logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

Serpêhatiyek li gel PEN'a Kurd

Mamoste Qiyaseddîn Stêrk diaxive: "Heval can, merc e, her kesê tevli kongreyê bibe, 170 € razîne ser hesabê. Heqê riya w

  • Dîrok: 01/07/2019
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Yeko Ardil

Mamoste Qiyaseddîn Stêrk diaxive: "Heval can, merc e, her kesê tevli kongreyê bibe, 170 € razîne ser hesabê. Heqê riya we jî li ser we ye."  û lê zêde dike: "Divêt endametiya xwe jî ji bîr nekin, wekî hûn jî dizanin salane 60 € ye. Gotûbêj wiha didome: "Mamoste ev nivîskarên kurd dema xwe didin, hinde ked didin dinivîsin, pereyê çap û belavkirinê jî ji berîka xwe didin û di kombûneke wiha de jî hemû mesref li ser wan e, ev çawa çêdibe?

Mamoste Stêrk kurt û kurmancî dibêje: "Bira can, ew ji bo welatê xwe dinivîsin."

Me wiha dest bi amadekariya tevlibûna 10'emîn kongreya PEN'a Kurd ya li bajarê Oldenburga Almanyayê kir. Di ber de jî em li ser rewş û dîroka vê saziyê sekinîn. Gava em berê xwe didin mêjû û destpêka vê saziyê, em dibînin ku di 5'ê kewçêra (cotmeha) sala 1921'ê de li Londonê ji aliyê nivîskarên îngilîz Cagherîne Amy Dawson Scott, John Galsworthy û hevalên wan ve hatiye damezirandin.

PEN, Yekîtiya Nivîskarên Navneteweyî navê xwe ji tîpên îngilîzî poets (helbestvan, hozan), essayîsts (cerbîner) û ji novelîsts (romannivîs) ê wergirtiye. Ji avabûna saziyê ve li dewsa giştiya navê wê, ev kurteya PEN'ê tê bikaranîn. PEN bi îngilîzî wateya qelem/pênûsê jî dihundirîne.

Ev klûba ku destpêkê wekî civata çend hevalan dest pê kiriye, piştî Şerê Cîhanê yê Yekem vedigere saziyeke bi rêk û pêk. Navenda wê hîn jî li Londonê ye û ev sazî hewl dide xwe li derveyî tevahiya nêrînên siyasî bigire, bi taybetî jî lê dixebite ku azadiya raman, vegotin û ya çapemeniyê pêk were. Her wisa jî li tevahiya dinê nivîskar di nav ewlehiyê de bijîn.

Vê gavê 174 netewe endam in. Di heman demê de PEN şêwirmendiya saziya UNESCO’yê jî dike.

Saziya PEN'ê ya her welatî li gorî reseniya mercên xwe di nav rêxistin û xebatê de ye. Kongreya giştî her sal li welatekî cihê tê pêkanîn. Nêrîna maqûl ew e ku welatê hatî hilbijartin di qada navneteweyî de, di warê çandê de gavên sûdewer avêtibe û destûrê bide taybetmendiyên ligel mafên mirovan.

Di wan kongreyên navneteweyî yên PEN'ê de berî her tiştî helwesta hikumetan yên li hemberî nivîskaran, sansur û rewşa nivîskarên di girtîgehan de tê gotûbêjkirin. Bi bang û belavokan ve hewla afiradina raya giştî ya li hemberê hikumetên stemkar tê dayîn. Lewre di sala 1960'î de Wrîters în Prîson Commîttee (Komîetaya Nivîskarên Girtî) hat damezirandin, lê ji ber ku vê jî têrê nedikir di sala 1990´î de Wrîters în Exîle Network (Koma Nivîkarên li Sirgûniyê) hat avakirin. Ev kom alîkariya nivîskarên neçar mayîne ji welatên xwe derkevin dike. Ji bo li welatekî  ewle, di nav mercên li gorî mafên mirovan de jiyana xwe bidomînin, dixebite.

Mercên endametiyê jî ev e; bêyî ciyawaziya reng, milet, nijad welat û olî her kesê xwediyê du berhemên çapkirî dikare bibe endamê saziyê.

Piştî van kurteagahiyên ji Tora NETê hatin wergirtin, em li deriyê kombûna bilind a PEN'a Kurd didin. Kongre di bin çavdêriya PEN'a Navneteweyî de sê rojan dewam kir, li gel gotûbêjên li ser pêşnûmeyê û guhertinan gelek panel û semînarên çandî û dîrokî jî hatin lidarxistin.

Mêjûya damezirandina PEN'a Kurd ango hewldan û xebatên wê heta salên 1980'yî diçin. Lê dîroka fermî ya damezirandinê wekî 1988 hatiye destnîşankirin. Vê gavê ji her aliyên Kurdistanê li dora 310 endamên wê hene, ji wan bi qasî 100 kes beşdar bûbûn. Her wisa hejmara jinan jî darîçav bû. Hind nivîskar jî bi pirtûkên xwe yên çapkirî ku di nav de yên bi tirkî jî hebûn, hatibûn.

Kesayetên wekî Dr. Zerdeşt Haco, Bêrîvan Dostkî ku bi salan di nav xebatê de ne dîsa li ser kar in. Serokê PEN'a Kurd Osman Ozçelîk ji ber astengiya dewleta Tirk nekariye tevlî bibe. Her wisa gelek endamên dîtir jî bi heman sedemê nekarîne werin.

Di encama kongreya 10´emîn de Aslîhan Yildirim û Samî Tan ji bo hevserokatiyê hatin hilbijartin. Bêrîvan Dostkî û Şêrzad Hesen jî wekî hevserokên rûmetê.

Kongre çawa ku di bin diruşma: "Berxwedan jiyan e" de dest pê kir wisa jî peyamên liberxwedanê ya neteweya kurd bi encam bû.

Lewre divê em guh bidin gotinên Dr. Zerdeşt Haco: "Di nav PEN´ê de gelên xwedî dewlet û yên din wekhev in. Wekî hemû neteweyên cîhanê em jî neteweyeke serbixwe ne. Kesên beşdar dikarin bandorê li civaka xwe û li cîhanê bikin. Zordestiya li ser ziman, çand, wêje û her wisa avakirina aştiya cîhanê jî di nav çarçoveya xebatên wê de ye. Sînorên li ser welatî, yên zordestiyê ne. Nivîskar û rewşenbîr helbet li dijî wê ne.’

Nivîskarên ji gelek aliyan hatin hev nas dikin, dostaniyên nû tên girêdan. Ligel kêmasiyan jî piraniya beşdaran kongreyê serkeftî dibînin.

Mamoste Qiyaseddîn Stêrk ku kêliyek jî ranaweste, di nav hewldana komkirina pareyan de ye. Lewre yên nû ji welatî hatîn û kesên bi rastî jî rewşa wan a aborî dest nade hene.

Em li çavên hev dinêrin. Bi bişîrîneke xweşkûk ve dibêje: "Yekbûn can, ew ji bo welatê xwe dinivîsin!"

Û didomîne: "Lê divêt em projeyan amade bikin, pêşkêşî navendê bikin. Wê demê em ê bikarin alîkariya darayî jî bigirin."

Wekî encam: Kombûna bilind a PEN'a Kurd li Kurdistanê pîroz be.

29.06.2019, Yenî Ozgur Polîtîka

Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
Ev jî hene
ad

Romana Omer Dilsoz “4 Kotra 4Çela” derket

ad

Obama ji bo xwendinê pirtûk pêşniyar kirin

ad

Rekorek din: Pirtûkek ziman jî gihîşt çapa 10'an

ad

Helbesta Cegerxwîn 'Mêvan û Mazûvan' kir stran

ad

Kurê Sirri Sakik Sîdar Sakik întîxar kir

ad

Malpereke nû: Nûkurd vebû

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname