexsiyet û bê karakter dikare çawa zirarê bide tevahiya civakê, bi vê gotinê gelekî bi bandor tê vegotin.
Dîwar bi guh in: Wê hişyariyê îfade dike ku mirov hin tiştên xeter û divê veşartî bimînin, bi ti awayî bi dengekî bilind bi lêv neke.
Ji pêlava xwe re dibêje: Tê wateya, mijara li ser tê axaftin wê li wir bimîne û bi ti awayî li cihekî neyê gotin. Çawa pêlav nikaribe biaxife li ser mijara jê re hatiye gotin, ew ê jî neaxife, yan nikaribe biaxife. Dema kesek derdê xwe, sirr an bûyereke divê belav nebe, bibêje yê dijber bi vê gotinê, soza ku ew gotin di navbera wan de bimîne dide.
Serê du beranan di beroşekê de nakele: Kesên ji aliyê hêz, statu û kalîteyê de heger nêzî hev, yan li emsalê hev de bin li heman qad an meydanê nabin û pêwîst e yek jê biçe.
Em biniherin ka kî berx e, kî beran e: Ev biwêja di strana ‘Ez Xelef im’ a herêma Bota de jî tê bikaranîn ku Xelef ji Êzdîn Şêr re dibêje, wê yekê îfade dike ku di encama meydana cengê yan jî pratîkê de derdikeve holê kî xurt e. Ango ne pesn û gotin, lê kirin û emel diyarker in.
Ji bo pesindayina lehengiya mirovan biwêjên bi rengê teşbîhan ên mîna, “beranê çargurçik”, “Kewê ribat”, ji bo jinên esil û çê “kihêl”, “şêr şêre, çi jin e çi mêr e” tên bikaranîn.
Ev gotin hemû, gotarê dikarin gelekî bihêztir û watedartir û fahmdartir dikin.
Di nivîsa pêş de ez ê hewl bidim biwêjan tevî çîrokên wan rawe bikim…
23.01.2019, Yenî Ozgur Politîka


