logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Dizan Keybanû Tomyris jî dizî

  • Dîrok: 30/11/2019
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Fêrgîn Melîk Aykoç


Qaşo Prof. Dr. Abdulvahap Kara di malpera xwe de radigîne ku rajîsor Akan Satayev fîlmê “qiralîça tirkên saka Tomyrîsayê (!?)” li Kazakistanê kişandiye. Em bi bîr bînin; demekê li Almanyayê jî Opera Tomyrisa porsor li ser dikê bû, lê navê wê “Keybanûya Massagetan” bû. Ev ne cara yekem e ku hin derdorên tirkan kesayetî û navên dîrokî yên gelên arî wekî malê tirkan nîşan didin. Prof. axa ji bo ku bikane vê rika xwe bide pejirandin, ew wê berê dike keybanûya Sakan û Sakan jî wek êl yan jî hozeke Tirk raber dike. Bi wî awayî wê ji Tirkan re dike mal. Ji bo rastiya vê belovajikirina dirokê li ber çavan raxistinê, em hinek rûpelên dîroka hatiye lewitandin wergerînin.


Harold Walter Bailey`ê di warê zimanê Sakan de pispor, piştî ji 2000 zêdetir metnên kurt yên bi zimanê Sakan re têkildar dixwîne, dinirxîne û dirûberîne, dibîne ku zimanê Sakan rasterast devokeke Îraniya Rojhilat e. Ango wek devokeke zimanê paştû, taleşî û pamîrî ye. Yanî Saka jî gelekî ji gelên arî ye. Sakan li bakurrojhilatê Çînê li devera Khaton (Kaşî û Kaşgar) mîrîtiyeke bi hêz ava dikin. Di daneyên Çînan de jî ew wek gelekî Îranî tê binavkirin. Ev Mîrîtiya Sakan sînorên xwe ta hetanê Kaşmîra Hîndîstanê berfireh dike. Hînt ji wan re “Şakayên Îranî” dibêjin. Her wiha ev peyva Şaka û Şedadî jî gelek caran di heman wateyî de tê nirxandin. Em çend gotinan jî ji devê zanayek Tirkê hinek bêlayan bigirin. Doç. Dr. ê alîkar İlhami DURMUŞ wiha dinivîse: “Kyros êrişê Massagetanê ku Saka jî di nava wê konfederasyonê de bû, kir… Tomyrisa Massagetan serê Kyiros jêkir.” Herodot Sakan û Skytan wek gelekî bi nav dike û ji wan re gelê îranî dibêje. Herwiha têkiliyekê di navbera wan û Kimmeran û Sarmatan de jî datîne. Hemû dîrokzan û arkologên di vî warî de ketine nava lêkolînan jî Sakan ji gelên arî dihesibînin. Kurt kurmancî Sakan jî ji gelên arî yek e. Ew jî li Horasana yanê li Xorezema jor dijiyan. Ji xwe navên hemû bajar, çiya û çemên kevn yên Xorezema (Horasana) jorîn navên arî ne. Çend mînak Bûxara, Samerkent, Aşkaabad, Amûderya, Surderya û hw.


Tomyris /Tamrîsa


Em werin mijara Keybanû Tomyrîsa porsor a bi nav û deng. Herodot wê bi awayê “Tomyris” bi nav kiriye, bê guman ev bilêvkirineke bi fonetîka Grêkî ye. Di nava Medan de jê re “Tamrîsa” hatiye gotin. Di hin daneyên Fars û Afganan de jî, navê wê “Thamîrî” ye. Herwiha hin jî jê re “Tamara” dibêjin. Li gor Herodot Tomyris keybanûya Massagetan e û Massagetan konfederasyoneke êl, êlat û binemalên gelên Arî ne û hin êlên Sakan jî di nava wan de ye. Em îro êdî bi zelalî dizanin ku ev konfederasyona Massagetan ji êlên kurd wekî Reşkotan, Alanan, Şadiyan, Baktîryan, hin êlên Sakan (Şakan /Şedadî) û beşeke Massekan pêk tê, ku navê federasyonê ji navê êla Massekan hatiye wergirtin.


Di daneyên dîrokî yên bi Lîdyayiyan re têkildar de bi zelalî tê ragihandin ku Serfermandarê Med yê bi navê Madaheas (Medhêz) wekî xwendî hatiye, Alyanîsa keça Alyattesê II. ji bo Aştiyago biriye. Ji ber ku Talesê Mîlatî û Heraklesê Îonî ku kalikê Herakleitos bû, di wê kêliyê de mamosteteyên kurê Alyattesê II. Kroisos bûne. Bi rêya Alyattesê II di nava wan serfermandarê Med Madaheas de danûstandinekê pêkhatiye û Madaheas (Medhêz) xwe wek bavê Tomyrisayê daye nasîn. Heta tê îdiakirin ku Ev mijara “yekitiya dijberan” ya di baweriya Zerdeştî de heye, bi rêya wî serfermandarê Med derbasê têgîhîştina filosofiya Grêkan bûye. Ev mijar di romana “Serwerê Med Aştiyago” de bi awayeke berfireh hatiye vekirin.


Ev jî baş tê zanin; Sykit siwarî bûn, êriş dikirin û talan dikirin. Wan ne tenê êrişê Medan kirine, her wiha bê navber êrişê êl û êlatên Massagetan jî kirine û ew talan kirine. Dema Keyaxares Skytan ji Medyayê diqewitîne, hevkariyeke baş di navbera Massagetan û Medan de bi pêş dikeve. Jixwe piraniya eşîrên federasyona Massegetan di nava Medan de bûn, ango eşîrên Medî bûn. Kurê serokê Massagetan “Mazaka” jî demekê li Ekbatanayê bi tevê Aştiyago û Madaheas ji Spîtama Zerdeşt ders werdigire. Dû re Madaheas keça xwe Tamrîsaya porsor (Tomyrisê) dide kurê Mazaka Surmasga. Surmasga, di dema nêçîrê de qeza dike û dimire. Ji ber ku kurê Tomyrisayê “Spargapî” (Sporegapie) hê piçûk e, Tomyris Serweriyê werdigire.


Kurt û kurmancî tirk bi her awayî hewl didin ku bi înkara kurd û Kurdistanê tevahiya dîrok û çanda gelê kurd ji xwe re bikin mal. Ne tenê qaşo dîrokzan, wêjewan û ramanwerên wan, dewleta wan mejiyekî wisa afirandiye, mirovên ji rêzê jî, hewl dide ku ne tenê tiştên kurd, ê tevahiya gelên arî ji xwe re têkin mal. Divê li hemberî wan em bêdeng nemînin, bi awayekî zanistî bersiva wan bidin, ev nivîs jî hewldaneke wisa ye.

29.11.2019, Yenî Ozgur Polîtîka

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Goran serokekî nû hilnabijêre

ad

Fînalek mikemel li pêş me ye

ad

Di sala 2026'an de wê rojeva kurdan çi be?

ad

Xelatên Azadiya Ramanê yên Zarakolu hatin belavkirin

ad

Selîm Temo qeyrana dil derbas kir

ad

2018: 1923 karker di dema kar de mirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname