logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

‘Orîjînîa’ mudaxeleyeke li wêjeya me

Pirtûka nû ya Welat Dilken ku ji çîrokên mînîmal pêk tê bi navê “Orijînîa” ji Weşanên Avestayê derket. Nivîskar piştê he

  • Dîrok: 24/09/2019
  • Beş: Serbest

Laleşa Ûsiv


Pirtûka nû ya Welat Dilken ku ji çîrokên mînîmal pêk tê bi navê “Orijînîa” ji Weşanên Avestayê derket. Nivîskar piştê helbest û romanê vê carê bi kurteçîrokan derdikeve hemberî  xwînerên xwe.

Pirtûka bi navê Orijînîa ji sî kurteçîrokan, ango ji sî çîrokên minîmal pêk tê. Nivîskar bi çîrokekê Xelîl Cibran â bi navê “Gerok” dest pê dike û bi aforîzmeya: 

“Pêdivî bi mîladek din heye; ne berî û piştî Îsa, ne jî Hicrî…” me berî xwendinê di derbarê naveroka çîrokan de agahdar dike.

Lehengê nivîskar ji bo mîladeke nû rêwîtiyekê di zemanekî din de dike. Nivîskar, rê, zeman û rêwîtiyê bi sembol, metafor û bi hêmayên xurt di çîrokên  xwe de bi cîh dike. Her sîh çîrok jî heman mijarê di nav xwe de dihewînin; rêwîtî…

Her çîrok bi serê xwe mijara xwe vedibêje, ango çîrokên serbixwe ne. Lê belê, gava meriv lê hûr û kûr dibe dibîne ku her sîh çîrok jî çîrokekê vedibêjên. Di navbera hemû çîroken de têkîliyeke ku jihev nayê veqetandin heye; ahenga çîrokan bi hev re heye, ku ew yek herîkînekê bi xwe re tîne. 

Zimanê pirtûkê ji çîrokê bêtir helbestî ye, ku ew jî ji helbestkariya nivîskarê pirtûkê tê. Ji loma mirov dikare wek çîrokên helbestî jî wan bi nav bike. 

Her peyv, her hevok li cihê xwe ye, ne kêm ne zêde; ku yek kêm be ahengê xira dike, ku zêde be jî…

Ji bo mîladeke nû, di zemanê lehengê pirtûkê de xala sifirê pîvane; leheng bo bigehîje xala sifirê, bê hêjmar, bê zeman, bê hesap derdikeve rê, û bi rêwîtiyê re êdî hesapkirina zemên ji holê radibe. 

Leheng di vê rêwîtiyê de şahidiya serpihatiyên mirovahiyê yên qal û bela dike. Bi her çîrokekê re ku qonaxek ji rewîtiya wî diqede, bi qedandina her qonaxekê re jî ji kevirên pîramîdê yek ji ciyê xwe dileqe û di dawiyê de pîramîd hildiweşe ta xala sifirê, ango orijînîa.

Di wê rêwitîyê de em ji xeynî carekê rastî pejna wan, ango hebûna mirov nayên. 

Rêwî çîroka serpihatiyên mirovahiyê ji devê ajalan, ji dengên xwezayê, ji dengên peyvan; bayî,  kêvir, rê, zeman, dar, ji balinde wekî qaqlîbaz, derî, çem û hwd. dibihîse. 

Her yek ji wan bi zanîna xwe geh dixawaze leheng ji rêya wî vegerîne, geh dixwaze çîroka ku heta vê serdemê hatiye pê bide dubarekirin, geh jî ji şopa xwe diyariyan didê, geh jî ji bo ji rêya xwe nemîne rêberiyê jê rê dike... 

Di vê rêwîtiyê de ji tiştên derdikevin ser rêya xwe qasî ku tiştan hîn dibe, carnan jî ew tiştan hînî wan dike. 

Dema ku em hê bêhtir bi nav xwendina pirtûkê de dikevin em dibînin ku hem her çîrok, hem leheng, hem mijar û vegotina wan bi zanetî hatine hilbijartin; dema leheng çîrok bi çîrok ber bi bêzemaniyê ango ber bi xala sifirê-Orijînîayê ve diçe, pêre pêre me dibe ser vê rastiyê; ji dema ku mirovahiyê malê zêde gihand hev û pêre jî hem hîyerarşî, hem desthilatî û tahakûma xwe li ser rûyê dinê ava kir û pê hem li ser serê xwe hem li ser serê hemû jînadarên din û li ser serê xwezayê bû kana xirabiyan… û pê re jî ku di navbera civaka mirovahiyê de sînor û çîn anîn holê; (ku di vî  alî de jî Orijîînîa, ango lehengê wê dij-sînor, dij-çîn, dij, hîreyaşî û dijberekî desthilatiyê ye) dest pê kir li rûyê cîhanê xirabî belav bûn-kirin…

Qerekterê leheng; 

Leheng ew kes e ku ji pêşbazî (rekabet) a mirov a bi mirov re vekşiyaye xwe daye kêlekê. Çimkî daketina xala sifire dev ji beza maratonê ya mirov bi mirov re berdan e. 

Di çîrokan de rêwî heman demê de lehenge jî. Armanca leheng bi vegotina çîroka mirovahiyê ya qal û belayê bi çavdêriyên xwe ve diyarkirina dawîlêhatina herdu mîladan e û daxwaza wî destpêkirina zemanekî nû ye. 

Leheng hêz û motîvasyona xwe ya rêwîtiyê ji hezê-evînî di dilqê jinekê de pêve eyan bûye werdigire. 

Hesta wê evînê di heman demê de mabesta wî ye, ku di çîroka yekem a bi navê “rêwîtiya bi rê re”  de ji me re diyar dike. 

Rê diaxife wî vedixwîne rêwîtiyê û dibêje “netirse were bi min re bimeşe, bi qesem em dikarin bi rêwîtiyê ji hev hez bikin, çimkî bi hezê em ê ji mirovên nemeşîne û hez nekirine him dûrtir biçin him jî xweşiktir bibin”.

Liv û tevger, li hemberî sekinînê helwesta redkirinê ye, serîhildan e.

Gor dîalektîka rêwîtiyê liv û tevger esase û em vê yekê bi rêya sembol, hêma û meteforan di hemû çîrokan de dibînîn. 

Ew yek helwesteke li dijî mîladan e ku didome; nivîskar redkirin û hilweşandina mîladan di çîrokên de xwe bi serkeftî pêk tîne û him jî zemanên wan mîladan li ber çavê xwendevanên xwe radixe, ku êdî ew mîlad qediyane…

Di çîroka duyem de; rêwî ji mekanê ku nîvê emrê xwe lê derbas kirî hildikişe serê çiyayekî “ berîka xwe de çîroka dem’ekê derxist da ber bayî” û di çîroka li pey wê ya bi navê “li stasyonê” de ji rêwiyên di trenê de ne vediqete, hest dike ku êdî tu aîdetên wî bi wan re nemane. 

Li gorî rêza çîrokan nivîskar di vir de flashbackê bikar tîne’ vedigere serê rêwîtiyê ku hê nava mirovan de ye.  

Av sembola herikînê ye, tim dînamik e û ev dînamîzm di hemû çîrokan de heye. 

Di vê rêwitiyê de em leheng di her serpêhatiyên wî de di nav rewş û helwestên cûda da dibînin; ‘şîretan nake, qail nafiroşe, ne qure û pozbilind e…’ ji loma geh mîna zarokan e, geh bi rik û înad, carna meriv dibe qet tiştekî nizane; saf e. 

Mînak, geh guh dide gotinên qaqlîbazê: ji devê qaqlîbaz (r.26) geh bi dengê bayî re dipeyve, (r.19) lê ew qas saf e kûçikekî jî dixwaze wî bixapîne… lê bele, stêrkek jî jê re rêberiyê dike. Lê wekî rêberiya stêrkê sembolên wî yên qurt jî hene ku her pê re ne; wek kevirê navikê (sembola nivîştê) ew kevir her car ew dikeve dudiliyê digehîje hewara wî da xwe û cihê lê ye bîr neke, peymana di dema welidandinê de bi navika wî re hatiye girêdan bibîr bîne.

Qedera xwe bi xwe xêz kirin; di çîroka ‘‘bi kûçik û pisîkê re” û di çîroka “rêya moriyê” de em dibînin ku rêya xwe bixwe xêz dike. “mistek ax li erdê reşand” metafor remil avêtin e, dahatuya xwe bi dest kesên din de bernade, dijî qedera lê hatiye ferzkirin derdikeve û biryara rêya ku dê pê de bimeşe bi xwe dide.

Her ku em di nav çîrokan de diçin em dibînin ku leheng li hemberî  alozî û têkbirina xwezayê ya ku bi destê mirovan pêk tên derdikeve, ji desthilatdariyê, ji hîyeraşiya ku bi dewlemendiyê tê sembolizekirin  direve û yeko yeko xwe ji wan dişo-didarivîne. 

Ji pîramîdên ku sembola mêjû û hîreyaşiyê ne daketin: (… herî pîrî wan, kevir hat pêşwaziyê, gotê; ger ji pîramîdên jimaran daketibî sfirê; cihê lê hesap nayê kirin vir têra firehiya zemanê te nake vegere biçe, çimkî li vir, em hemî xwedî hêjmarekê di sersifirê ne r.29)

Lê bi ya min, çendîn ku rêwîtiya leheng wekî jê revîn be jî, lê lêgerîne jî… 

Û çendîn ku leheng û mijar der-zemanê me bin jî lê di nav zemên me de ne jî…

Ber bi qedandina rêwitêya leheng re ewilî ‘rê’ erka xwe pêk tîne û xwe ji nava çîrokan vedilkişîne, pişt re zeman vedikişe, pişt re jî çîrok, bi çîroka “pûxte” qonaxa xwe û rê vedibije û vedikişe. 

Bi çîroka dawî ‘‘gumana herî li dûr”: leheng digihîje bêdemiyê ango cihê lê dem û hesap tuneyî. Ew di valahiya gerdûnê de kevalekê xêz dike… dadikeve xala sifirê, ango Orijînîa’yê.

Peyva bûye navê pirtûkê: 

Orijîn-origin peyvek latîni ye. wateya wê jêderk, destpêk, kok e. Di zimanên din de jî tê van wateyan; xala destpêka rêwîtiyê, xala destpêkê, welidandin, navend, çavkanî. 

Di matematikê de di sazûmaniya koordinatê de xala destpêkê ye û xalên din li gor wê xalê bi cîh dibin. 

Teknîkên nivîskar bi kar anîne: 

Nivîskar di çîrokên xwe yên ku yek bi yek hem ji hev cuda û serbixwe ne hem jî dema li pey hev dixwînî ku dibin parçeyên çîrokekê, bi metafor, sembol, hêma û bi teknîkên cuda cuda çîrokên xwe lêkirine; wekî mînak: teknîkên helbest, çîrok, fabl, flashback, rasteqînî, rasteqîniya efsûnî, rasteqîniya derasayî,  surrealîzm, aforîzma, honeka fantastîk, sembolîzm, teşxîs û întak bi hev re bi serkeftî bi bikar anîne û ew hemû teknîkên jihev cûda bi hev re hevaheng in. 

Ji teknîkên nivîskar bikar anîne çend mînak:

‘dara li ser rê’ (r 18)  (surrealîzm)

‘hespên li ber avê’ (r 23) (peyivandin-teşxîs)

‘ber bi dengekî din ve’ (rasteqîniya efsûnî)

‘peyva di goşeyê dîwêr de’ (r.20)  (rasteqîniya derasayî)

‘biyanî’ (r 22) (çîrok, rasteqînî) 

‘rojên di berikê de (r.24) (sembolîzm)

‘bi qaqlîbazê re’ ( r.26)  (întaq)

‘bi kûçik û pîsikê re’ (r.26) (fabl)

‘zayîn’ (r.28) (rasteqîniya efsûnî)

‘li dûrgehê’ ( r. 29) (teşxîs)

‘li gel ristek hebest’ê’ (r.30) (helbest, honeka fantastîk) 

 ‘rojekê’ (r.32) (honeka fantastîk)   

‘li ser sergoyê pîroziyan’ (r 39) (aforîzma)  

‘çîroka dengê avê de’ (r.42) (derasayî) 

‘puxte’ (r.43) (tahkiye kirin)

‘gumana hèrî li dûr’ (44) (derasayî) 

Wekî encam:

Wekî lewn, çîrokên minîmal di wêjeya cîhanê de heye, lê belê, bi qasî dizanim di wêjeya kurdî de Orijînîa yekem mînaka wê lewnê ye!

Her wiha, bi mijar û vegotina xwe ve, pirtûkeke derî metna kurdî ya ta niha ye; (metneke derî jibera me ye, wêjeyeke nû ye-din e) 

Famkirin û zeftkirina wê zehmet e, loma lêhûrbûneke kûr dixwaze.

Ne metna wêjeya kurdî ya îroyîn e, çimkî çend gavan ji ya îroyîn bi pêşdetir e. 

Wekî xwendevaneke kurdî metirsiya min ew e; dibe xwendekarên wêjeya kurdî yên îro di xwendina Orijînîayê de behitî bimînin, çimkî Orijînîa ne metneke em ji ber dizanin û dixwînin e; daqurtandina wê ne hêsan e. 

Kin e, nîv saetê de tê xwendin, lê di tê de cîhanek heye, zeman têra wê cîhanê nake…   

Li min nakeve ast û cihê wê yê di wêjeya kurdî de diyar bikim, lê belê, dikarim bêjim; Orijînîa mudaxileyeke, li ‘xwe dubare kirin’a wêjeya kurdî hatiye kirine! 

Pîroz be… 

lalesausiv@outlook.com


Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

news
  • 05 10 2026

Çima bindest ji derewên serdestên xwe bawer dikin? (Nirxandineke Derûnkolerî)

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
Ev jî hene
ad

Berken Bereh qala sê qonaxên helbesta kurdî kir

ad

'Mizgefta Kurdan' kirin 'Mizgefta Tirkan'

ad

"Yazinca" 10 derket

ad

Ji soranî pirtûkek din bo kurmancî: "Evara Perwaneyê

ad

Li Erebistana Siûdî yekem car jin deng didin

ad

Rêxistinên Sivîl yên Başûr: Serkeftina Demirtaş serkeftina gelê Tirkiyê ye

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname