Diyarname
Cîgirê Serokwezîr û Berdevkê Hikumeta Ak Partî Cemil Çiçek got ku divê heta demekê asta bendava hilbijartinê neyê daxistin.
Çiçek di CNNTurkê de beşdarî bernameya "Ne Oluyor" bû, li ser pirsgirêka kurd got ku ev pirsgirêkeke ku ji bo surprîzan vekiriye û got: "Dibe ku gelek provakasyon çêbin. Ji derve jî dibe çêbin, ji hundir ve jî."
Li ser daxistina bendava hilbijartinê jî da zanîn ku ew naxwazin asta bendavê daxin.
Wekî notek: Li Tirkiyeyê di serî de CHP, BDP, DSP, TUSÎAD, saziyên sivîl ên din, piraniya Tirkiyeyê dixwazin asta bendava hilbijartinê bê daxistin lê Ak Partî naxwaze daxe.


