logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin
news-details

Daxwaza parastina bi kurdî hate redkirin

Duyemîn danişîna doza 151 siyasetmedarên kurd û parêzvanên mafên mirovan li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê dest pê

  • Dîrok: 19/10/2010
  • Beş: Nûçe

AMED
Duyemîn danişîna doza 151 siyasetmedarên kurd û parêzvanên mafên mirovan li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê dest pêkir. Heyeta dadgehê di danîşîna îro de daxwaza parastina kurdî ya siyasetmedarên kurd redkir û biryara xwendina cewhera îdîanameyê da.

Danişîna doza 103 jê girtî, 151 siyasetmedarên kurd û parêzvanên mafên mirovan li 6'emîn Dadgah Cezayên Giran a Amedê dest pê kir. Siyasetmedarên kurd jî girtîgehên Tîpa D û E yên Amedê anîn adliyeyê. Di dema anîna wan de xizmên girtiyan jî slogana "zext me bêzarnakin" piştîgirî dan girtiyan. Koma ji kesên Îtaliyayê pankarta bi kurdî, tirkî, îngîlîz û îtalî ya "Ji bo hemû kesî azadî" vekirin û dema ku rîngên girtîgehê derbasbûn slogana "Bijî azadî" berz kirin. Parlementera Parlementoya Eyaleta Hessenê ya Almanyayê Barbara Cardenas, di ketina edliyeyê de daxuyaniyeke kin da û diyar kir ku ji bo berdana siyasetmedarên kurd YE jî berpirsiyar e û wiha got: "Ez wekî parlementereke Ewropayê ji bo piştgiriyê hatim vê derê. Daxwaza min ji Tirkiyeyê ew ku hemû girtiyan berde. Gelê kurd û tirk bira ne. Gelê kurd gelek tişt hîn me kirin. Bila otonomiyê bidin gelê kurd." Piştî daxuyaniyê parêzer, delegasyonên ji Ewropayê hatine, rewşenbîr, nivîskar û nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî di bin tedbîrên berfireh de çûn adliyeyê.

Polîsan êrîşê heyeta biyanî kirin

Di vê demê de polîsan koma Îtalî a ji 60 kesan pêkdihat ku pankart vekiribûn dorpêç kir û xwest kom ji ber deriyê edliyeyê dûr keve. Di dema mudaxaleyê de polîsekî pihînek li kesekî da. Komê bertek nîşanî polîsan da û slogana "zext me bêzar nakin" berz kirin. Endamên komê bi strana Çavbella gotin û helwesta polîsan şermezarkirin. Kom pişt re derbasî "kona aştiyê" ya ku li ber derê Şaredariya Bajarê Mezin hate vedan, bû.

Heyeta alman: Li hemberî kurdan doz zordariyek mezin e

Heyeta ji Almanyayê ya hatiye û ji 18 kesan pêktê li ber adliyeyê têkildarî dozê de daxuyanî da. Daxuyanî bi tevlibûna Av. Brîtta Eder, Civaknas Martîn Dolzer û Parlementera Dîe Lînkê ya Parlementoya Eyelata Hessenê ya Almanyayê Barbara Cardenas hate lidarxistin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Doza em niha dibînin dozekî polîtîk e. Em vê dadgehê wekî li hemberî gelê kurd zordariyekî nû dibînin. Me dît ku gelê kurd ji bo mafên mirovan têkoşînê didin. Em operasyonên didomin gelek bi guman dibînin. Em dozê wekî bi keyfî dibînin." Her wiha di daxuyaniyê de bal kişandin ser Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Muharrem Erbay û nûçegehana me ya Colemêrgê Hamdiye Çîftçî yên hatin girtin û wiha hate gotin: "Rojnameger Hamdiye Çîftçî û Serokê Şaxa ÎHD'ê Muharrem Erbey jî girtîn e. Almanya çekan di firoşe tirkan û bi van çekan jî gelê kurd tê kuştin."

Daxwaza parastina bi kurdî hate redkirin

Danişîna siyasetmedarên kurd a îro di salona taybet dest pêkir. Di danişînê de 103 bersûçên girtî amade bûn. Her wiha hinek 48 bersûçên negirtî di nav de Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr û Şaredarê Surê Abdullah Demîrbaş û nêzî 300 parêzer û delegasyon tevlî bûn. Heyeta dadgehê daxwaza parêzer û siyasetmedarên kurd a parastina kurdî redkirin. Her wiha heyeta dadgehê biryar da ku cevherê îdîanameya bê xwendin.

***

Nûçeyê eleqedar:

- Li dadgehê dengê 'Ez li vir im' bilind bû

- Her kes li benda vê dozê ye

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 28 10 2026

Ev jî çêbû: Tîma Lîga 4'emîn tîma mezin Arsenal têk bir

news
  • 27 10 2026

Der barê Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanî de biryarên nû

news
  • 26 10 2026

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

news
  • 26 10 2026

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

news
  • 26 10 2026

6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Tilda Swinton hat xelatkirin

ad

Bû 20 sal in di xizmeta me de ye

ad

Fîlmên ji hilbijêra SÎYAD'ê li Beyoglu ne

ad

Ji bo rojnameger-wênesaz Dogan pirtûk hat çapkirin

ad

Altan Tan ji bo çareseriyê sê sal pêşniyar kir

ad

Hunermendê ji Rojhilat li Hewlêrê hat binçavkirin û hat berdan

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname