logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin
news-details

Dibistan û Kurdî

Li Ewropayê nexasim jî li Almanyayê ji ber sedemên gelekî ji hev cihê, ji bi sedhezaran zarokî tenê qederê 2 hezarî, diç

  • Dîrok: 09/07/2019
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Luqman Guldivê

Li Ewropayê nexasim jî li Almanyayê ji ber sedemên gelekî ji hev cihê, ji bi sedhezaran zarokî tenê qederê 2 hezarî, diçin dersên kurdî. Li Bremenê mamosteyên van zarokan ji xwe re kirine armanc ku hejmara dibistanên dersê li wan didin zêde bikin, û ji bilî dibistanên destpêkê li yên navîn jî karibin dersê bidin. Ji bo vê jî îşaret bi hevkariya mamoste û dê û bavan dikin. Ev hevkarî di warê zimên de ji bo civakeke li derveyî welatê xwe heyatî ye.

Ha niha, vê kêlîkê ez li ser rêya kampeke kurmancî me, wê li welatê Brotonyayê (li bakur rojavayê Fransayê) ji bo zarokan bê amadekirin. 10 rojan zarok wê her sibeh heta nîvrojê beşdarî dersên kurmanciyê bibin û piştî nîvrojê jî wê anîmasyon (ên ziman) hebin ku zarok her kêlî bi kurmancî re miamele bikin. Ev jî însiyatîfa çend dê û bavan e. Bila ev gotin li vir bin, ezê careke din li dê û bavan, li mamosteyan û her wiha li karsazan vegerim. Niha behsa dibistanê bikim dîsa, lê vê carê bi kurtî.

Li ser dibistanê bi giştî û dewra wê wekî perwerdekera dewletê min berê gelekî nivîsî bû. Nexasim jî li welatên mîna Almanyayê ku ji rê û resma Bismarckî ve wekî amûreke ferzkirina disîplînê li tevahiya civakê, çûna dibistanê “ferz” e. Yanî ne perwerde û derfeta perwerdeyê ne jî wekheviya wê derfetê ji bo her kesî, lê çûna dibistanê bi xwe ferz e. Axir hin civakên ku nikarin bi temamî benê zarokên civaka xwe bixin destê dewletê, ji berê ve dest bi disbitanên weqfan, dibistanên cemaetên dînî û dibistanên taybet kirine, ku li cem dibistanên dewletê, derfeteke kêm jî be ji civakên xwe re ava dikin.

Ev hersê şêwaz dibistan jî encama razînebûna ji dibistanên dewletê yên heyî ye. Li vir em îfade bikin, çiqas dewlet heta bi mufredatê amadekirina dibistanan ji civakê re bihêle, ev dibistan jî ew qasî demokratîk dibin. Heger em li cihekî bin ku diyarkirina şert û mercên dibistanê û diyarkirina mufredatê dûrî destê civakê be, ew dibistan ew qasî zarokan jî dike yê dewletê û ji civakê dûr dixe. Ji ber wê jî, li vê dinyaya dibistan bi rengekî yan jî rengê din ferz, mirov dikare bi hêsanî bigihîje wê encamê ku her civak dikare bi damezrandina dibistanên xwe wan tesîrên xirab ên dibistanê li ser xwe û zarokên xwe bi sînor bike.

Em gava berê xwe didin civaka xwe, em dibînin ku talûkeya herî mezin nemana zimanê wê ye. Yanî parastin yan jî hînkirina kurdî dişibe yek ji meseleyên esasî. Lê baş tevî ku tenê li Almanyayê em dikarin bi rehetî behsa mîlyonek kurdî bikin, gelo însiyatîfa çend dibistanan heye? Bi qasî dizanim yek heye li Berlînê û ew jî tevî teşwîqkirina kurdî jî, wê di nava sîstema perwerdeyê û mufredata diyarkirî ya dewletê de bimîne. Lê tevî ku piraniya mufredatê ji berê ve diyarkirî ye jî, mirov dikare bi hevkariya dê û bav, mamoste û karsazên kurd, li alternatîfeke din bifikire. Alternatîfeke ku şêwazê perwerdekirinê hem ji zarokan re û hem ji dê û bavan re maqûl be, zimanê kurdî hem di mufredatê de be û hem jî wekî zimanê hînkeriyê bê bikaranîn (mesela ji 30’yê dersan bi kurdî bê dayîn), û derçûyiyên wê jî serketî bin. Ev faktor hemû bên cem hev, dibistanên kurdî dikarin ji bo wan dê û bavan jî cazib bin ku qet bi kurdî nizanin lê kurd in. Hingê zarokên wan wê bi kurdî zanibin, tevî ku ew bi kurdî nizanin. Ev ê bibe stratejiyeke rihpêanîna bi kurdî.

Li vir a heyatî hevkariyek e; dê û bavên ku amade bin zarokên xwe li van dibistanan qeyd bikin, mamosteyên kurd (ên hemû dersan li Almanyayê hene) ên ku amade bin li van dibistanan kar bikin û karsazên ku amade bin projeyan destek bikin yan jî wekî karekî, xwe bidin ber wan. Ev faktor bên cem hev, li Almanyayê em ê karibin stratejiyeke zîndîkirina kurdî di pratîkê de wekî civak bi cih bînin. Jixwe, ev faktor bên cem hev, ji bo dê û bavan, ji bo şagirtan, ji bo mamosteyan û karsazan jî ev ê bibe projeyeke ku timî karibe dewam bike. Çima na, hema rabin û xwe bidin ber vî barî!

08.06.2019, Yenî Ozgur Polîtîka

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Fezlekeyên der barên mebûsan de

ad

Tahîr Elçî bi pêşangeha 'dengê azadiyê' hat bi bîr anîn

ad

Yaşar Kemal bi 4 fîlman tê bibîranîn

ad

605 hezar kes çûn serdana fûarê

ad

Parlamentoya Başûrê Kurdistanê: Divê Rojava bikare li Hewlêrê nûneriya xwe veke

ad

Klîba Hefteyê: “Hoy Nerm e”

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname