Diyarname
Mebûsa HDP'ê ya Mêrdînê Ebru Gunay û Pero Dundar meseleya girtina "Enstîtuya Zimanên Dijîn" a girêdayî Zanîngeha Artûklûyhe bir Meclisa Tirkiyeyê û pirs ji Cîgirê Serokomarê Tirkiyeyê Fuat Oktay kir.
Her du mebûsan biryara ku Rektorê Zanîngeha Artûklû Ahmet Agirakça ragihandiye bibîr xist û wisa got: "Ji dêvla ku zanîngehên wisa bêne zêdekirin lê têde girtin. Sedema girtine çi dibe bila bibe bi vê biryarê ev beş têne pasîfîzekirin.*
Dundar û Oktay ev pirs kirin û xwestin bêne bersivandin:
- Sedema zagonî ya girtina "Enstîtuya Zimanên Dijîn" a Zanîngeha Artûklû ya Mêrdînê çi ye?
- Agahiya ku YOK'ê (Lijneya Bilind a Hîndekariyê ya Tirkiyeyê) xwestibe ev bê girtin heye?
- Ji bo jiyandina ziman û çandên cuda ma ne hewce ye ku enstîtuyên bi vî rengî xebata xwe bi domînin?
- Girtina Enstîtuya Zimanên Dijîn biryareke siyasî ye?
- J ibo ku Enstîtuya Zimanên Dijîn neyê girtin hûnê bikevin nava hewldanek?


