logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

Ciwan Tengezar: Mixabin li ba kurdan girîngiya zarokan di asteke nizm de ye

Niha albumeke stranên zarokan bi navê “Çar” li pêşberî me ye ku ji bo zarokan xebatek gelek bi qîmet e. Stran jî ji aliy

  • Dîrok: 01/08/2019
  • Beş: Hevpeyvîn

Hevpeyvîn: Cemil Oguz

Niha albumeke stranên zarokan bi navê “Çar” li pêşberî me ye ku ji bo zarokan xebatek gelek bi qîmet e. Stran jî ji aliyê zarokek ve hatine strîn. Dengek xweş, muzîkek xweş. Hêja ye ku hemû zarokên kurd qet nebe demek lê guhdarî bikin. Album ji aliyê hunermend Ciwan Tengezar ve hatiye amadekirin û derxistin. Fikra wî ew e ku dibêje “Paşeroja neteweyeke bindest bi xurtkirina kesayetiya zarokan xweş û geş dibe” û vê lê zêde dike: “Bila zarokên me bê av û nan, bê evîn û welat, bê stran û çîrokan nemîne.” Li ser albumê me pirsî, wî bersiv dan. De fermo…


Em kurd her ji bo mezinan pirtûkan dinivîsin, stranan çêdikin lê em zarokan paşguh dikin. Te berê xwe daye xebatek ji bo zarokan. Di vê meseleyê de fikra te çi ye, li gor dinyayê em di kîjan astî de ne?

Ger armanca neteweyeke bindest/dagirkirî ji bo azadî û rizgariyê hebe, divê avakar, afirîner be.

Îro bi duh û sibehê ve girêdayî ye. Îro zarok e, pêşeroj ji bo zarokan e. Pêşeroja neteweyeke bindest bi xurtkirina kesayetiya zarokan ronî, xweş û geş dibe.

Bi her gotin û awazeke me, ew ê baxçeyekî rengîn ê bêhnxweş ava bikin. Ew ê xwe nas bikin û nasnameya xwe bi dest bixin. Mixabin civaka kurdan hê ya mezinan e. Zarên me zû mezin dibin. Em zarên xwe zû mezin dikin. Nebûna bernameyên demdirêj û armanca şêlû dibe sedema paşguhkirina zarokan. Mixabin cîhana zarokan ji aliyê malbat û saziyên kurdan ve hê baş nayê zanîn. Mixabin li ba kurdan girîngiya zarokan di asteke nizm de ye. Hê jî zarokên kurd bi potansiyela qurbanên şer ji dayik dibin.


Kengê hat bîra te ku tu xebatek wisa bikî? Piştî vê bîrbirinê te çi, heta ku kir?

Berê ku ez bibim bav, ez têgihîştim ku ji bo xeyala mezin a kurdan mal û malbat prototîp e; dê-bav roleke girîng dilîze. Tevî ku me li gel gelek dijwarî û astengiyan zimanê malê kiribû kurdî, dîsa jî perwerdeya bi kurdî ya zarokan ne di asta cîhanê de bû, loma jî min hewl da zarokan nas bikim û bibim şagirtê zarokan. Ez bi awayekî zelal dikarim bêjim, ku zanîna xwe ya li ser zarokan ez ji zarokan hîn bûm. Ku hê jî hîn dibim. Herdem şêwirmendên gotin û stranên zarokan, zarokên min (Zarokên min ên li malê her wiha zarokên ku beşdarî kurs û projeyên min dibin) in.

Ne tenê stran û çîrok, gelek tiştên din hene, ku bibe alîkar ji bo gihîştina asta hewcedar.

Loma min ferhenga mijaran a kurdî-almanî a berfireh bi beşeke taybet a ji bo zarok û dê-bavan amade kir. Ez ê di derfeta herî nêz de wekî wê hin berhemên xwe biweşînim.


Di albumên hunermendan de piranî em dibînin hin gotinên stranan ên wan in, hin jî stranên gelêrî ne. Di vê de hemû gotinên stranan te nivîsandine. Ev tercihek bû, yan te gotinên stranên zarokan ên gelêrî peyda nekirin... Tu dikarî çi bibêjî?

Ez her li stranên zarokan ên gelêrî digerim. Mixabin heta niha min li gor cîhana zarokan stran nedîtin. Ez ê du stranên gelêrî wekî mizgînî ji bo albuma duyem tomar bikim.

Derûniya kurdan ne sax e, ku stranên zaran jî avakar û hêzdar be. Bo nimûne, gava zarok bi strana “De lorî lorî lorî/ kurê min lorî/ bavê te kuştin dayik bi gorî“ mezin bibin, wê derûniya wan çawa be?

Neteweya kurd bi van gotinan mezin dibe: “Kurê min xulamê te be!”, “Ez xulam!”, “Xwarin pêşî ji bo mêvanan dûre ji bo endamên malbatê.”

Zarok bi perwerdeya dîn a tirsê mezin dibe. Zarok wekî mirîd mezin dibe. Zarok potansiyela mirîdên partiyan mezin dibin.


Nivîsandina gotinên stranan ji bo zarokan hêsan dixuye lê dema ji aliyê pedagojîk û derûniya zarokan ve lê binêre zehmet e. Di dema nivîsandinê de te çi da ber çavan, te çi ji xwe re esas girt û ji aliyê pisporiya meseleyê ve te alîkarî ji cihek/kesek girt? 

Rast e. Nivîsandin û awazdanîna stranên zarokan ne hêsan e. Divê mirov bibe zarok. Jixwe yên zarê hinava xwe winda kirine, nikarin bibin berdevkê/a zaran. Min alîkarî ji kesek negirt, lê jidil destekê didim perwerdekar û dê-bavan. Her wiha divê ez bêjim, ku bi qasî 10 sal in, ez tekane projeya ji bo zarên hûr ên 0-5 salî bi rê ve dibim bi navê “Li ber destan”. Albuma min a sêyem bi taybetî dê ji bo zarên hûr be. Giyanê bedena min ez kirim perwerdekar.


Me heta niha baş dizanî ku ji bo zarokan çîrokxwendin an vegotin gelek muhîm e. Lê niha mijara me ne çîrok, muzîk û stranên zarokan in. Ji aliyê derûniya zarokan ve guhdarîkirina stranan ji bo zarokan tê çi wateyê? 

Divê gotinên stranên zarokan hêsan be û divê zarok xwe tê de bibînin. Jixwe pirs ev e: Gelo zarok pê şa dibe, xwe tê de dibîne?


Em bên ser xwendina stranan. Lorîn Hêja stran xwendine. Ew keça te ye. Te wekî hunermendek ligel kar kir, yan wekî keça xwe, hem pêre lîst, hem pêre got û album çêkir... Ev mesele çawa meşiya...

Ji bo ku zimanê malê bibe kurdî min zimanên din li malê asteng kirin. Ev yek jî têrê nekir, min xwendin, nivîsandin û rêzimana kurdî hînî zarên xwe kirin. Berê ku ez projeyê dest pê bibim min keça xwe qane kir û ew hêdî bi hêdî amade kir. Helbet ne hêsan e, ku mirov bi zarokan re bixebite. Jixwe awaz û gotinên stranan me bi hev re, bi kêf û şahî çêkirin.


Mesela qet digot “Bavo bes e” yan “Ez niha naxwazim bistrêm”, filan...

Me gelek caran li studyoyê dengê Lorînê tomar kir. Dema ku sewta wê diçû yan ew aciz dibû, me dihişt rojên din. Piştî qedandina albuma yekem got, “êdî ez naxwazim.” Ji bo ya diduyan heta niha hê biryar nedaye.


Ji stranan 6 jê Lorînê gotine, didu jî te. Ev karbeşî li gor kîjan rêbazê te çêkir?

Min xwest ku stranên zarokan ji aliyê zarokan ve bêne gotin ku bandor li zarokan bikin û ew jî pê re bêjin, ku bazara stranên zarokan kesad e.

Yên din jî ji bo xewkirina zarokan in. Min dil kir ku dê-bav jî bi van stranan zarokên xwe bi xew bixin. Ku min ew berê tomarkirina albumê gelek caran ji bo zarên xwe gotin.

Di albumê de surprîzek heye. Ez dil dikim, ku guhdar wê bibîne. Û bersivên pirsên hin stranan bidin.


Du stran bi ya min gelek wê derkevin pêş. Yek jê "Jimartina hejmaran" e ku hem bi muzîk hem bi naverokê ve dê zarok leztir hîn bibin û jê hez bikin, ya din jî "Ger" e. Li ser vê tu çi dibêjî?

Strana hejmaran, strana min a yekem bû, min ji bo zaran çêkir. Min bi zanistî awazeke govendê hilbijart. Ez dil dikim ku herkes lê guhdarî bike, hem bêje hem jî govendê bigerîne.


Ji nav stranên albumê tu dikarî bibêjî “strana ku herî zêde ez jê hez dikim” ev e?

Her yek ji bo min xweser û taybet e. Ez dil dikim, ku guhdar bi taybetî guhdarên dilzar bersiva vê pirsê bidin.


Kesên ku zarokên wan hene zêdetir qîmetê didin xebatên ji bo zarokan, kesên bê zarok an nezewicandî zêde hay ji meseleyê nîn in. Em bibêjin ne wekî albuma te, albuma kesek din ba, bi ya te divê qîmetek çawa bidîta û divê qîmetek çawa bibîne?

Ger bi riya stranekê zarok yan mezinek ji zimanê kurdî hez bikim, ev yek ji bo min qîmeta herî mezin e.


Bi taybetî jî meseleya ziman, strananên bi kurdî... Ez dixwazim di çarçoveya vê xebatê te çend tiştan jî tu li ser vê yekê bibêjî...

Min di pêşgotina albumê de wiha gotiye: “Stran û çîrok ne tenê hestên zarokan xurt dike, her wiha ev ji bo zarokan xwendegeh e. Xwendegeha herî mezin ne bi derî û pencere ne bi ban û dîwar e. Alava wê ya sereke zimanê dayikê/malê ye.”

Heta serxwebûna Kurdistanê berpirsiyariya takekesên welatparêzan girîng e.

Rewşa saziyên heyî diyar in, loma ez hêvî dikim, hunermendên navdar û bê nav û deng bibin hilgir.

Her yek ji wan stranekê diyarî zarokan bikin yan jî her yek ji wan bi tecrubeyên xwe destê hunermendê/a zarok û ciwan bigrin û her mamosteyê/a kurdî yê/ya xwedî tecrube destekê bide mamosteyekî/e ciwan, em ê ala ziman bigihin sibê.

Sînorên ziman û çandan hene. Tenê dewletek dikare zimanê kurdî biparêze û bîne asta cîhanê. Heta wê roja mezin divê kurd avakar û afirêner be. Divê seferberiya zimanê kurdî bibe çalakiya sereke ya hemû saziyan.

Miletê ku qedr û qîmeta zarokan nizane jixwe têkçûye. Ew çi dikare bibe xwedî nav û şan, çi dikare bibe xwedî ax û dewlet. Zarok bi evîn û zimanê dê-bav dikemile. Hest û kesayetiya zarokan bi eleqe û piştevaniya dê-bavan xurt dibe.

Bila zarokên me bê av û nan, bê evîn û welat, bê stran û çîrokan nemîne.


Têbinî: Yên bixwazin dikarin ji ser facebookê re xwe bigihînin hunermend Ciwan Tengezar: 

facebook.com/ciwan.tengezar

 

**

Nûçeya Eleqedar:

- Albuma stranên zarokan "Çar" derket

 


Parve Bike

Youtube Me

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news
Hevpeyvîn - Nivîsên Dawî
news
  • 19 02 2026

Hevpeyvînek ligel Cegerxwîn

news
  • 28 09 2025

Îlham Ehmed bersiva da: 'Gelo General Mezlûm dê bibe Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê?'

news
  • 18 09 2025

Pirtûkên Helîm Yûsiv vegeriyan Rojava

news
  • 30 03 2025

Baqî: Dêrik û Mêrdîn di nava min de her zindî ne

news
  • 07 11 2024

Necat Baysal: Em bi destên xwe, xwe dikujin

news
  • 19 09 2024

Dilşah Kaymaz: Tiştekî ecêb e lê muzîkê hesta kêmasiyê li min zêde kir

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Li Pirsûsê çavdêriyên dixtorekî

ad

Piştî 30 salan bi 6 pirtûkên kurdî ji girtîgehê derket

ad

Ji Weşanên Lûvî du pirtûkên nû

ad

Li ser “Mîrname”yê “şêwira xwendinê”

ad

Hikumetê dest danî ser ev 24 şaredariyên kurdan

ad

Tirkî jî dikare bê qedexekirin!

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname