Dêrsim
Derket holê ku bombeya li Şaredariya Dêrsimê hate ditîn, li gorî roja şemiyê ku panela di nav de Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr jî hebû hezar û 500 kes beşdar bûbûn hatibû amadekirin, lê ji ber ku pîla wê xelas bû neteqiya.
Îdayên ku suîkastê yên li dijî Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr pîştî bombeya li Şaredariya Dêrsimê hate dîtin careke din hatin rojevê.
Personelên şaredariyê serê sibê ji bo ku malzemeyan bigirin çûn depoyê bombe dîtin û agahî dan polînsan. Bomba hate îmhakirin lê têkildarî bûyerê gelek pirs di serê mirovan de man. Ji ber ku cihê bombe lê hate dîtin, panela ku Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydem beşdar bibû û di çarçoveya Mîhrîcana Mûnzûrê de pêk hatibû bi xwe re gelek pirs derxist holê. Derket holê ku bombe li gorî roja panelê hatibû amadekirin lê ji ber ku pîla wê xelas bûbû neteqiyaye. Heke bombe di dema panelê de biteqiya ne tenê Baydemîr, wê li Dêrsîmê komkujiyek pêk bihata.


