logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  2. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
  3. Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn
  4. Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)
  5. Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya
news-details

Saziyên sivîl ji Nisêbînê bang kirin

Agahiyên li ser Rojava... Her ku tên em lê zêde dikin...

  • Dîrok: 14/10/2019
  • Beş: Nûçe


Agahiyên li ser Rojava... Her ku tên em lê zêde dikin...


17.00 Meclisa Katalan piştgirê da kurdan

Meclisa Neteweyî ya Katalonyayê daxuyaniyek weşand û got: "Em êrîşa li hemberî kurdan bi tundî şermezar dikin."

Meclisê got ku ew piştgirî didin mafê xweserî yê kurdan û piştgiriya xwe ya biratiyê nîşan didin.

16.30: Partiya Keskan êrîş şermezar kir

Hevserokên Partiya Keskan a Ewropayê Monica Frassoni û Reinhard Butifoker gotin ku ew dagirkirina leşkerî ya Tirkieyê li ser Bakurêrojhilatê Sûriyeyê şermezar dikin û wiha dom kirin: "Ev êrîş hem derveyî hiqûqa navneteweyî ye, hem jî îxaneteke mezin e li hemberî HSD'ê (Hêzên Demokratîk a Sûriyeyê) ku wan DAIŞ têk biribû. Ev herêm heta niha ji komkujiyan hatibû paqijkirin lê niha bi vê operasyonê rewş diguhere."

Her du hevserokan bang li Ewropayê kirin ku bêyî şîdet derbasî herêmên din bibe pêşî lê bigirin, şerawestinê saz bikin, ji bo vê yekê jî hemû rêyên dîplomatîk bikar bînin."

16.00: Konseya YE'yê: Operasyonê bidin sekinandin

Konseya Yekîtiya Ewropayê (YE) îro daxuyaniyek weşand û di daxuyaniyê de wisa got: "Em daxuyaniya xw eya roja 9'ê kewçêrê bibîr dixin, dîsa bang li Tirkiyeyê dikin ku operasyona yek alî a li hemberî Bakurêrojhilatê Sûriyeyê bide sekinandin û hêzên xwe bi paş ve bikişîne."

Di daxuyaniyê de sînorkirina firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê hat ragihandin. Konseya YE'yê diyar kir ku li cihê mafên gelê herêmê bê binpêkirin ewê piştgiriya vê nekin.

15.00: Sazî li Nisêbînê bûn

Rêveberên TİHV, ÎHD, SES, Odeya Tabîban a Mêrdînê û rêveberên Baroya AmeDê çûn Nisêbî. Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan ji wir bang kir: "Gavek zûtir şerî rawestînin."
Di vê navberê ji derveyî heyetê Mebûsên HDP'ê yên Mêrdînê Ebru Günay û Pero Dundar jî çûn Nisêbînê lê bi sedema "ewlehiyê" nehiştin ew bikevin navçeyê. 

13.00: Jinên hevserok: Em şer qebûl nakin

Hevserok û rêveberên jin ên partî û rêxistinan li ÎHD'ya Stenbolê daxuyanî dan çapemeniyê. Di nav wan de Hevseroka HDP'ê Pervin Buldan, Berdevta Meclisa Jinan Dilan Dirayet Taşdemir, Berdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulistan Kiliç Koçyiğit, Ezilenlerin Sosyalist Partisi (ESP), Sosyalist Yeniden Kurtuluş Partisi (SYKP), DBP, Devrimci Parti, Yeşiller ve Sol Gelecek Partisi, Sosyalist Dayanışma Platformu (SODAP) û Berdevka Jinan a  Halkevleri hebû.

Jinan dê li Holeta Taksîm Hilla Stenbolê daxuyanî bida lê polîsan bi sedema "biryara qedexeyê ya qeymeqamiyê heye" destûr neda wan. Li ser vê jin çûn avahiya ÎHD'yê û daxuyanî dan. Jinan li vir got: "Em jin ji dagirkirin û şer re dibêjin na."

Buldan li vir wisa got: "Eşkereye ku ev dagirkirina li hemberî gelê kurd, li hemberî destkeftiyan û li hemberî jinan e. Em jin vê qebûl nakin, red dikin û em carek din eşkere dikin ku emê dijî vê yekê bin." 

12.50: Nûçegîhan Reşîd jî mir

Duh (13.10.2019) li Serêkaniyê di êrîşa li hemberî sivîlan ku rojnameger jî di nav de bûn 11 kes miribûn. Di nav kesên hatibûn kuştin de nûçegîhanê ANHA'yê Seîd Ehmed jî hebû. Di bûyerê de 74 birîndar bûbûn. Di nav birîndaran nûçegîhanê Stêrk TV Mihemed Hesen Reşîd jî hebû. Reşîd îro ber bi nîvrokî jiyana xwe ji dest da. 

12.40: 'Peyman ji bo sînor e'

Aldar Xelîl li ser peymana di navbera HSD û rejima Sûriyeyê de got: "Peyman tenê li ser parastina sînor e. Tu eleqeya peymanê ligel rêveberiyên herîmê yên li Rojava û birêvebirina bajaran nîn e."
Xelîl ji bo Ronahî TV got ku rusan soza girtina rêya hewayî da, lê mîsogeriya sozê nîn e. Dibe wekî em hêvî dikin çênebe jî, lê ev jî rêyek e û em diceribînin.

12.30: Nahêlin rêveberên HDP'a Amedê derkevin derve

Îro rêveberiya HDP'ya Amedê xwest dakeve xwarê û li ber avahiyê li ser êrîşa li ser Rojava daxuyanî bide lê polîsan pêşî li wan girt û nehişt ew derkevin derve. Dûre polîsan derî bi ser wan de girt. (Ji MA'yê hatiye girtin) 


10.15: Artêşa Sûriyê ber bi Kobanî ve diçe
Li gor agahiyên ji herêmê tên artêşa Sûriyê ber bi Qamişlo, Kobanî ve ketiye rê. Li gor li hev kirinê gere li ser sînor bi cih bibe.
09.30: Gelo balafirên Rus li asîman in?
SkyNews jî dibêje duh bi şev de balafirên rus li ser ezmanê Rojava difirin. (Ji qada şer li ser vê hê tu agahî nehatiye) Hin çavkaniyên nêzî rejima Sûriyeyê jî dibêjin ku Rusyayê biryara qedexeya firîna balafiran daye. Çavkaniyên Tirkiyeyê berevajî vê agahiyan belavdikin.
09.10: Îdîa û rastiyên li holê

Ji duh de qada kurdî bi agahiyên cur bi cur diheje. Fermo ew agahî:

- Serê pêşî agahî hat ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di bin rêberiya Rusyayê de ligel rejima Sûriyeyê li hev kiriye ku artêşa Sûriyeyê were ser sînor, biqarêze. Ev yek zelal bû, Rêveberiya Xweser jî bi daxuyaniyek ev yek pesend kir.

- Tê îdîakirin ku Rusyayê eniya hewayê ji bo balafiran girtiye, tenê balafirên wê difirin. Ev yek ne zelal e, tenê îdîa ye. (SkyNews nûçeyek wisa weşand)

- Leşkerê Sûriyê derbasî Til Temir (ev der li bin Serêkaniyê ye) bûne, ji bo Minbicê yên dibêjin derbas bûne hene, hinên dibêjin sekinîne, li benda destûrê ne ku bikevin hundir. Ev xal jî zelal nebû.

- Malperek bi navê Marbutahaber nûçeyek weşand û îdîa kir ku Hêzên Sûriyeya Demekrotîk û rejima Şamê li ser çend şalan li hev kiriye. Li gor vê di bin ewlehiya Rusayyê de dê Hêzên Sûriyeya Demokratîk navê xwe biguherîne lê awaya wê ya rêxistinî bidomîne, dê navê hêzên çekdar ên kurd û ereb bibe "Kolordiya 5'emîn a Sûriyeyê" û rêberiya vê kurd û ereb bi hev re bikin. Nûçe dibêje hatiye qebûlkirin ku di zagona bingehîn de xweseriya kurdan bê qebûlkirin û Efrîn jî di nav de cihên Tirkiye ketiye bi hev re jê bê derxistin.

Nava rojê hin tiştên din dê zelal bibin û her ku agahî bên emê ragihînin.

09.00: AFP'ê nûçe ragihand
AFP'ê ragihand ku leşkerên artêşa Sûriyeyê gihîştine ser sînor.

 


 **

Nûçeyên Eleqedar:

- Rêverberiya Xweser: Erka hikumeta Sûriyêye ku sînorê xwe biparêze 

- QSD: Bila qada navneteweyî gavên pratîkî biavêje 

- Kayhan Kelhor konsera xwe ya Stenbolê betal kir 

- Lîstikvanê navdar George Cloney jî ji bo kurdan deng bilind kir (Agahiyên roja 3'yan) 

- Ji banga Elî Qazî heta axaftina Trump, ji îro agahiyên derketine 

- 14 partiyên Başûr dest bi çalakiyan dikin 

- YE: Operasyonê bi dawî bikin 

- Dewleta Tirkiyeyê dest bi êrîşê Rojava kir 

 

Parve Bike

Youtube Me

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news
  • 20 10 2026

5 hezar xwendekaran serî li Zanîngeha Rojava daye

news
  • 19 10 2026

Ji bo kurdî ferman da şaredariyan

news
  • 19 10 2026

FîlmAmed carek din hat taloqkirin

news
  • 18 10 2026

Beşdarî konsera ‘Unreal x Jeton’ bûn: Kesek miriye, du birîndar hene

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Çavpêketina Dawî

ad

Şaredarên kurd bang li hikumet û raya giştî kir

ad

6 rojan de 17 hezar heb firot

ad

Matadorên Spanyayê gayên Îtalyayê kuştin

ad

Çima hê jî restorastona Birca Belek temam nakin?

ad

Kurdên Bînboxayê (Memlekê Jêr)

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026
news

PFDK'ê ceza li Amedsporê birî

  • 23 10 2026
news

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

  • 23 10 2026
news

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname