Diyarname
Şa Performansê ku li Beyogluya Stenbolê karê şanoyê dike bernameya xwe ya çalakiyan a meha gulanê eşkere kir.
Di nav bernameyê de du lîstikên şanoyê yên ji bo zarokan bi navên "Daweta Noko û Nîskê" û "Mîrzayê Biçûk", lîstikek bi tirkî "Kuyu ve Sarkaç" û çend lîstikên şanoyê yên bi kurdî hene: "Seyrana li çeper", "Ji Akademiyê re raporek", "Di tuwaletê de", "Teyba dawî ya Krapp".
Navnîşan:
Şehit Muhtar Mah. Nane Sok. No: 5 Taksim / Beyoglu / Stenbol
Telh: 0543 523 0400



