logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Rewşa beşên kurdî li Başûr

Em li bajarên Başûr Hewlêr û Silêmaniyê geriyan. Me xwest em pergala perwerdehiya wan a bala nas bikin. Bi vê mebestê e

  • Dîrok: 04/07/2010
  • Beş: Serbest

Samî Tan 

Her wekî çawa pêşiyên me gotî, “Çil çîrokên hirçê hene, her çil jî li ser hirmiyê ne” ê me her tim di rojeva me de ziman û perwerdehî heye. Her çiqas nivîsên min ên di vî quncikî de bi giranî siyasî bin jî kar û barê min têkoşîna parastin û pêşvebirina kurdî ye.  Di nîveka meha çûyî de me li Amedê Komxebata Ziman û Perwerdehiya Kurdî li dar xist. Ji her çar parçeyê welêt mêvanên me hebûn. Ev hefteya çûyî em li başûrê Kurdistanê bûn. Ji ber vê yekê min derfet nedît nivîsa xwe hefteya çûyî binivîsim. Em li bajarên Başûr Hewlêr û Silêmaniyê geriyan. Me  xwest em pergala perwerdehiya wan a bala nas bikin. Bi vê mebestê em çûn serdana beşên kurdî.

Li Silêmanî hema bêje me piraniya mamosteyên beşa kurdî re hevdîtin kir. Bi alîkariya mamoste Merîwan Dewlet me  bi wan re hevdîtin kirin. Di serî de Dekanê Koleja Zimanan Prof. Dr. Mohammed Dilêr Emîn û Berpirsê Pirtûkxaneya Navendî ya Zankoyê Mihemed Kasas hemûyan em bi dilgermî û kêfxweşî pêşwazî kirin. Mamoste Kasas ji pirtûkxaneyê gelek pirtûk diyarî me kirin. Li Hewlêrê jî Serokê Beşa Kurdî ya Zanîngeha Selahaddîn em bi dilgermî pêşwazî kirin, wî gelek pirtûk beşê diyarî me kirin. Em ji hemûyan ji mêvandarî û dilgermiya wan spasiyên xwe pêşkêş dikin.

Piştî vê destpêkê em dikarin der barê rewşa beşên kurdî yên zanîngehan de hinek bîr û boçûnên xwe diyar bikin.
Li gorî agahiyên ku mamosteyan daye, her beşê derdora 300 xwendekarên wan hene. Hejmar jî xwendekarên master û doktorayê hene. Kurdî di nav Koleja Zimanan de cihê xwe digire, statûya Beşa Kurdî ji wan berztir nîn e. Mixabin bi qasî ku me dît, prestîja zimanê kurdî jî ji zimanên din bi taybetî îngilîzî kêmtir e. Dema ku mirov bala xwe dide pirtûkên waneyan jî bi piranî pirtûkên kevn in, bi piranî di salên 1970-80’yî de hatine çapkirin, pirtûkên nû pir kêm in. Her wiha avahiyên zanîngehan pir kevin in, nemaze avahiya Beşa Kurdî ya Selehaddîn mirov nediwêrî di derenceyên wê re hilkişe. Tevî ku beşên teknîkî xwediyê cihên nû û nûjen in, beşên zimên di vê rewşê de ne. Her wiha tevî ku li her du bajêr jî gelek avahiyên nû çêbûne jî avahiya Zanîngeha Silêmanî hê jî wekî berê ye. Tiştê dilsojtir ev e ku prestîja wan zanîngehan zêde ne bilind e û kesên ku derfetên wan hene zarokên xwe dişînin zanîngehên taybet. Tiştê herî xeter jî giregirên hikûmeta federal zarokên xwe dişînin, dibistanên Fetullah Gulen.

Ji bilî zanîngehan em li hinek saziyên rewşenbîrî geriyan. Li Silêmaniyê Binkey Jîn di warê arşîv û dokumantasyonê de xebatên gelekî hêja dike. Mamoste Hilmî Salih û Siddiq Salih di warê dîrok û kelepora kurdî de xebateke gelekî hêja dikin. Di vî warî de gelek gilî û gazinên Hilmî Salih ji saziyên rewşenbîrî yên Bakur hebûn. Wî digot,”Gelek belge di pirtûkxaneyên Tirkiyeyê de hene, lê belê kes tu xebata berhevkirina wan nake.”

Her wiha Enstîtuya Kelepora Kurdî jî di warê kelepora kurdî, nemaze jî folklorê de gelek xebat kirine û gelek berhemên giranbuha çap kirine.

Li Hewlêrê jî Akademiya Zimanê Kurdî di warê zimanê kurdî de berhemên baş amade kirine. Lê belê der barê Akademiya Zimanê Kurdî de rexne û gazin jî pir in. Gelek kes wisa bawer dikin ku akademî şayanî navê û bi qasî derfetên xwe xebatê nake û berheman dernaxe. Her wiha  helwesta serokê wê ya soranîperest jî tê rexnekirin.

Bi kurtasî rewşa xebatên kurdî li Başûr ev e. Gel bi awayekî suriştî bi kurdî dijî, hema bêje hemû qadên jiyanê bi kurdî ne. Lê di warê bîr û baweriyê de qelsî û lawaziyeke mezin heye. Wekî ku mirovan ji bilî jiyana daringî tu hêvî û armanc nebin xuya dike. Ji aliyê çandî û felsefî ve civak ji bandora hêzên derveyî re vekirî ye. Ev jî cihê metirsiyê ye. 

sberbeyan@yahoo.com 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Dema 'Vîkîng rastî kurdan hatin'

ad

Kurdekî Başûr bû Wezîrê Perwerdehiyê yê Îngilistanê

ad

Xelata Azadiya Ramanê didin Aysel Tugluk

ad

Batman Petrol li Edîrneyê bi ser ket

ad

Kantona Cizîrê, Hevserok û Rêveberiya wê hate ragihandin

ad

Erzîncanê zora Qersê bir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname