Cano Şakir / WUPPERTAL
Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) şaxa Ewropayê 6'emîn mihrîcana xwe ya salane ya çand û hunerê, îsal jî li bajarê Wuppertalê li Almanyayê li dar xist.
Mîhrîcana îsal li ser pênc beşan birêve çû. Piştî rêzgirtinê, Helîm Yusiv li ser navê komîta amadekar ku di heman demê de ew berdevkê HRRK yê şaxa Ewropayê ye, axivî. Pênc beşên mîhrîcan li ser wan meşiya wiha bûn; Şano, xwendina helbest û çîrokan, îmzekirina pirtûkan, şêwekarî, muzîk û stran. Ji bilî van beşan, nûnerên sazî û dezgehan jî hebûn. Ji her çar beşên Kurdistanê mêvan tevlî vê mîhrîcanê bûn. Ji bakurê Kurdistanê Mamoste Fêrgîn Melîk Aykoç, ji rojlatê Kurdistanê Hesen Îrandost, ji başûrê Kurdistanê jî Şivan Kerîm.
Gaveke ber bi başkirina mercên çanda kurdî
Helîm Yusiv yek ji wan kesayetên naskirî yê di qada rewşenbîriya kurd de ji bo zelalkirina hinek xalan, danasîn û girîngiya mîhrîcanê ji me re peyivî û wiha got: “Ev mîhrîcan çalakiyeke salane ye, ya HRRK – şaxa Ewropayê ye. Yek ji hewildanên cihbicihkirina armancên me ye, we ku xebatkarên qada çanda kurdî, em dixwazin rê li ber windabûna çand û zimanê xwe li derbideriyê bigrin, her wiha em salê carekê be jî beşekî mezin ji kesên bi çand û hunera kurdî re mijûl in, bînin cem hev. Heta radeyeke mezin ev her du armancên me yên sereke têne pêkanîn. Tu xewn û xeyalên me yên mezin der barê lidarxistina vê mîhrîcanê de tune ne. Çalakiyek ku salê carekê çêdibe nikare bibe sedema guherandinên mezin yan pêşdeçûnên mezin di qeda çanda kurdî de. Lê ew jî gaveke ber bi başkirina mercên karkirina di warê çanda kurdî de û xwedîderketineke li vê çandê ye. Jixwe em vê yekê ji bilî berpirsiyariyeke neteweyî û siyasî wekî erkeke xwe ya exlaqî jî pêk tînin. Cudayiya vê mîhrîcanê ew e; îsal me bi giranî rê da pêşkêşkirina şanoya kurdî û ji ber vê jî, me saloneke şanogeriyê ji bo mihrîcana îsal girt. Bernama mîhrîcanê îsal ji salên derbasbûyî rengîntir û dewlemendtir e. Wekî din jî her mîhrîcana Rojava rasterast dikeve bin bandora rewşa heyî, ya aktuel, ya rojavayê Kurdistanê. Sala çûyî atmosfera mîhrîcanê û berhemên wê rahiştibû rengên Efrîna dagîrkirî û zeytûnên wê, îsal li kêleka rengên Efrînê wê bêhna şewata genim û zeviyên Cizîrê û Kobanê jî bê guman amade be.”
Rojava îro di dîroka me de rola sereke wergirtiye
Wêjevanê kurd Fêrgîn Melîk Aykoç ê vexwendî mihrîcanê bû, gotinên xwe der barê mîhrîcanê de wisa gotin: “Mîhrîcan bênder û geşandina wêjeyê ne, ji wê jî ta berî mîladê bala pêşeng û gelan kişandiye; hinan jê re Agora, hinan arena û bav û kalên me jî mîhrîcan gotine. HRRK ev çend sal in, çalakiyeke wisa bi wate û pîroz pêk tîne, her çendî çend caran hatibûm vexwendin jî, ji ber hin egerên ne ji destên min min nekanîbû tevlê bibim. Rojava îro di dîroka me de rola sereke wergirtiye, di nava rewşenbirên vê beşa welatê me yê di her demê de desteguleke ji beşên wêje û hunerê pêşkêşkirin serbilindiya herî binirx e. Ji wê gelek bi kelecan im.”
Wêjevanên alman jî hebûn
Her wiha di nava mîhrîcana Rojava ya çandê de, ne tenê nûnerê dezgeh û saziyên kurdan hebûn, her wiha wêjevanên alman jî hebûn. Yek ji wan Dieter Jandt bû ku di heman wextî de ew mêvanê rûmetê yê mîhrîcana îsal bû. Wêjevanê alman Dieter Jandt beşdarbûna xwe ya mîhrîcanê û kêfxweşiya anî ziman û bibîrxist ku di dîroka miletan de parastina çandê dikare were naskirin.
Dezgeh û komeleyên mêvan: Kulîlka Zeytûnê, Komela Nûbuhar, Navenda Kurdî, Instituta Kurdî li Elmanya, PENa Kurd û Reng Art bûn.
Şanoya Rawestgeh û Li vir bû
Di mîhrîcanê de du şano hatin lîstin. Şanogerên di her du şanoyan de lîstin ev bûn: Zerdeştê kal, Dara Lalo, Yara Farîd Omar, Leyla shandi, Amîtis Krad, Yasmîn Şêxo û Mehmod Îbo.
Zerdeştê Kal ku wekî yek ji rêveberê HRRK´ê ye û di heman demê de wekî yek ji akterê şanoyê bû got: “Çanda me ya têr û tijî ne tenê bi pirtûkan û xêzkirina tabloyan were naskirin. Şano jî dikare di van çalakiyan de bi roleke bingehîn rabe.”
Şanoya bi navê "Rawestgeh" ku Helîm Yusiv tekstên wê nivîsiye û her wiha şanoya "Li vir bû" ku Perjîn Elo nivîsiye bi çoşeke mezin hatin temaşekirin.
Çîrok û helbest hat xwendin
Piştî ku şano hat lîstin û nîşandan, beşê xwendina helbest û çîrokan jî hebû. Gelek nivîskar û helbestvanan di vî beşî de cih girtin; Abbas Abbas, Zinar Ezem, Bîlal Hesen, Fergîn Melîk Aykoç, Hesen Îrandost, Şivan Kerîm, Husên Hebeş, Şadya Xelo, Mihemed Revê, Husên Omer, Nexem Dirêî, Hekîm Sefkan, Mehmûd Badilî, Yasîn Ehmed, Şaha Mihemed Silêman, Omer Bozan û Adnan Şêxmûs.
Şêwekarî û dengbêjî
Di mîhrîcanê de cihê şêwekaran cuda bû. Wan bi tabloyên xwe ji bilî xemla Kurdistanê, êşên xwe di dilên tabloyan de xêzkiribûn. Şêwekar Nesrîn Ahmo, Ceger Dido, Şerîhan Baklaro, Hussein Girê Pîrê, Nesrîn Bayam, Yasmîn Şêxo, Raxib Zozanî û Behaa Hisso reng dan mîhricanê.
Di dawiya mihrîcanê de û piştî ku mîhrîcan bi şêwekî serkeftî derbas bû, hunermendên dengbêj Rûken Akkaş, Siyamed Hesen û Zubêr Salih stranên xwe gotin.
Ji Yenî Ozgur Polîtîkayê hatiye girtin
**
Nûçeya Eleqedar:
- Mîhrîcana Rojava li benda mêvanên xwe ye
**


