Diyarname
Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak li ser nûçeya Tarafê ya wekî "BDP dibe ku boykotê sist bike" wisa got: "Berevajî sistkirina boykotê em li ser plan dikin ku ka çawa boykotê xurtir bikin. Ev nûçeya Tarafê bi temamî ji bo armancekê hatiye çêkirin, nûçeya berevajîkirina rastiyê ye, derew e, bi vê dixwazin bîra gelê me tevlihev bikin. Armanca nûçeyê ev e: 'Jixwe em nikarin rewşa siyasî ya BDP'ê biguherînin, qet nebe em bîra girseya wê tevlihev bikin.' Ev nûçe ne li gor rêgeza rojnamegeriyê ye jî û bi temamî derew e."
Di nûçeya Tarafê de dihat gotin ku di civîna KCD'ê de hinan li ser erê gotin anîne ziman lê aliyên radîkal dijber derketine. Li sed vê yekê jî Kişanak wisa got: "Di nav rojeva Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) li ser refenrandûmê jî axaftin çêbû, lê her hevalên me yên derketin ser dikê diyar kirin ku helwesta boykotê rast e. Tenê kesek jî derneketiye ser dikê û negotiye em dengê 'erê' bidin."
Gultan Kişanak got ku rojnameyeke dikare bi xwe 'erê'yê biparêze, di quncikên xwe, di şiroveyên xwe de dikare vê bîne ziman,lê li ser saziyeke cidî wekî KCD'ê nivîsandina nûçeyeke wisa derew çênabe. Ev nayê qebûlkirin."
***
Tarafê kurtedemeke berê jî li ser referandûmê nûçeyeke wisa çêkiribû. Vaye we nûçe:


